Ez mamoste tu mamoste, golik ma bê mamoste!

  Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

Dema ku em bixwazin gotinekê bikujin, serê ewil em radihêjin gijila wê gotinê, paþê wekî kesên 'Dûredîtî Dixwederîtî'yan em ji niþka ve diruçikînin û bêyî ku em bavêjin tenûra alim û zanyaran em davêjin çala devê xwe û hema xwedê çawa da em bi xaroviço dicûn.

Piþtî ku me wê 'gotin'ê spehî cût û ti rih û þemal pê ve nehiþt, em hemû heyîn û tunehiya wê dadibelînin û dû re bi merasîm û kokteylekê em pêþkêþî mamoste û hevalên xwe dikin.

De vêca bicûn mamoste û hevalnoooo! Êdî roj roja we ye gidînoo! Hûn jî hinekî bikin çep çepppp! Çepçepa devê we bila bidome heta ku xwedê ji jor de Kurdistaneke têrgotin bi rê kir.

Ji vir û pê de ji xwe hûn jî texmîn dikin ka çi bi qedera gotinên wisa tê: Heta ku Xwedê got erê, em ji berekê ve wan gotinên ku bûne qurban dicûn û dû re davêjin ser sergoya garana xwe.

Bi serê xwe û we kim, em jêhatî ne looo! Em ferz û sinetên xwe jî jê kêm nakin: Û el-fatîha... Û amîîînnn... Û destê xwe bi ruyê xwe de bînin... Û dû re bi hil û heyecan em dikevin pey gotineke din....

Wilehî bilehî û tilehî, em fêrî orf û adetên xwe bûne. Em bixwazin kîjan gotinê bikujin, rê û rêbazên me her eynî ne. Tu dibêjî qey me mekteba vê yekê xwendiye heyran!!!

Ez vêga li ser serpêhatiya hin 'rehmetî gotinan' difikirim, bi rastî jî dilê min bi wan diþewite.

Ma hewce ye ku ez 'Ferhenga Gotinên Ku Me Kuþtine!' li ber cenabê we rêz bikim û we bixim nav hewayeke nostaljîk.

Ma hewce ye ku ez bînim bîra we ka me, 'spas û paspas'an, 'silav û kulav'an, 'serok û merok'an, 'heval û meval'an çawa kuþt û çawa avêt ser sergoya mêjiyê xwe.

Ez dibêjim qey ne hewce ye mamosteninooo!

Jixwe em dizanin bê ka destê me di xwîna kîjan gotinan de hebû.

Tiþta ecêb û xweþ jî ev e ku qatilên xelkê bi tena serê xwe ne, lê qatilên me em hemû ne. Jixwe ferqa me û vê dinyaya beredayî jî ev e. Yanî dema ku em bixwazin neyarekî bikujin -pardonnnn- gotinekê bikujin, em wekî egîtan alî hev dikin, mil didin hev û paþê jî em bi hev re el-fatihayê li ser dixwînin.

Ez lê dinêrim vê pêla dawî jî em tiþteke wisa dikin.

Tu dibêjî qey em van rojên dawî jî dîsa ketine nava kampanyayekê da ku em bi hev re gotinekê bikujin.

Navê wê rebena gotinê jî: MAMOSTE ye...

Wekî feqeyên berê em dîsa alîkariya hev dikin û dikevin pey wê gotinê. Ka hûn jî dêna xwe bidinê, ez dibêjim qey em bi ser jî dikevin!

Ji ber ku em êdî ji her kesî re dibêjin: MAMOSTE!

Ji ber ku êdî her kes ji me re dibêje: MAMOSTE!

Ez mamoste, tu mamoste, ew mamoste, em mamoste, hûn mamoste... El-fatîha li ser rihê mamoste!!!...

Henek ne li aliyekî, lê bi xwedê em filîm in looo! Heger a niha yekî xerîb were û li vî halê me yî evdalane temaþe bike gelo dê kîjan mamosteyê me yî 'Mamoste' bersiveke maqul bidiyê.

Wisa xuya dike ku em ê hemû bi hev re bersivê bidinê; ji ber ku em hemû 'Mamoste' ne. Jixwe kîjan evdê xwedê, bersiva me bi hev re seh bike ez bawer im dê darek biçe ciya wî û dê ew jî wekî me bibe 'Mamoste!'.

