Deriyê Wêjeyê û Deriyê Sloganan
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
Ev demek e rihê hin sloganên riziyayî û peritî yên ku ji dawa siyasetê diwerin bi reng û dirûvên nû ve xwe berdidin nav mala wêjeya kurdî jî.
 
Bi saya serê hin kurdên tirkînûs ên ku çavê wan her dem li texta siyasetê ye, dîwan û hêwanên wêjeya kurdî ji van sloganan hatiye zeftkirin.
 
Ev tirkînûsên ku em behs dikin li gorî „usula þerqê“ car caran bi du sê ‚çequlatên xemîrok!’ dilê hin kurdînûsên me jî þêrîn dikin.
 
Bi sloganên xwe yên kurmî û riziyayî ve di mala kurdan de havêna wêjeya kurdî xira dikin: „Ziman ne girîng e, ya girîng edebiyat e…!“
 
Ev etarên tirkînûs di mala wêjeya kurdî de li ser mase û kursiyên zimanê kurdî rudinin, piþtî teoriyên hazir ên hezarûþevekê tovê modela xwe direþînin nav rihê nifþên nû.
 
Lê tiþta herî xweþ, komîk, ecêb an jî ez çi bibêjim absûrd ev e ku di navberê de wekî çequlatên eyda bimbarek çend gotinokên kurdî jî dixwînin û rihê me giþan mest û serxweþ dikin.
 
Tabî ew jî dizanin ku maneya van çend gotinokên kurdî di civaka me de „WELATPARÊZΓye. Û dû re jî çepik û reqreq e!
 
Heke em dawa çalakiyên kurdî ji slogan û karê van kesan ên pînekirî neþûn, heke em rihê gotina kurdî ji qirþ mirþên wiha kopîkirî neweþînin; dê nifþên nû di nav halekî þîzofrenîk de her bilikume û dê her serê xwe li sêdara modela cîranan bixe.
 
Hin kes jî çawa ku henekên xwe li ziman û wêjeya kurdî bikin, sloganên qundiriyayî dixin devê xwe: “Ahmed Arif bugün sag olsaydi, Kürtçe yazardi! -Ehmed Arif heke îro sax bûya dê bi kurdî binivîsanda-”
 
Bi korezanî lê dîsa jî li gorî „usula þerqê“ xwe noqî slogonên siyasî dikin. Awayek ji awayan meqsedên xwe dixin sloganeke virnî û bi deriyê wêjeya kurdî ve dadiliqînin.
 
Li ser hêlekana garana civaka me bi qestî ayetên nebûyî vedibêjin.
 
Çepik û dilsafiya civaka me ya nezan wekî stratejîstên qiblenenas ji bo navdarbûna xwe bi þev û roj her manûpile dikin.
 
Ji bo ku helbest û çîrokên xwe di newaleke wêjeya tirkî re bigindirînin, çepik û kursî û maseyên wêjeya kurdî ji xwe re wekî çavkanî nîþan dikin.
 
Haya wan ji sosyolojiya wêjeyê, kulturê, ronesansê û man û nemanê heye an jî tune ez nizanim.
 
Lê hê ku ev slogan û dekûdolabên avþêlo di devê wan de napeqe, bi heyecaneke mezin di qesr û qonaxên kurdan de bi riya panel û konferansan peyv û gotinokên xwe dixin neynikeke tirkî û bi hostahiya helbestrêstinekê didin rûyê xuçk û dayikên me.
 
Ti kes wekî Shakespeare behsa ‚Þaþitiya Komedyayan’ nake. Ti kes mîna Adorno û Edward Saîd rûyê xwe nade ber xwe.
 
Ti evdê Xwedê mîna camêran neynikekê nade wîjdana xwe û ranabe þipiya nabêje: „Heyran bi Xwedê li qûsûrê nenêrin, heqê min tune ku ez bi vê tirkiya xwe xuþexuþa rihê van xuþk û dayikan vebirim…!“
 
Erê nabêjin, ji ber ku ew –bivê nevê!- didin ser dewsa Denîz Baykalê xwediyê fikira kurmî û difikirin ku divê zûka ew dayîk fîstanên tirkî li rihê xwe bikin.   
 
Ez li vir tiþtekî dîsa dubare bikim: Kî bi çi zimanî binivîse û wêjeyê bihûne jixwe baþ e! Jixwe mirov ji niþka ve, di zikê gotina xwe de nikare dest bi tiþtekê bike.
 
Meseleya ziman, edebiyat, rih, vegotin, mijareke din e!
 
Lê ez dixwazim vê yekê dîsa vebêjim: Mirov xwe di nav çavikên çerxekê de di nav xelekên sosyolojiya dewrekê de dibîne û piþt re dibe Ehmed Arif, Yaþar Kemal an jî Selîm Berekat.
 
Tu kes nikare vê rastî-yolojiyê bi sloganên siyasî xira bike.
 
Lê heke derdê te kurdînûsî û Bedirxaniyên nû bin, heke kula te ew be ku teyrên feqeyên wêjeya kurdî li ser ezmanên vî welatî dîsa bifirin, riya vê jî eþkere ye ezbenî: Berê her tiþtî divê tu peyva kurdî di bexçeyê xwe de biçînî; paþê divê di guhê civakê de bi kurdî biqîrî, bikenî, bigîrî...
 
Piþtî sebebî, hezkirin, ked, sebir, xwepêþandan, reklam û filan û bêvanê, vêca tu yê hingê behsa kurdiyekê bikî...
 
Wêje û naveroka wê jixwe meseleyeke kûr e, guherbar e; lê ez vê mereq dikim: tirkînûsên ku xwe li ser Amed, Sêrt û Batmanê ferz dikin, ma qey nizanin ku rihê civaka me tiyê kîjan zimanî ye, ma qey ji min çêtir nizanin ku ZIMAN çemê rihê civakan in!
 
Ma qey nizanin ku berhemên wêjeyî ji paþila zimanekî germ dertên.
 
Lê ji ber ku ew li Edîrne û Antalyayê û li Enqere û Stenbolê ji xwe re girseyên hazir ên çepik û reqreqê peyda nakin; tên xwe li siyaseta me ya ku li xwe digere diqelibînin, li ser navê þiîra “Kardeþlik” heta binparzû siyaseta me bi kar tînin; paþê berê xwe didin kewara xwe, bi çîrok û metaforên kurdî ve ji þiîra tirkî re tevnên nûjentir diafirînin.
 
Li ser hebûna wêjeya kurd xwe bi nav dikin, lê hêlîna zimanekî din germtir dikin.
 
Di nav hêlîna wêjeya kurd de hêkên zimanekî din dikin û qibleya nifþên birîndar têk dibin.
 
De vêca were û tovê peyva kurdî li nav nifþên nû bireþîne!
 
De vêca were û wêjeya kurdî di bihurka van sloganên siyasî de bimeyîne û derbas bike!

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org