|
|
“Ez
tirk-manciya akademîk nizanim!”
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Ez
niha li vir çend gotinan bi tirkmancî jî ‘yazmîþ’ bikim, ez
bawer im wê dîsa hinek kes bi ser serê min de þildim bildimê
bikin û wê bibêjin “Ez tirkmanciya akademîk nizanim!”.
-
- Yanî
çawa ku em li jêr û jor pêhniya pêlava hev xweþ nas dikin, her
wiha em di meseleyên ‘akademîk’ de jî bezê guhê hev baþ
dinasin.
-
- Loma
ez dibêjim qey meseleya “kurdiya akademîk” ji zanîneke akademîk
bêtir ‘tiraliyeke akademîk e!’. (Mesele ji vê tiraliya me re
patent lazim e, lê em serî li akademiyekê jî nadin! Heyf!?..)
-
- Ji
bo ku em fêrî xwendin û nivîsandina sê çar gotinên kurdî
nebin, em bi sed ‘bahaneyên akademîk’ ve îmana hev derdixin û
navê wê jî datînin, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”
-
- Heta
ku jixwerevîn ji me re bibe starek, helbet wê tiral-gehên me jî
wekî xweliya Xwedê zêde bibin.
-
- Heta
ku em hez ji van ‘derewên adademîk’ bikin û fêrî pênc þeþ
gotinên zimanê xwe nebin, serê we xweþ be wê zimanê me jî her
li benda lêkolînên akademîk bisekine.
-
- Heta
ku em ji vê 'koletiya xwe ya akademîk' memnûn bin, helbet wê her
dem fikir û têgehên wekî “Ez kurdiya akademîk nizanim” jî di
bexçeyên civaka me de zûka þîn bibin.
-
- Heta
ku em hezarûyek ‘bahaneyên akademîk’ yên xwedêgiravî
‘welatparêz’ên me bi delalî pûç nekin, helbet wê zimanê me
jî di bin lingê wan de can bide.
-
- Heta
ku em ava þêlo ya van ‘kundirên akademîk’ zelal nekin, helbet
wê sloganên beredayî yên wekî “Her zimanek insanek e!” jî ji
rihê civaka me re bibe nanekî germ.
-
- Heta
ku em þikir ji vê ‘bindestiya akademîk’ bikin û bibêjin
“elhemdulîlah!”, helbet wê rebena kurdî di bin siya tirkî ya
welatparêzên me de rih bide.
-
- Hingê
em behsa çi jî bikin feyde nake ezgorî. Tu behsa ‘kundir’ bikî,
wê yekser zebeþî fêm bikin.
-
- Û
dema ku Nanxwurê Cilqetîn bi tirkmanciyeke jihevketî ve xwe li
civakê wekî zimanzanekî kurd bide nasîn, helbet wê civak jî li
her derî ‘kurdiyeke akademîk’ bigere.
-
- Ne
min got: em pêhniya pêlava hev xweþ nas dikin!
-
- Di
bîst sih salan de em fêrî tirkî dibin. Ji bo gotineke tirkî em
sed ansîklobedî û ferhengan diperitînin, lê ji bo ku em du gotinên
kurdî fêr nebin, em li rûyê hev dinêrin û bi derew û bahaneyên
akademîk ve dibêjin "Ez kurdiya akademîk nizanim!"...
- Tew
mala minê!!!
-
-
|
|
|