|
|
- Êdî
Bes e!
-
-
- Evdile
Koçer,
evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Êdî bes e! Bi wî aqilê xwe yê
tirkmancî yê ku seriyek pîvaz nake ve, xwe li ber gerîneka dilê
serdestên barbar þêrîn neke û hebûna xwe di devê dewleta veþartî
de nexe benîþtekî peqpeqok...
-
- Êdî bes e! Çavikên wêjeya kurdî
ya ku her roj bi gotinên brîndar dikewe û bi xuhdana salan diçûrise,
bi xêra wan zir-gotinokên xwe yên ku di ava wergera tirkî de
meyiyane netemirîne…
-
- Êdî bes e! Bi wê rêveberiya xwe
ya piþtkurmî ve li ser piþta sazî û dezgeha xwe nebe barekî
derdgiran û tiraliya xwe ji qibleya nifþên nû re nexe helwesteke nû…
-
- Êdî bes e! Bi wê siyaseta xwe ya
bêserûber û þîzofrenîk ve, xewn û xeyalên vê civaka nebalixbûyî
neke ber devê dêleguran û kenê gurên boz bi me neyne…
-
- Êdî bes e! Bi wê korezaniya xwe
ya malikwêran ve serê her danê ‘ayet’eke nû dubare neke û serê
her þeveqê jî ji civaka me ya þilftazî re kirasên nû nedirû…
-
- Êdî bes e! Bi wê bernameya xwe
ya kurtanqetiyayî û bi wê moderatoriya rijî û bejî ve berê temaþevanên
evdal neguherîne û nede ser çemên zimanên din…
-
- Êdî bes e! Ji sûka çepgirên
xwe-ne-nas û jirêderketî ‘Kumê Denîz Baykal’eke kevin nede serê
xwe û rengê muxalefeta kurdî li ber dergehên desthilatdaran nefetisîne…
-
- Êdî bes e! Navên wekî Radyoya
Êrîwanê, Eyþe Þan, M.Arif Cizrawî ji huner-koriya xwe re neke
enstrûmental-xapandinên nû û ji kerema xwe re kerrika guhê me kerr
neke…
-
- Êdî bes e! Bejna siyaseta kurd ya
ku xepartiya serkeftinekê dike, ji rihê xwe yê ‘Kemalîst û Beasî’
re nexe leyîstokên wekî gilçê û kêlê…
-
- Êdî bes e! Di piþt wê perdeya
xef û nenas de ji nas û dostan re þîr û þekir nekelîne û li ber
perdeyê jî ji civata me ya ‘Ne tê gotin û ne jî sotin!’ re
helewa mûrîdên xwedêjêstandî nepêje…
-
-
- Gurek
miriye!
-
- Tu dibêjî qey zimanzan û
ferhengnasan dest daniye ser ROJ TV-yê! Van rojan dêna xwe bidin nûçeyên
ROJ TV-yê, hûn ê jî wekî min bibînin bê ka çawa gurek miriye. Ew
peyv û biwêjên ku di nûçeyan de jiyan dikirin(?!) tu dibêjî qey
gotin “Edî bes e!” û terka stûdyoyên ewropayê kirin. Peyv û
biwêjên ku di bin þkeftan de her dem dijiyan tu dibêjî qey
“pas” ji rêveberiya ROJ TV-yê wergirtine. Mala Xwedê ava gidîîîî!
-
- Not: Ev nivîs di Azadiya Welat de
jî hatiye weþandin!
-
-
-
|
|
|