Ez mamoste tu mamoste, golik ma bê mamoste!

Ev çawa çêbû heyran; tu dibêjî qey van salên dawî doxîna devê me sist bû! Êdî devê me li gorî ûtiya kîjan garanê beþþþþþ bibe, em bi wî awayî dizirin û diþtexilin.

Êdî qûnekek were di dehlika diya me de kundiran biçîne, em dikarin jê re bibêjin "Mamoste" û madalya û xelateke keskesor jî bi singa wî ve deynin!

Heke bi rastî jî em hemû mamoste bin, ê nexwe emê ders bidin kîjan golikannnnn! Ka bêjin, ê nexwe emê çi ji vî halê xwe yî golikane bikin!

Yawww bi xwedê bazara me golikên bêserî gelekî zor e! Heger ku her kes "Mamoste" be, ê nexwe çi bû ji van "Mam-nezan!"ên me keçêêêê! Ka bêjin 'nezan'tiya xwe firotin kîjan feqîrê Xwedê û kumê hostatiyê ji kîjan cegerxwînî wergirtin.

Ev xêr eeeee, qey þev eeee bavooooo! Ez dizanim ku heta doh jî ji ber van 'Mamnezan'ên ku hingê jî ji xwe re digotin em mamoste ne, hema bêje me hemû têkçûnan tahm kiribû û hê jî tahm û lezeta wê di ber devê me de ye!

Heyran, kî çi ji hev re bibêje jixwe serbest e, lê xwezî me dev ji vê jiyana xwe ya 'cîdî' û pivdayî berda û em hinekî jî li gorî dilê xwe tev bigeriyan.

Mesela hûn qet li rastî dialogeke wisa hatine gelo:

- Elooo mamoste merheba...
- Yeww sed merheba mamosteyê mamosteyan...
- Tu xuya nakî mamosteyê xerîb, tu çi dikî çi nakî...
- Mamoste wellehî ez vêga gotinekê dikujim, gelo tu çi dikî?
- Qet nepirse mamostecan! Wê rojê min jî gotinekê kuþt, lê vêga gotineke bêbav di destê min de ye, ez niha dirûçikînim, lê gelekî li ber xwe dide. Ma qîjewîja wê nayê te mamoste!!!


Mamosteyên hêja!!! (Ên ku dizanin dew birayê mast e!)

Ez henek menekan nakim! Ez þeveqekê rabûm, min dît ku her kes ji hev re dibêje "Mamoste!" Peyva 'Mamoste' ew çend zêde dibûn û li kolanên bêxwedî li hev diketin û wekî çeqilmastê dikewêyan ku, to û nivîþka wê hema di cih de dibûn Doxtorrrr û Trextorrrr!

Gelo ji xeynî kurdan ti miletekî dî heye ku hez dike ji wan re "Mamoste, Nivîskar, Serok, Doxtor û Trextor" bê gotin??? Gelo kîjan hestiyê me vala ye ku em miriyên wan gotinan e???

Ya rastî min serê ewil digot ku 'Mamoste', ew kes in ku di înþaakirina ken û giriyên Kurdistanê de dixebitin. Ez hê jî welê dizanim!

Piþtî ku min meselê fêm kir, min dest bi vê mîrata nivîsê kir. Lê min dît ku hin kes ji min re jî dibêjin, "Mamoste!". Na naaa, bi serê we ez aciz nebûm! Hinekî li xweþê min jî çûûûûû.

Welhasil kelam, kî ji min re got "Mamoste!" min her yekî 100 Dolar ji wan stand û berê wan da mala mamê xwe; da ku bizanibin dew û mastê 'Mamostetî'yê li mala mamê min çêdibe.

***
Koçernot: Ev nivîs berî zayînê di www.mamê-misto.com de wekî dermanê golikan weþiya, paþê di www.mamê-hostanecar.com de wekî reçeteyê ronesansê hate xwiyanîkirin, dû re di www.mamoste-golik.com de wekî rêziknameyekê hate dîtin, lê piþtî ku di www.mamoste.com de hate weþandin gelek kesan xwest ku bibin mamoste! Herî dawî li gelek cih û deveran wekî vîrûsekê belav bû...