DesthIlatdarIya Ken Û GIrînê
 
 
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
Em dikin û nakin tiþtekî jê fêm nakin.
 
Keneke bêmane û nenaskirî li ser rûyê feqîro ye. Ji wan mij û dûxana qermîçekan kifþ e ku ne ji dil e!
 
Kenê wî hêj ku li dar e ji ber xwe de diçilmise û wekî pêtekê zûka ditemire. Emrê kenê wî ya nebalixbûyî wekî taviya biharê xwe bi ser rûyê wî de dide der.
 
Tu dibêjî qey ji marketê du bacanên sor ên kerik kirîne û danîne ser her du lamên xwe.
 
Jixwe mêrê diya me kenê xwe ya pîroz jî wekî wan bacanan li ser serê me bi kar tîne.
 
Kenê guran pê tê; dilê me gelekî pê diþewite.
 
Destê biþirîna xwe bi bejna kenê xwe ve ji niþka ve wekî bêaran hildide û bi hirehira tîqetîqa xwe ve dixe dareke stûr û dixwaze li gorî kêfa dilê xwe di serê me de biþkêne.
 
Dixwaze bi çend kêlîkên kenê xwe yê kerik ve me dîl bigire û vekiþîne nav þkefta desthilatdariya xwe.
 
Diranê gerîneka desthilatdariya xwe bi wê kenê xwe ve tûj dike û dimîne li benda me.
 
Gava ku bêhemdî jî dest bi merasîma kenê xwe kir, dilê wî heye ku em dilê xwe jê re vekin û bibin xulam û qerwaþên siya kenê wî yê sexte.
 
Ez bi xwe jî bi gotina kurdî ya herî popûler li xwe mikur werim ku gelek caran ketime xefikên kenên wisa. Min jî dixwest ku wekî zarokan kenê xwe bidim destê kenên din û hin tîqetîqan lê zêde bikim, lê min çend caran xwe di gerîneka desthilatdariya kenên wisa de didît.
 
Kenê wî ne ji orgazma xweþî û kêfxweþiyekê tê; lê guhê xwe dide rihê marê desthilatdar ê ku xwe di nava wî de dilivîne û bangî kenê wî dike. Biþirîneka xwe nake qurbana espiriyeke gulgulî; lê ji bo ku kirasê wî marî nû bike sed miqam û awayan dide çiqilên kenê xwe.
 
Me heta niha nedîtiye ku doxîna kenê wî qetiyaye û bi têra dilê xwe kiriye tîqetîq. Serban û berbanên dilê xwe bi ava tîqetîqan neþûþtiye. Hinavên xwe bi bayê kenê yê misk û emberî ve venemaltiye. Çi heyf e ku peqpeqokên kenê wî li ber çavê ti cîranî neketiye.
 
Ji ber ku ken û tîqetîqê wekî þimika ber devê deriyê xwe biçûk dibîne.
 
Loma me dîtiye ku di civatên qerase de heta ku bê mil îþkên cîdîyetê dide qûna xwe û bi vî awayî dixwaze ku em jê re hurmet bigirin û bibêjinê, "Lawê xalê bavê xwe..!"
 
Tê zanîn ku desthilatdar serê pêþîn di civateke biçûk de xwe balix dike û dû re jî civatên wisa dadiqurtîne gewriya xwe.
 
Em naxwazin bînin bîra camêrê me ku li gorî baweriyeke Misiriyan Xwedê jî vê dinyaya biçûçok ne bi gotinekê lê bi kenînekî afirandiye. (Çavkanî: Sanders, Barry, Kahkahanin Zaferi, Ayrinti Yay., Istanbul, 2001)
 
Dizane ku di vê garana dinyayê ya bê ser û ber de, çiqas ku dîwarên cîdî li xwe bike çiqas ku bikaribe hemû xewn û xeyalên xwe bike qurbana jiyaneke kifþkirî, dê ewqas bikaribe di nava aferîn û çepikan de soberberî bike.
 
Kenîn di hemû gulvedan û tîqetîqa xwe de bera psîkolojiya desthilatdarî dide, lê ew kenê xwe dixe qurbana textê desthilatdarî.
 
Heke em xwe þaþ bikin û bibêjin, "ken û girîn cêwiyên hev ên her du dinyayan in!" belkî ne bi dilê camêrê me be.
 
Hema em rasterast xwe bigihînin pêlekanên helbestrêsînê: Heta niha payîzeka girînê jî bi ser dilê wî de nehatiye. Heke hatibe jî ji deriyên dilê wî derbas nebûye.
 
Heke xwe þaþ bike jî dixwaze hêsirên xwe di wê kona desthilatdariyê de birijîne. Bi van hêsirên nelê ve pêlî derencîkên desthilatdariyê dike. Bi niçeniç û mizmiziya xwe ve xemlekê dide girînê xwe.
 
Ji vê yekê dûr e ku ken û girînên jidil hemû sinc û berên desthilatdariyê dirûxîne.
 
Rebeno hêj bawer nake ku, "Dermanê rih û dil û bedenê, ken û girîn e!"
 
Ji ber ku dilê xwe ji ken û girînê re venekiriye, her dem bayê ‘nexweþiyekê’ li bedena camêrê me dide.
 
Zordestan bi xêra îdeolojiyên xwe yên dînî, polîtîk û civak ve gelek caran pêlî kenê wî kirine û nehiþtine ku rebeno bi têra dilê xwe bigirî.
 
Lê niha dor dora wî ye: Bi isûl û fesaleke nû ve, bi metod û rengekî nû ve, bi ken û girînê xwe ve çavên xwe li textê desthilatdariyekê xweþ dike.
 
Damarekî desthilatdariyê li benda biþirîn û hêsirên camêrê me ne.

 

 
 
 
 
 
 
   

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org