Ferhenga Aþtiyê!

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 

 
 
Aþtî: Dermanê ku hêdî hêdî bêhna wê tê kirin.
 
Aþtîxwaz: Yê/a ku wekî navê xwe jê bawer dike.
 
Aþtîparêz: Yê/a ku wekî þitlekî wê diparêze.
 
Qasidên Aþtiyê: Yên ku ji bo aþtiyê ketine binê axa sar.
 
Dayîkên Aþtiyê: Yên ku ji hêsirên xwe ‘þeraba aþtiyê’ çêdikin.
 
Helbesta Aþtiyê: Ya Yanîs Rîtsos e, dema ku dibêje “Xewna ku dayîk dibîne ye aþtî!”
 
Mizgefta Aþtiyê: Mizgefta ku þervanên kurd û tirk tê de ji bo ‘dîn’ekî nimêj bikin.
 
Tirsonekê Aþtiyê: Recep Tayîp Erdogan e, ku divê kurd piþtgiriyê bidinê û wî fêrî cesareta aþtiyê bikin.
 
Roviyê Aþtiyê: Denîz Baykal e, ku dûvê xwe li kodika aþtiyê dixe.
 
Paytexta Aþtiyê: Helbet Amed e, te vê yekê ji zû de ye heq kiriye Amed!
 
Welatê Aþtiyê: Helbet Kurdistan e, ku ji bo nîþaneyên aþtiyê hêsiran dirijîne.
 
Dijminê Aþtiyê: Dewlet Bahçelî ye!
 
Fesadên Aþtiyê: Fesadên ku di pêvajoya aþtiyê de, fesadiya þer dikin.
 
Gulên Aþtiyê: Zarokên vî welatî ne, yên bê dêbav mezin bûne.
 
Rengê Aþtiyê: Kesk û sor û zer e.
 
Heneka Aþtiyê: Aþtî hat kuroooo! Na looo??
 
Geneka Aþtiyê: Þer e, ku carina di ber aþtiyê re keysa xwe xweþ dike!
 
Nivîskarê Aþtiyê: Nivîskarê ku di dema þer de jî jidil banga aþtiyê kiriye.
 
Telefona Aþtiyê: Di navbera Ehmed Tûrk û Beþîr Atalay de ye.
 
Sembola Aþtiyê: Kevokên ku bixwe jî nizanin ka çend dek û dolabên Roma Reþ hene.
 
Gotina Aþtiyê: Ez ji te hez dikim!
 
Meseloka Aþtiyê: Rojnamegerekî Amerîkî her roj dema ku diçe kar, li ber Dîwarê Girînê yê Qudusê zilamekî dibîne ku her roj diayan dike. Mereq kiriye, jê pirsiye:
-Ez her roj we li vir dibînim ku hûn diayan dikin…
-Erê, ev 30 sal in ku ez her roj li vir ji bo aþtiyê diayan dikim…
-30 sal..?? Gelo hestekî çawa bi we re heye?
-Hestekî wisa, ez dibêjim qey ez her roj bi dîwar re dipeyîvim…
 

 

 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org