Çîroka Xwebûnê
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
Çîroka xwebûnê wekî destana garanekê dûvedirêj e...
 
Xwebûneke wisa ye ku jê re avakirineke bi rêk û pêk divê; ji vê avakirina xwebûnê re naskirineke jidil û henûnok divê; helbet ji vê naskirinê re jî lixwevegerîneke rût û tazî lazim e...
 
Çîroka xwebûnê ji nav neynika rûyê min û te diherike, xwe berdide ser pêlên civakê û li ser bedena wê ya bejî, çîroka xwebûna civaka me roj bi roj þîn dibe.
 
Kesên ku nebûbin ‘XWE’, di nava malikên rihê xwe yên ku dikarin hiþê þevên zivistanê bixin pelçimê helbestekê, hêdî hêdî tovê nexweþiyên ku civakê ber bi tenûra hewlohawarê ve dehf didin diafrînin..
 
Jixwe çîroka xwebûna civakekê jî ji çîroka xwebûna kesên ji wê civakê pêk tê; yanî bi gotineke klasîk civak jî neynika insanan in...
 
Civaka ku nebûbe ‘XWE’, heta ku serê wê yê pahn ê hiþk li ferþa ‘XWEBÛN’ê biqelibe, dê serê zarokên xwe bixe tenûra hewþa ber devê deriyê mala xwe û li ber siya civakên din dê bi sebreke mezin rojên xwe yên mirina xweliseriyê bihejmêre.  
 
Civaka ku xwe ava nekiribe û nebûbe ‘XWE’, wekî nexweþên þîzofrenîk dê ji keviya rihê xwe her dem bilikume û dê wekî gêjan biçe û bê.
 
Dema ku civakek wisa be, helbet ji rabûn û runiþtina wê bigire heta her tiþtê wê jî dê wekî reng û dirûvê wê be:
 
Payiza wê, bêyî ku haya wê ji gulrengiya pelçimên dilê wê yê ku tovê evînê direþîne hebe, dê wekî sêwiyan bi stûxarî ber bi zivistana bextreþ ve bimeþe.
 
Nivîsa wê, ji çavkaniya rihê xwe dûr di nava palatiyeke berhewa de dê semyana kewara xwe bikiritîne heta ku qurmê dara xwe bipetitîne.
 
Gotina wê, çawa ku bixwaze diziya milkê çarînên filankesê bike dê di nava çala devê garana xwe de îdeolojiyeke qewlborî ya bêvankesê berhev bike...
 
Þîna wê, di nava awirên qurbanên nû de dê bi aqileke korezanî li benda cangoriyên nû be...
 
Kena wê, di nava mêrga tîqetîqên bêdil û sexte de dê gora pêkenokên xwe bikole...
 
Barana wê, weke pîrhebokan dê rûyê xwe her tirþ û tehl bike û bêyî dilê xwe dê her bibare ser erda reben û evdal...
 
Çîroka wê, bêyî ku li ‘XWE’bûna xwe vegere dê di tevnên cîranan de benê hebûna xwe birizîne...
 
***
 
Çîroka xwebûnê wekî çîroka hêlekanê ya garana civakekê dûvedirêj e.
 
Civakên ku xwe ava nekin û çîroka xwebûna xwe bi destê xwe nehûnin dê garaneke beravêtî li pey xwe bihêlin...
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org