|
|
Deh
kurên pîrê û Nivîskarên tirk yên faþîst!
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Teyî
weke ku mezinên me dibêjin: Deh kurê pîrê hebûn yê herî baþ
‘çîk’ bû! Erê heyran we fêm kir bê mesele çi ye! Vêca
meseleya deh kurên pîrê jî diþibe çîroka ‘bira’kên me
tirkan.
-
- Deh
kurên pîrê hebûn, yê herî baþ Serdar Turgut bû: Heta êvarê
behsa demokrasiya New Yorkê dike, lê dema rojekî bêhemdî jî
behsa me kurdan dike, bi tenê ‘terorîst’iyê layîqî me dibîne.
-
- Kurê
pîrê yê herî baþ ji serbestberdana komên aþtiyê ew çend aciz
bû ku, nekarî hinekî din jî faþîzma nava rihê xwe veþêre.
-
- Ne
xerîb e, tirk çawa ku heta dêr û mizgeftan jî ji bo berjewendiyên
xwe yên neteweyî bikartînin, her wiha mîzahê jî ji govenda xwe
ya faþîzmê re dixin destmalek!
-
- Tirk
çawa ku heta homoseksûel û lezbiyenan jî ji ‘vatan, mîlet û
sakarya’ya xwe re seferber dikin, her wiha qerf û henekan jî dikin
gule û direþînin ser serê berxwedana kurdan!
-
- Jixwe
kurdan beredayî negotine ku divê meriv ji ‘demokrat’ên tirkan
bitirse, ne ku ji faþîstên wan…
-
- Deh
kurên pîrê hebûn, yê herî baþ Yilmaz Ozdîl bû: Dema peyva
kurd seh dike, ji acizî ereqê vedixwe. Dema ku gotina kurd bi neqencî
jî zêde dakeve ser rojnameya Hurrîyetê, ji wî we ye ku Tûrkiye bûye
Kurdistan. Ji her kesî re demokrat e, lê tenê ji kurdan re ‘çîk’e!
-
- Deh
kurên pîrê hebûn, yê herî baþ Bekîr Coþkun bû: Ji bo mirina
pisîkekî xwedêgiravî qiyametê radike, lê berxwedana kurdan jî
weke taya mirina xwe vedibêje. Çiqas ku kurd bêtir bêhna azadiya
dikin, mêro Bekir Coþkun jî dikeve taya mirinê.
-
- Deh
kurên pîrê hebûn, yê herî baþ Nîhat Genç bû: Ji her deh çêrên
wî, neh dikevin para serokên Kurdan. Roja ku kurdên Baþûr gihîþtin
azadiya xwe, mêro ji acizî hindik mabû ku dev ji nivîsê berdabûya
heyran.
-
- De
Bakurnoooo!
-
- Hinekî
din jî bi xîret bin û benê azadiyê bigirin. Belkî pênûsa vî
cehþikî di dereke wî de þikest, kî Xwedê dizane!
-
- Deh
kurên pîrê hebûn, yê herî baþ Levent Kirca bû: Mêro piþtî
þerê meþhûr yê herêma Oremarê xwe çirçirandibû û bêyî ku
þerm bike dabû pey garana faþîzmê û gotibû, ‘Di vî emrî de
ezê sîlahê bidim destê xwe û biçim eskeriyê…!’, lê ev
gotinên wî jî qet nebe çar rojan xwe li tevna bîra me kurdan
negirt. (çavkanî bo bîrkoran: http://www.hurriyet.com.tr/magazin/anasayfa/7537014.asp?gid=180&sz=37086)
-
- Jixwe
dû re serê we xweþ be, Belediya Batmanê bi xalîçên sor û
diyariyan ve Levent Kirca ezimandibû. (Li ser vê min hingê tiþtek
jî nivîsandibû, lêêêê heft car heram be…!)
-
- Deh
kurên pîrê hebûn, yê herî baþ Alî Kaya bû: Weke tê zanîn li
ser navê dewleta xwe bombe avêtibû pirtûkxaneya Umutê.
-
- Ma
em ê êdî çi ji kurên ‘baþ’ hêvî bikin ya rebî!
-
- Jixwe
bê sebeb negotine ku deh kurên pîrê hebûn, yê herî baþ ‘çîk’
bû!
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|