|
|
- “Ez
dixwazim bibim polîs!”
-
-
-
-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Ne
lazim e ku meriv navekî li weþana TRT 6 bike.
-
- Belkî
jî navek an jî etîketeke wekî ‘xayîn-qehreman’ jê re ne
lazim e.
-
- Bi
vê weþanê re helbet AKP heta demeke din jî dê nêçiriya kurdên
xwe-ne-nas bike, lê weþana bi kurdî wekî biratiya ‘dew û
mast’î dê bi wext re doza kurd û kurdistanê xurtir bike. Jixwe
ev weþan jî ji encama keda doza kurd derketiye.
-
- Ji
ber ‘resmî’bûna meselê divê kurd di du hêlan de hiþyar bin:
-
- 1-
Bi vê sînerjiya weþana TRT 6ê re divê civaka kurd hay ji
xwe hebe ku ji piþtkurmitiya dewleta kemalîst re nebe pîneyeke
erzan.
- 2-
Bi vê weþana ‘resmî’ re divê kurd zorê bidin dewletê
da ku berê Kurdî firehtir bibe û bikeve nava qanûnên resmî.
-
- Weþana
TRT 6 helbet di jiyana siyasî, civakî û rewþenbîrî de dê bi xwe
ve gelek rê û rêçikên nû jî veke.
-
- Ji
aliyekî ve dê hebûna kurdî bi awayeke ‘resmî’ xwe ji zindana
zimanê tirkî rizgar bike; lê ji hêla din ve jî dê hiþê zimanê
kurdî yê bakur bivênevê bikeve nava zindana sînorên Mîsak-î Mîlî
yê Tirkiyê.
-
- Ji
aliyekî ve hiþê neteweya kurd ya ku ji medyaya kurdî diherike dê
bêtir xurtir û seferber bibe; lê li aliyê din jî hiþê ku dê ji
TRT 6 biherike dê bi xwe ve girseyên a-polîtîk biafrîne; jixwe
hedefa dewleta veþartî jî hemû ev e.
-
- Ji
aliyekî ve dê peyv û awazên kurdî li ser text û awazên ‘resmî’
xwe bipîvin, birîna xwe bikewînin û bi ser xwe ve werin; lê li
milê din ve jî dê di bin awirên gefxwur de ji dîwana kemalîstan
re bibin pîneyek.
-
- Ji
aliyekî ve dê kurdistanîbûna Roj Tv û Kurdistan Tv bêtir derkeve
pêþ; lê li aliyê din jî dê partiyên dewletê bi xêra vê weþanê
heta demeke din jî li ber deriyên kurdan dê afirên nû çêkin bo
ku tirkmancên me tê de bizirên.
-
- Ji
aliyekî ve dê riya bazar û reqabeta kurdî vebe, lê li hêla din jî
dê tirkên dinyanedîtî vê yekê wekî mineta bavê xwe li rûyê
me bidin. (Tu dibêjî qey TRT bi tenê li ser baca van tirkan dijî!!!)
-
- Ji
aliyekî ve dê rol û hebûna serhildanên kurdan bêtir bête çespandin;
lê li milê din jî dê riya serhildanên nû mixabin ‘ko’ bike.
(Di bernameyeka TRT 6 de, li ser pirsekê, zarokekî kurd bi kurdî
wiha bersivand, “Ez dixwazim bibim polîs!”)
-
- Ji
aliyekî ve dê koletiya zimanê kurdî biþkê; lê li milê din jî
dê xulamtiya kurdî ya resmî dest pê bike.
-
- Welhasil
kelam, heta ku Hejar karî ji van kemalîstan re bêje ‘ÞEÞ’
mixabin bi hezaran xuþk û birayên xwe kir qurban. (Fîlmê bi navê
“Zilamê Mezin, Evîna Biçûk” bînin bîra xwe!!!)
-
- Helbet
meriv dikare xalên jor ji hev veçirîne û vê nivîsê dirêjtir jî
bike, lê ne lazim e ku meriv neheqiyê li hiþê xwendevanan jî
bike.
-
- We
nivîseke pir cîdî xwest, aha ji we re ezbenî!
-
-
-
|
|
|