Êþa Nûjeniya Wêjeya Kurdî

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
Êþa li ber nûjeniya wêjeya kurdî berî her tiþtî di nav çend grêkan de veþartiye. Modernîzma ji jor de hatî, bi ser pêlên wêjeya tirkî re bandorê li wêjeya kurdî jî dike. Tovên wêjeya kurdî ya nûjen bi xêra vê modernîzma ji jor de hatî gelek þaþ tê reþandin. 
 
Ev modernîzma ji jor de hatî pala xwe dide fikra jakoben û wêjeya kurdî ji jor de bi ziman û rihekî çêkirî vedihûne; weke þitleke qurmjêkirî dixwaze xwe di serê xwendevanan de bimeyîne; li ser navê nûjentiyeke bêmane xwe ji koka xwe yanî xwe ji wêjeya devkî qut dike; hemû þêwe, qalib, awa û hêmayên wêjeya devkî ji ber wê fikra ‘tiþtên berê kevin in’ venaguhêzîne ser wêjeya kurdî ya nûjen!
 
***
 
Ronesans û modernîzma wêjeya kurdî ji ber vê êþa jixwedûrketinê nikare xwe di pêsîra xwendevanî de biwelidîne; nikare rihê xwendevanî zeft bike.
 
Loma dema ku xwendevanek dibêje ‘zimanê berhemê giran e!’, ya rastî dixwaze bibêje ku ev berhem ji jor de hatiye avakirin û pala xwe nade wêjeya devkî.
 
Pirsgirêka xwendevaniya kurdî helbet meseleyek din e, lê zimanê nivîskarî yê req û rijî ku noqî nav tevna wêjeya devkî nebûye dike ku deriyê wêjeya kurdî ya nûjen bi ser serê çend xwendevanên heyî de jî bigire.
 
***
 
Helbet ev wêjeya çêkirî herî zêde xwe di nav tevin, hevoksazî û lêfikirîna nivîskarî de dide der; loma hêj pênc þeþ rûpelên pêþîn ên berhemê di hiþê xwendevanî de asê dibin.
 
Heke hûn dêna xwe bidinê hûnê bibînin ku îro gelek lehengên roman û çîrokên kurdî, bi ya min yekser dixwazin ku xwe ji tevin, vehûnandin û vegotina nivîskarî bavêjin.
 
Di nav vegotina nivîskarî de ‘leheng’ tiþtekî nikare ji xwe vebêje, lê nivîskar bi darê zorê xwestekên xwe yên þexsî li ser lehengî bar dike; yanî li þûna lehengê ku nivîskar afirandî leheng napeyîve, nivîskar wekî lehengekî bi wê vegotina xwe ya nelirê ve li þûna karekterê xwe dagir dike.
 
***
 
Em bêjin lehengê teksta te ‘mela’yek an jî ‘homoseksûel’ek e; divê nivîskar baweriya xwe ya dînî û cinsî tevlî rihê vegotina tekstê neke! Bi rengekî profesyonel divê di vir de ‘mela’ û ‘homoseksûel’ li gorî çîrok û þêweya xwe ruhiyeta xwe ji xwendevanî re vebêjin; jixwe xwendevan jî li benda vê yekê ne.
 
Wê bê bîra we ku þanogerên profesyonel vê yekê gelekî xweþ pêk tînin. Divê rûpelên berhemekî jî ji xwendevanên kurd re wekî sehneyekê be; da ku xwendevan bi lehengên berhemê re rabe û rûne!
 
Dema ku meriv bi awayekî mekanîk û homojen(yekgirtî) li nivîsandina kurdî binêre, helbet wê tê de bêmane qûna lehengî derkeve! Loma hiþê xwendevan jî nikare di nav çend rûpelên nivîskarî de biherike.
 
