Dengê Çiyê, Rengê Newrozê û Bayê Bakur
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com 
 
 
 
 
 
Çiyayên Kurdistanê dîsa ya xwe kiribû, berxwedana xwe ya Zapê ji deþtê re kiribû moroleke mezin û wekî diyariya Newrozê pêþkêþî Bakur kiribû.
 
Deþt û newalên Bakur jî ev deng seh kir û vê moralê di Newrozê de xist alaya serkeftineke nû.
 
Li Bakurê dilê me, te digot qey bi mîlyonan Kurd ji serkeftina Zapê vegeriyabûn û dîsa xwîna xwe ya kurdistanibûniyê bi heft dilan kelandin.
 
Te digot qey di destê her kesî de helîkoptereke ‘qirilmîþ’ hebû û bi xeyalên Kurdistanekê ve coþa Newrozê li her derî dîsa bi xwîn(5 gul ji bo þehîdên Newrozê!)a xwe bilind kirin.
 
Zimanê gulgulî, cil û bergên dildilî, mesajên kilkilî mohra xwe li meydanên Newrozê xist û Bakurê dilê me dîsa xist KURDISTAN.
 
Dema meriv van giregirên kurdan bi van cil û bergên xweþik û bi vê kurdiya narîn ve dibîne, meriv destê xwe di rûyê xwe de tîne û dîsa behsa ZILAMtiya xwe dike looo!
 
Osman Baydemîr û Leyla Zana bi kurdiya xwe ya dîplomatîk ve nîþanî hemû aqilsivikan dan ku KURDÎ bi têra heft bavê ‘zimanê siyasetê’ dike. (Dê êdî pirsa nû ev be: Gelo þêwaz û qelsiya hin siyasetmedarên kurd bi têra kurdîaxaftinê dike?!)
 
Êdî dewr û dewrana ‘Ez dixwazim mesaja xwe bi tirkî bidim!’, derbas bû û ket newala dîrokê; ji ber ku medyaya tirkan mesajên Leyla Zana yên bi kurdî bi kitekit wergerandin tirkî û ji xwe re xistin heftî û heft manþêt. 
 
Ez nizanim ji ber çi, lê dema ku Ehmed Turk bi japonî û çînî jî dipeyîve, ez dibêjim qey kurdiya Qoserê ji devê wî derdikeve. Heke ev coþa meydanên Kurdistanê xwe bigihîne Newrozeke din, belkî Ehmedê mala Sîno paþnavê ‘TURK’ bavêje ser agirê Newrozeke din û paþnaveke kurdî ji xwe re hilbijêre!
 
Ji ber wan kincên kurdî û ji ber ku di her du nivîsên xwe yên dawî de behsa ‘K’ya Kemalîzmê jî nekiriye, ez ê nameyekê bi tirkî ji Radîkal 2’yê re binivîsim û tê de spasiya xuçka xwe Aysel Tuglukê bikim û ez ê berxeke hemdanî jî bixim kurbana þekala wê ya kurdî.
 
Roj TV jî bi weþana xwe ya zindî ve agirê herî mezin vêxist û dilê me giþan geþ kir. Gerçî spîker û moderatoran kincên xwe yên kurdî ji ber vê heyecana weþana zindî, ji bîr kiribûn lê zirar nake, xetayên wisa yên teknîkî(?) li her her derî diqewimin.
 
Niha dor dora DEÞTê ye ku ew jî serkeftineke xwe ya siyasî ji ÇIYÊ re bixe moral û navnîþaneke nû. Mesele dikare ji qezenckirina 200 belediyeyên Bakur dest pê bike.
 
Êêê, dinya bi dorê ye ezbenî, ne bi zorê!
 
Gelo we got çi?
 
Yaww li qusûrê nenêrin, van rojan dilê min dixwaze ku ez rexne li hin kes û kûsan bigirim, lê tu dibêjî qey li her qul û deverî gur mirine.
 
Xwedê xêr ke ezbenî!

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org