Gelo em Kurd Sado-Mazoþîst in?!
 
 
        
Evdile Koçer, Evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
Ez jî wekî we gelek caran li ser difikirim ku gelo em kurd çima vê zilm û zordariyê û vê neheqiyê li kurdên xwe dikin.
 
Çima em her dem îmana kurdên xwe di çepera nezantiya xwe de dimiçiqînin û vê îþkence û tadayiyê li wan dikin.
 
Gelo em ji vê orf û adeta xwe ya ku me bi xwe ve zeliqandiye zewq digirin?
 
Gelo em kurd bi rastî jî sado-mazoþîst in, an na???
 
Kurdek dema ku mesela hemû xewnên xwe yên þkestî û beravêtî di wê klîba xwe ya zirzirokî û tirtirokî de wekî Siltan Slêman dicivîne ser dilê hev, çima di binî de navê “senaryo û derhêner” dinivîse.
 
Gelo ji me birêzekan re dixwaze çi bibêje?
 
Dixwaze çi nîþanî me feqîrên xwedê bike? Bi rastî jî ez mereq dikim heyran.
 
Gelo dixwaze hemû gotin û nifirên me yên ku di hiþê me de bi qalikên xwe yên resen û bi senaryoyên xweþik ve ji Enstûtiyên Kurdî re bûne koleksiyon, ji nû ve bivejîne û li ser serê senarîst û derhêner bibarîne... an dixwaze bi wê ‘huner’baziya xwe ve –bi qewlê birakên me Toriyan!- me bipeqîneeeeeaa.
 
Gelo heke ji me ‘heyran’ên xwe re ‘Klîba sado-mazoþîstekî’ bikiþîne ji vê zilmê dê ne çêtir be???
 
Çaxê ku stranbêjek çend gotinên ku fonetîka “Turk Dil Kurumu” (Saziya Zimanê Tirkî) jê tê di çala devê xwe yê pîroz de dibe û tîne, çima paþê di binî de navê “Peyv û gotin” dinivîse.
 
Tu dibêjî qey wan gotinan di çala devê xwe yê bimbarek de negerîne dê kurdî bikeve ber mirin û sekeratê.
 
Henek ne li aliyekê, lê bi rastî jî ez pirr mereq dikim loooooo!
 
Gelo dixwaze ku em hemû heyranok û payîzokên ku di dilê me de li benda vekolînên mûzîkjenên kurdî ne, bi meqam û awazên nû lê vegerînin û jê re bixin stranên(!) nû... an dixwaze bi wan gotinên xwe yên asîmilebûyî ve –bi qewlê birakên me Botiyan!- me biçirîneeeeeee.
 
Heger ji me ‘hezkiri’yên xwe re bi wan gotinên xwe yên rind delal xweþik bedew spehî û kuwes û guzel ve ‘Strana Sado-mazoþîstan’ çêke gelo dê ne çêtir be???
 
Siyasetmedarekî ku ji xeynî siyasetê her tiþtî dizane, dema ku di berêvarekê de xwedayê mezin riya wî þaþ dike û li deriyê mala me dixe, çima devê xwe wekî Bulent Ersoy xwar dike û bi tirkiya Zekî Muren ve tecawizî rihê me dike.
 
Gelo dixwaze ku em mêvanperweriya xwe ji bîr bikin, bi dûvê wî ve bavêjin kadînê û heta ku bi kurdî ziriya têr ka û ceya kurdî bidinê û jê dernexînin... an dixwaze bi wê zirezira xwe ya bi tirkî ve –bi qewlê birakên me Þirnexiyan!- me bidirîneeeeeeee.
 
Heke ji me ‘Berberojkên Siyasetê’ re, bi mûzîka Zekî Mûren ve qala ‘Siyaseta Sado-mazoþîstan’ bike gelo dê ne baþtir be???
 
Bi rastî jî ez pirr mereq dikim loo.
 
Gelo heke em hemû diriyan çiriyan û peqiyan, dê mêrên diyên me pirr zewq bistînin?
 
Gelo peqpeqokên orgazmê dê li ser rihê wan ê têkçûyî bikeve û dê her tiþt safî bibe?
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org