***
 
Divê em li ser vegotina zargotina kurdî serê xwe zêde biêþînin. Em xwedêgiravî pirtûkên qerase pêþkêþî xwendevanê feqîr dikin, lê em nikarin tovê rihê çîrokên mîna Mîrê Botan, Memê Alan, Siyabend û Xecê û hwd. li ser hiþê xwendevanî bireþînin.
 
Nivîskar bi her awa û teþeyî dikare çîroka xwe binivîse, lê afirînerî û hûnandina wê pir mûhîm e; ev jî berê me dide ser tecrûbe û têgihiþtinên nivîskar. Nivîskarê ku nikaribe sî û rihê wan lehengên kevin ên di wêjeya devkî de di wêjeya xwe ya nûjen de jî bi cî bike, heqê wî tune ku gazincan ji tunebûna xwendevanî jî bike. Ji ber ku rihê xwendevanê nû li benda hiþyarkirin û zeftkirine nû ye!
 
Dê bête bîra me ku, em di nav vegotina çîrok û çîrçîrokên diya xwe de çawa diherikîn. Kurdîbûn, vegotin û herîkbariya tekstekê ji mijar, tevnsazî, teþe û estetîkê girîngtir e! Divê em jî rihê xwendevanan di nav peravên wêjeya kurdî ya nû de biherikînin. Nexwe dê tiþta ‘nû’ di devê me de weke slogan bimîne.
 
***
 
Heger hûn dêna xwe bidinê hûn ê bibînin ku, êþ û trajediya me, evîn û þerê me jî li ser navê nûjentiyê ji bilî du sê îstîsneyan bi awayeke gundiyane/slogane têne nivîsandin. Yanî “gundê min hate þewitandin! Tadayî û îþkence li min hate kirin! Wekî îmana xwe min jê hez kir! Berê min kete sirgunê! Û hwd.“ Mirov dikare navê vê: Wêjeya lixwegerîn û derbasbûyînê, wêjeya arabesk‘, lê deyne.
 
Ev tiþta ez dibêjim ne rexne ye; rastiya sosyolojiya civaka me ye! Ji bo destpêkê normal e jî. Mixabin em wekî Sartre di nav kitêban de mezin nebûn, wekî Borges me xwe li ser eþqa afirîneriyê ‚kor‘ nekir.
 
Heke mirov bixwaze gundê xwe yî þewitî binivîse, divê mirov xweliya gundê xwe li bêjinga afirîneriyê bixe û di aþê hunerê de bihêrîne. Ji bo vê yekê jî kesên ku bi wêjeyê ve mijûl dibin, divê gohê xwe bidin hemû herîkînên jiyanê. Ji ber ku wêje û þaxên wê bi jiyana civakî ve grêdayî ne.
 
***
 
Wêje bi xwe ji dilopên çandeke bajarvaniyê diniqute. Civaka me mixabin civakeke ‘gundî’ ye; zûka naguhere. Belkî birek ji me ji zû ve ye li bajar û metropolon jî bin, lê hiþê me hê jî li gund e.
 
Tevna wêjeyî ya her nivîskarî li gorî çand û mantelîteya wî ava dibe, li gorî bîr û baweriyên xwe þîrove dike û dinivîse. Wêje behreke mezin e; dêbavê hemû „olojî“yên jiyanê ye! Mesela, kesên ku çîrokekê dinivîsin divê haya wan kêm-zêde ne tenê ji dinyaya çîrokê, lê divê ji rîtuelên siyasetê jî hebe û ji lîstina gogê jî.
           
Lê mixabin nivîskarên kurd piranî li pey wêjeya belaþ in! Navlêkirin û xwedîtina li ser rûpelên malper û kovaran nexweþiya herî mezin ya wêjeya kurdî ye! (Ne ku ez lêteþwîqkirina vê meselê nabînim!) Yê ku bixwaze helbestan binivîse bi tenê pirtûkên helbestan dixwîne, çîroknûs bi tenê çîrokan dixwînin, paþê jî wêjeyeke rût û tazî dertê holê.
 
 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org