|
|
Felsefe
çi ye?
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Felsefe
ew e;
-
- Ku
meriv bi xêra wê hemû têgehên serdestan ên ku li ser serê
bindestan ferz dikin bi du pirsan ve pûç bike…
-
- Ku
meriv li ser rêya wê, alaya fikra azad di çax û demên herî tarî
de jî bilind bike û wê ji fikrên nû re bixe çirayek…
-
- Ku
meriv li ser bêhnfirehiya dîwana wê rihê hiþeke delodîn bistewîne…
-
- Ku
meriv wê li ser pêlekanên keysê neke ‘ziman’ê gotegot û
fesadiyê…
-
- Ku
meriv li ber wî deriyî çok vede û bi sebreke mezin bikeve li pey
þopa zanînên nû…
-
- Ku
meriv li ber siya wê çiyayê pirsên wêrek ava bike û ji barbarên
nû re bixe barîkatek…
-
- Ku
meriv di nav perestgeha wê de medîtasyona gotinên avis bike…
-
- Ku
meriv li ber bejn û bala wê bêriya sohbetên xweþ bike…
-
- Ku
meriv bi saya serê wê hemû kelheyên jixweraziyan bi awirekê ve
bipeliþîne…
-
- Ku
meriv ji eþqa wê di dêrê de jî xêra mûrîdên Mihemed
bixwaze, lê di mizgeftê de jî ji
qewmê Mûsa re diayan bike…
-
- Ku
meriv li ser rengîniya ‘felsefe’ya wê heta êvarê li ser sporê
pirtûkên cihê bixwîne, lê bikaribe li ser evînê jî helbestên
qeresa binivîse…
-
- Ku
meriv ji bo armanca fêmkirina wê bi roj firaxan biþo, lê bi þev
jî wekî egîdên berê þervantiya welatê xwe bike.
-
- Ku
meriv ji bo bîr û boçûnên wê hemû semyan û mîrata fîlozofan
daqurtîne nava rihê xwe, lê avahiyên rihê xwe jî li ser
felsefeyeke nû ava bike…
-
- Ku
meriv ji bo dînîtiya wê hemû dîn û îdeolojiyan wekî navê
xwe nas bike, lê bikaribe ji yekî jî bawer neke.
-
- Ku
meriv ji bo têgihiþtina rihê wê ne tenê wêneyê ‘ser’ê fîlozofan
bikiþîne, lê pêþî hewl bide ‘nig’ê wan bikiþîne…
-
- Welhasil
felsefe ew e ku di her tiþtî de jî siya xwe bide der, lê di tu
tiþtekî de jî maneyeka wê ya hêsan tunebe!
-
- Jixwe
tiþta ku felsefeyê jî dike ‘felsefe’ ev e!
-
-
- Koçernot:
-
- Ev
nivîs bersiva pirsa “Felsefe çi ye?” ya edîtorê malpera
‘felsefevan.com’ hêja Elî Gurdilî bû!
-
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|