Em Kurd Di Mal De Mane!

 

Evdile Koçer

evdilekocer@yahoo.com

 

 

Em kurd miletekî dimaldemayî ne...
 
Em dikin û nakin, em nikarin derkevin derve!
 
Ne dimaldemayîlogan ji me fêm kiriye, ne jî sîxur û ajanên li derve...
 
Rê û rêbazên derketin û serkeftina me, li ser her çar kitêbên pîroz jî hatibe nivîsandin, ne xema me ye! Em li gorî dimaldemayîna xwe tevdigerin û li gorî felsefeya ‘di-mal-de-here-were-maaþê-te-pênc-pere!’yê rê û rêbazên herewereyî ji xwe re datînin!
 
Di nav mala xwe de, di her îþ û emelî de, em xwe wekî babegîtên pirrrrrzanaaaa pêþkêþî hev dikin.
 
Em dibin super-panelîstê hev! Bi rojan û bi þevan, em hevûdu hêsîr û rehîn digirin û em teoriyên xwe yên ‘a min rast e!’ ji hev re dikin xençer.
 
Em di mala xwe de, bi tenê cihê gotin û teoriyên xwe mîna kevirên domînoyê diguherînin û di dor aqilê hev re diçin û tên.
 
Lê em nikarin ‘zanahî’ya xwe di kuleka xwe re derxînin û gotinekê deynin ser hevokên kurên xelkê.
 
Em dibin ultra-siyasetmedarê hev, em dibin siyasetbavê hev! Tenê em dikarin ji bejn û bala hev, ji xal û xwarziyê hev re ‘siyaset’ê bikin.
 
Kirasê siyaseta me ji derve hatibe kirîn jî, em nizanin navekî kurdewarî lê bikin û paþê li xwe kin. Maneya siyasetê li derve çi be jî, em li gorî dimaldemayîn û manûmayîna xwe, navekî din lê dikin.
 
Em siyaseta xwe bi toriyên benzînkirî ve, dixin nava tifikê û ji muxalîfên xwe re dikin bizot û agir. Yê ku li ser siya siyaseta me ‘nimêj’ neke, em wan bi pêloxên agir daxxxxxx dikin!
 
Lê em nikarin siya siyaseta xwe di pencereya xwe re derxînin û deynin ser siya kurên xelkê!
 
 Di gelek meselokên tirtovirto de jî, em nola ruhê Dimaldemayiyo, xwe datînin ser sehneya hev.
 
Dema ku em bêhemdî dertên derve jî, jixwe wekî ku hûn jî texmîn dikin, fîlmê me bi hemû herîkbariya xwe ve hingê dest pê dike! Kurên xelkê, hem bi awayekî zindî li fîlmê me temaþe dikin, hem jî bi storên xwe ‘xaroviç’iya me nîþanî me dikin! 
 
A hingê, em xwe dicircirînin! Em ‘þîr’ ji rexneyên wan kuran didoþin û dixin devê bavê wan!
 
Û gava ku bivên ‘tevna me ya riziyayî’ deynin ber derencîkên me, em dixin hewlohawar û em xwe diçirçirînin. Lê em dizanin ku qêrîn û qijîna me jî pere nake!
 
Îca em dest bi mijûlahiyên evdalî û parsekiyê dikin. Çiqas ku em hingê diþtexilin, fîlmê me jî komîktir dibe, lê haya me jê tune ye!
 
Çaxê ku em bi xwe dihesin, dibe þeveq û dîk û mele bi hev re bang didin. Kurên xelkê jî diçin ser îþ û emelê xwe. Lê em xwe dienirînin û berepaþkî em berê xwe didin mala xwe.
 
Vêca bi vî awayî em di mal de dimînin!!!
 
Vêcaya Vêca: Em kurd miletekî dimaldemayî ne!!!!!
 
Lê vêcatira malkambaxtir ev e: Em kurd dimaldemayîna xwe jî bi kar naynin!
 
Yanî em qet ji xwe napirsin: “Yawww Evdile, berxê mino, eva tu dimalde mayî! Êdî hew van nivîsên ‘CÎDÎ’ binivîse! Ji xwe re helbest melbestê keçên xelkê bixîne, hema belkî hêvî ji Xwedê...”
 
Lê heftsed caran mixabin em tiþtekî jî nakin. Bêyî ku em li ser gul û çîçekan ‘fatîha’yekê jî bixwînin, em radibin li ser wan dîwanên neqiþkirî, gotinên ûtîkirî û ‘helbest’ên lipeyhevrêzkirî dinivîsin.
 
Paþê jî wekî etarên berê, em gotinokên xwe nola bacan û îsotên hiþkkirî di þibaka xwe re dadihelînin û mîna zarokên berþîr diqîrin:
 
-         Werin ‘helbest’ên lipeyhevrêzkirî!!!
-         Werin dîwanên hêmagirtî!!
-         Werin gotinên ûtîkirî!
 
Heger ku tiþtek pêve nehat jî, em ûtiya ruyê xwe xira nakin. Em qet gotinekê jî naynin ser rêzdariya xwe û rêza helbestên xwe. Bi hêmayên xwe ve, em xwe didin ser dîwana malê. Dû re em di mala xwe de rojê pênc danan ‘mîhrîcana gotinên ûtîkirî’ li dar dixin.
 
Lê em nikarin di mala xwe de ‘gul’ekê biçînin û deynin ber þibaka xwe, dimaldemayiyoooo!
 
Bi kurt û kurmancî: Em kurd di mal de mane!
 
Aferîn ji me re!  
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org