Çîroka Welatparêzên Piþtqerimî
 
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
Çîroka me ya vê carê ji ya keçelok jî naskirîtir e.
 
Qehremanên vê çîroka me helbet dîsa ‘Kurdên Bakur’in…
 
Çîroka me ya naskirî wiha dest pê dike ezbenî:
 
Rojnameyeke kurdî ya rojane –xulamê we be, Azadiya Welat e!- bi êl û eþîra xwe ve û bi nivîskar û dilperitiyên xwe ve li navçe û bajarên bakurê Kurdistanê wekî dengbêjên berê bi nigên tazî ve digerin.
 
Ji bo ku Berçem û Gulbiharên vî welatî dîsa vegerin ser rihê xwe bi zikê birçî û xuhdana kurdî ve kirasê xwe diçirînin…
 
Ji bo ku Çiya û Botanên vî welatî ji hebûna xwe þerm nekin û bikaribin di welatê dagirker de avjeniya stranên dilê xwe bikin bi sed awa û miqamên nû ve qirika xwe diqetînin…
 
Bi kurtasî heta ku bête milê wan hewl didin ku li her qul û deverî tovê peyva kurdî bireþînin.
 
Di ser de þekirê quloqulo jî belav dikin…
 
***
 
Lê tam di vê navberê de dîsa di heman çax û dewranî de, hin kurdên tirkînûs wekî ‘DENGBÊJÊN RÊ-ZAN’ li tax û deverên din bi hespên rewan ve digerin.
 
Ji bo ku Berçem û Gulbiharên vî welatî ji ber-çem û gul-biharên xwe bibin, pala xwe didin balgovên kurdî û berê xwe didin sazî û serkaniyên kurdan…
 
Ji bo ku Çiya û Botanên vî welatî ji zimanê çiya û botonên xwe þerm bikin tirkiya xwe her þêrîntir û rewantir dikin.
 
Bi kurtasî heta ku bête milê wan bi korezanî agirê vejîn û modernîzasyona kurdî ji bo du nivîsên xwe ên þeht û lal –an jî ji bo du nivîsên xweþik û rindik, ferq nake heval!- ditefînin.
 
Di ser de ji vê civaka me ya xwelîser þekirê quloqulo jî werdigirin…
 
***
 
Lê tiþta herî ecêb û absûrd jî ev e: Ev panel û þevbêrk di bin ‘Banê Welatparêziyê’ de têne organîzekirin.
 
Kurdên ku van tirkî-þevbêrkan organîze dikin, ji ber ku ‘hevaltî’ û xwejinûvevejandina civakekê tevlihev dikin agirê nifþên nû jî ji ber xwe de ditefe; ji ber ku xwarina tirþikê û avakirina dîwarên rihê civakekê bin guhê hev dixin, projeksiyona kurdî û kurdayetiyê jî dibe qurbana du sê hazir û nezanan.
 
***
 
Bi ya min divê ‘Maneya Welatparêziyê’ ji nû ve bête nivîsandin.
 
Nexwe em nikarin ji nav vê çîroka xwedubarekirî derkevin…
 
Nexwe dê piþta hin welatparêzan her biqerime û ya yên din jî dê li ser navê welatparêziyê her bête mizdan û ferikandin. 
 
Nexwe dê hin kurdînûs ji ber hin têkiliyên qûnderketî yên bi van tirkînûsan re dê zêde dengê xwe nekin û dê ranehêjin çireya modelîzasyona kurdî.
 
Nexwe ji ber nivîsên wisa kesên mîna min jî bi qewlê hêja Arjen Arî ve dê wekî “Tûjo” bêne binavkirin. 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org