Dara Demokrasiyê
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
Li ber siya dara wê demokrasiyê wisa bi dudilî nesekine û mala xweziyên me wêran neke.
 
Li gorî taviya biharê xwe nelebitîne û qurmê wê darê nelewtîne. Xwe li ‘behletî’yê daneyne û çiqelekî wê darê nexe stara kêfa xwe.
 
Û nehêle ku çiqilekî din jî ji yekî din re bibe dara zordestiyê.
 
Dema bêhna te teng bû û ket ser pira selatê, nebî nebî tu dara siya xwe biþewitînî haaa; belkî rojekî tu bêriya bejna wê bikî.
 
Di bin siya wê darê de tu xwe çawa honik dikî em dizanin.
 
Lê em niha li bendê ne ku tu ji gezikên wê darê navmala xwe jî paqiþ bikî; nexwe dê kurm bidin hebûna te.
 
***
 
Çawa ku tu wekî stranekê ji bo azadiya ‘Kurd û Kurdistan’îbûna xwe diqîrî; ji bo reng û nasnameyên din jî divê tu bilivî heyran.
 
Çawa ku tu nûçeyeke virnî ya ‘gund’ekî kavil jî ji rojname û malperên xwe re dixî hezar manþetên bav û bira; qet nebe ew keçika ku ji ber laçika serê xwe ji ser sehneya demokrasiyê hate qewirandin divê ji te re bibe xem û kulek.
 
Çawa ku kena dayikên þehîdan ji te re Kurdistaneke azad be; bila hêsirên wê keçika gotinþêrînok jî ji êþ û mirazên te re bibe dil-kurdistaneke azad.
 
Çawa ku baweriya te bi azadiya gotinê were; nexwe tu jî wîcdana gotinên xwe ji baweriya wê keçikê re bixe dîwar.
 
***
 
Bi qewlê wan alim û mamosteyên me: Tiþta ku tu ji xwe re dixwazî, divê tu bi cesareteke medenî ji yên din re jî bixwazî.
 
Lê awirên Sartre ji xwe re neke maske…
 
Û gotinên wî jî ji xwe re nexe pireya helwest-tirsonekan.
 
Baþ gohê xwe bidiyê: “Tevlî fikrên wan nebe, lê têbikoþe ku ew jî fikrên xwe îfade bikin.”
 
Di roja teng de dîwana dilê xwe bide fikrên cihêreng ên cîranên xwe; da ku ew jî di taveheyvekê de ji te re dilê fikrên xwe vekin.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org