Ferhenga Kurdên ‘Spî’

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 

 

 
 
Ferhenga kurdên ‘spî’ tevlihev û bê serûbin e!
 
Wekî falbazên heftserî ne; ji wê ferhengê fikir û têgehên pûç derdixînin, dema ku lazim be nav gohê civakê dixin.
 
Mîna sosyologên qûnneþûþtî TRT6 û Roj TV’ê datînin ser mêzînekê, bi du sê teorîbadanên fehþ ve dixwazin serê çend zarok û mindalan tevlihev bikin û dû re jî rûnin ser dûvikê xwe.
 
Dema ku lazim be kesên wekî Edward Saîd ji xwe re dixin çek û mertal, lê dû re jî di qesrên serdestan de fesadiya bindestên feqîr dikin.
 
Ji bo ku patika xwe stûrtir bikin, pêlî hemû teoriyên xwe yên gulgulî dikin: ji karikê re dibêjin bizin.
 
Serê her þeveqê bi þal û þapikên kurdî ve banga yekîtiyê dikin, lê þev jî wekî polîsên sîvîl di navbera partî û dezgehên kurdan de Bekotiyê dikin.
 
Wekî pisîkên henûnok, xwe di rola mazlûmtiyê de nîþan didin, lê ji bo vegirtina textên serdestiyeke nû qayîþê dikiþînin.
 
Ji bo ku ‘keçel’iya wan li ba dewletê xwiya neke, ‘perûk’ên ecêb didin serê xwe.
 
Têkçûna sirgûnî û penabertiya xwe, dixwazin ku bi qumaþekî riziyayî yê TRT6’ê ve pîne bikin.
 
Nivîsên wisa, li qatên bilind ji xwe re dixin prestîjeke nû; bi derewên xwe yên postmodern ve emrê ne-ti-tiþt-iya xwe heta pênc roj din dirêj dikin.
 
Xwe li her derî wekî reformxwaz nîþan dikin, lê bi hewldan û zirtolekiya xwe ve rê nadin ku hereketa kurd di nav xwe de reformekê pêk bîne.
 
Gotin û têgehên genî ji sûka ergenekonê distînin, lê li sûka kurdan jî maneyeke kurdî jê re digerin.
 
Di ferhengên wan de peyvên nola wekhevî û azadiyê pir in, lê dilê xwe jî bi girtina DTPê xweþ û bêþ kirin.
 
Xwe bi ava zemzemê jî biþon, li gorî çax û dewranên nû fetlên nû jî bidin xwe, her kes dizane ku ji bo aqilê dewletê ew hê jî Cemîlê Çeto ne.
 
 
   
 
   

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org