|
|
“Ez
kurdiya akademîk nizanim!”
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
- Tirkekî
ku xwendin û nivîsandina bi tirkî nizanibe, tu carî nabêje, “Ez
tirkiya akademîk nizanim!” An dibêje, “Ez nizanim!”, an jî devê
xwe digire û belasebeb xwe rezîl nake. Heke jixwe þerm jî bike di
nava demeke kurt de xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi tirkî dike.
-
- Almanekî
ku nikaribe du gotinên almanî bîne ser hev û binivîse, tu carî nabêje,
“Ez almaniya akademîk nizanim!”. An yekser dibêje, “Ez
nizanim!”, an jî qet tiþtekî nabêje û xwe li dinyayê rezîl
nake. Heke ji vê ‘nezan’tiya xwe fedî bike, jixwe bi çi rengî be
jî xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi almanî dike.
-
- Kurdekî
ku ji romannûsekî bêtir kurdî dizane, lê xwendin û nivîsandina
kurdî nizanibe qet li xwe danayne û nabêje, “Ez nizanim!”. Yekser
dibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”. Lê serê we xweþ be, þerm
û fedî jî nake û di deh salan de nikare du gotinên kurdî jî fêr
bibe.
-
- Helbet
her ‘kurd’ ne mecbûr e ku bi kurdî bipeyîve û xwe fêrî kurdî
jî bike, lê dema ku kurdek hem xwedêgiravî bixwaze kurdî fêr bibe,
hem ji tiraliya xwe di bîst salan de fêr nebe, hem jî serê her kêliyê
zimanê xwe sê metro dirêj bike û bêyî ku maneya wê bizanibe bi
sed tiþtên pûç ve bibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!” divê
em hingê tiþtekî jê re bibêjin.
-
- Ya
rastî qesta wan ji “kurdiya akademîk” çi ye, ez jî nizanim.
Jixwe kurdiyeke wisa li tu derê dinyayê jî tune, bila li min negirin
lê li ser tirba Celadet Bedirxan jî peyda nabe.
-
- Lê
heke qesta wan jê kurdiya xwendin û nivîsandinê be, ê nexwe wekî
hemû zimanan divê meriv xwendin û nivîsandina zimanê xwe jî fêr
bibe. Bi fêrbûna sê çar gotinên kurdî ve helbet meriv nabe akademîsyen
û nivîskar jî.
-
- Heke
mesele ji ber ‘kurdîtî û welatparêziyê’ þermkirin û fihêtkirina
ji nezaniya xwendin û nivîsandina kurdî be, ê nexwe divê meriv þev
û rojan li xwe biherimîne û dîsa xwe zûka fêrî kurdî bibe.
-
- Lêbelê
ez dibêjim qey mesele tiþtekî din e: çawa ku gelek kurd di bin navê
“Her zimanek însanek e!” de kurdî ji bîr dikin û dikin qurbana
zimanên din, her wiha di bin navê “Ez kurdiya akademîk nizanim!”
de jî naxwazin xwe fêrî xwendin û nivîsandina sê çar gotinên
kurdî bikin. Dixwazin xwe li derew û bahaneyeke wisa bipêçin û kurdî
jî bixin þirîkê gunehê tiraliya xwe. Helbet di vir de sûcê nivîskarên
ku kurdiyeke çêkirî bikartînin jî heye.
-
- Mesela
li hemû dinyayê tiþteke normal e ku dema meriv bi zimanê xwe ji yara
xwe re binivîse, “Ez ji te hez dikim!”. Lê li ba me dema ku kurdek
nîvhevokekî jî ji yara xwe re binivîse, “Ez ji te”, dibêje qey
ew bi yara xwe re bûye ‘akademîsyen û zimanzanê kurdî!’, an jî
ji bo ku wê hevoka xwe temam bike dev ji yara xwe berdide û dixwaze ku
di kurdî de bibe nivîskarekî pir mezin û hêja. De vêca were û
keziya xwe kur neke keçêêêêê!
-
- Bi
rastî jî ev kesên “Ez kurdiya akademîk nizanim!” pir ecêb in.
Ev xwedîaqilên mezin heke ku kurdiya xwe ya malê bipeyîvin, wê
jixwe tu mesele nemîne û wê ji niþka ve xweasîmilasyon jî ji ser
erdê Bakur rabe.
-
- Hingê
dema ku sê çar rojan li ser hev bi vî awayî bi kurdî bipeyîvin,
jixwe wê ji Edward Saîd jî bêtir ji ‘kolonyalîzma çandî’ fêm
bikin û wê dû re pê bihesin ku “Ez kurdiya akademîk nizanim!”
bixwe jî têgehek ji têgehên kolonyalîzma tirkan e ku ji binî ve
mala zimanê kurdî xira dike.
-
- Lê
na! Mêrê diya me ileh bileh dixwazin ku “Kurdiya akademîk” bipeyîvin.
Ýleh bileh dixwazin ku þeveqekî ji xew rabin û ji hemû zimanzanan bêtir
kurdî bizanibin. Nexwe wê destê xwe navêjine ferheng û gramereke
kurdî û wê du gotinan fêr nebin! Tew mala minêêêê!
-
- Dema
ku dibêjin, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”, ez dibêjim qey
dixwazin rasterast wisa bibêjin, “Ê heval bi darê zorê ez piçekî
fêrî tirkî bûm, niha ev kurdî jî ji ku derket yawwww. Bi vê
tiraliya xwe ve heta sed salên din jî ez nikarim gotineke kurdî fêr
bibim. Jixwe rêveberê partiya me jî piþtî sê gotinên kurdî
diqulipîne ser frekansa tirkî. Helbet zimanê me pirrrrrrrr zengîn e.
Heke di televîzyonê de bernameyek bidana min belkî min xwe fêrî sê
çar gotinên kurdî bikira, lê eva xwesûya min jî hez ji min nake,
ma ez biçim xwe di zinarekî re bavêjim heyran…. Yaw ma her tiþt
maye ser piþta min. Tiþta herî baþ ez bibêjim ‘Ez kurdiya akademîk
nizanim!’ û hewww. Jixwe tu kes jî ji vê gotinê fêm nakeeeee...
Dev ji min berde hevalê hêja…!?”
-
|
|
|