|
|
Garanê
bimeþ bimeþ…
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
- Garanê
bimeþ bimeþþþþ…
-
- Bide
dû dûmana nivîskarên kedî û xwe-sansûrkirî! Çavên xwe yên
delal fêrî ‘quncik’ên vîkîvala bike. Birîna civaka xwe bispêre
destê du devçeltikan.
-
- Wîjdana
nivîsê neyne bîra wan ji bo Xwedê. Ji mekteb û fêrgeha wan fêrî
soz û bendên qewlborî bibe.
-
- Bide
dû rêça helbest û gotinên beravêtiyan, da ku tu rihê helbesta
‘azad’ nas nekî; da ku rihê te bêhemdî jî be ‘Pireya
Hezkirinê’ tewaf neke.
-
- Garanê
bimeþ bimeþþþþ…
-
- Bide
dû meþ û þeqreqa xwedubarekirinê!
-
- Lê
nebî nebî tu rojekê jî fikrên radîkal ji xwe re bixî pirseke
tirsonek. Nigê xwe bike wê pêlava erzan ya ku þev û roj li ser
serê me digevize.
-
- Xerîteya
rihê xwe bike qurbana dû serseriyan, bide ser rêça gûyê wan.
-
- Garanê
bimeþ bimeþþþþ…
-
- Bide
dû þeqþeq û çeqçeqê. Fêrî strana çeqçeqokê bibe. Li ber
dirdir û birbirê ‘hêvî’yên xwe þîn bike. Li kêleka
zirzirok û tirtirokan behsa pirpirokan bike.
-
- Xwe
li çemê xirxir û birbirê bide. De tu jî wekî wan bide dû
firfirokê! De tu jî kevçiyê xwe li girara gijgijokan bide gidîîîî.
Heyyyttt min çavê te xwarooo!
-
- Garanê
bimeþ bimeþþþþ…
-
- Bide
ser rêçeke nenas. Mûyên pozê xwe ji koleksiyona xêrjixwenediyan
re veþêre. Nîvhenekekê jî li kum û þaþika cîranê xwe neke.
Diayekê xwe ji riya rêwiyekî re nexe tiberik.
-
- Bi
wê hilma devê xwe pêlavên ‘xayîn û qehreman’ên serkaniyê
bibiriqîne. Qûtê zarokên xwe ji wan ‘zikmezin’an re bixe eyd
û bimbarek.
-
- Bide
ser tir û fisên ‘zana û seyda’yên qunneþûþtî. Bila guharên
‘Nezan nizane ku nezane!’ bi guhê te ve dahelînin.
-
- Garanê
bimeþ bimeþþþþ…
-
- Bide
dû dîn û îmana wan ya bêmiraz. Li ber rexneyên wan bigirî û
cegera xwe biperitîne. Rojê sê danan pesnê wan bide, ka Xwedê
gotiye çi!
-
- Xwe
fêrî rê û rêbazên siyaseta wan ya zarokane bike. Ji bo mijûlahiya
wan hewl bide tu jî leyîstokeke nû biafrîne. Di nava wê felsefeya
zarokane de bîra zarokatiya xwe bike. Behsa ‘îzm’eke nû bike,
bila kêfa cemaetê were, heyyt min kezeba te xwarooo!
-
- Garanê
bimeþ bimeþþþþ…
-
- Bide
dû tovê kundirên wan. Ji xwe re pêþerojeke berhewa ava bike da ku
tu rojekê li ba bikevî. Di nava ‘Sûka Kundiran’an de behsa bayê
xwe yê di qûna kerê mirî de bike, belkî hema Xwedê tiþtek pê
ve hat.
-
- Bide
ser rêça kefenê xwe. Bibîne ka kefenê te çawa didirûn, bi kîjan
derewan boyax dikin. Deng
neke, bila pêjna te neyê haaa, xwe tev nede heyran, þþþþþtttttt,
heyyt tu berxê min î haaa!
-
- Garanê
bimeþ bimeþþþþ…
|
|
|