Gelo Gihîþt Kîjan Kurdistanê?!...
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
We jî niha gelek caran ji devê Medyaya Kurdî seh kiriye ku gotine filankes an jî bêvankes gihîþte Kurdistanê.
 
Dema ev “gihîþtina Kurdistanê” tê dikeve ber gohê min, ez jî nizanim ji ber çi, lê hema yekser heca miqedes, tewaf û taeta Heciyan tê dikeve ber çavê min.
 
Û gelek caran ez ji xwe dipirsim: Gelo gihîþt kîjan Kurdistanê?
 
Li aliyekî Heciyên ku bi tonek peran ve dikevin pey baweriyên xwe: Berê xwe didin Heca miqedes û bi rih û dilekî paqiþ û xweþ ve vedigerin malên xwe...
 
Li aliyê din jî hin Heciyên ku di bin navê Hecîtiyê de her tiþtî dilewitînin: Bi tonek peran ve ji heca miqades vedigerin...
 
Helbet canik û xweþmêrên ku Hewlêr û Slêmaniyê wekî çavên xwe dihesibînin û qesta wê dikin, ne mijara vê nivîsê ne, ez jî xulamê wan çavan im.
 
Lê gelo em ê bajar û hemû serkeftinên kurdan ji çavên “hecî”yên din çawa biparêzin ezbenî...
 
Ji ber ku her destkeftiyeke kurdan wekî “qibleyeke nû” tê dikeve ber çavên van “heci”yên me yên qûnneþûþtî. 
 
Û ev heciyên me, wekî di çîrokên Hirç û Rovî de simbêlên xwe BI DONÊ TEORIYÊN NÛ badidin û mîna bayê bezê digihîjin qibleya wê Kurdistanê.
 
Ji ber ku wan ava siyasetê, rûyê sosyolojiyê û çîrokên Roma Reþ nexwendine, li gorî taviya biharê her roj “digihin” derekê: Rojekê tûrekekî didin milê xwe û berê xwe didin BAKUR, roja din jî bi telîsê spî ve li BAÞÛR têne dîtin. 
 
Ya rebî bê lome!
 
Yanî ezbenî hemû mesele ev e, kurt û zelal e: Li gorî ferheng û pirtûka ku nexwendine di hiþê xwe de “Kurdistan”ekê ava dikin û dixwazin bi lez û bez bigihîjin wê Kurdistanê!
 
Kurdistana heyî ya ku bi gul û nêrgizên xwe, bi toz û heriya xwe û bi feqîrî û delaliya xwe ve roj bi roj wekî spîndarekê þîn dibe û siya xwe dide her sê perçeyên din, ne bi xema ti çîkê wan e ezbenî!
 
Di dibistana seretayî û di dersa yekê de bi lêdanê em hemû bi hev re fêrî vê yekê bûn: Heke li gundekî Afrîkayê jî “K”ya Kurdistanê jî ava bibe, her sê dewlet dê kefenê hev ji stûyê hev derxînin û dê bi hev re bavêjin ser hemû Afrîkayê, lê ev “Hecî”yên me pîvazeka xwe jî naxin qurbana serê Kurdistanê.
 
Bi taybetî hin kesên ku ji Ewropayê “digihîjin” Kurdistanê, bêyî ku haya wan ji felsefeya guherîn û pêþketîna Ewropayê hebe, bêyî ku destê xwe xistibin bin dîwareke welatê sirgûniya xwe, dixwazin ku bi xalîçeyên sor û lîmozînan ve werin pêþwazîkirin û dixwazin li hemberî xwe tax û kolanên Parîs, sîstema London an jî sazî û dezgehên Stockholmê bibînin.
 
Lê dema ku li rastî Kurdistaneke wisa nayên jî xwedêgiravî xwe aciz dikin, li gorî fesalekê xwe dicircirînin û gilî û gazincan dikin.
 
Welleh bavooo xweþ bazar e!
 
Dema ku –bê mane!- diþkên û dîsa vedigerin þkeftên sûrgûniya xwe, bêtir çireya rihê wan vedimire û xwe li taq û diwarên xerîbî û tenêtiya xwe didin.
 
Camêrên ku nizanin li bajarê wan –mesela li Berlînê!- çend kitêbxane hene, dixwazin ku li Hewlêr û Slêmaniyê navê wan bikeve ser kolanan.
 
Kurdistana heyî ya ku pêdiviya wê bi plan û projeyên zêrîn heye, ya ku hewceyî destê parastin û pêþketinê ye helbet ne bi xema wan e.
 
Ji ber ku ew bê hemdî xwe di nava Ewropayeke bi rêk û pêk û gulgulî de dijîn. (Heke ez niha xwe þaþ bikim û bibêjim Ewropa çawa bûye “EWROPA”, sedîsed dê henekên xwe bi min bikin.)
 
Bi tenê dixwazin gundîtî û evdaliya xwe ya li Ewropayê bi hiþekî oryantalîst li Kurdistanê bixin projeyeke(?) zêrîn. Dû re jî berê xwe didin ber peravên Behra Spî, -ma hewce ye ku ez bibêjim!- da ku qûna xwe bidin ber tava Xwedê!
 
Parastin û peþxistina Kurdistanê wekî çîrokên di piþt çiyayê Kaf de ji van “Hecî”yên me dûr e! Ji ber ku ew “Hecî ne bi tenê ji qûna xwe razî ne!”
 
Naxwazin bigihîjin Kurdistana me ya ku berî her tiþtî jê re defter û pênûs lazim e; dixwazin “bigihîjin” Kurdistana xwe ya zêrîn a ku li gorî kêfa dilê xwe resmandine û neqiþandine; da ku hemû xeyalên xwe yên jiyaneke beravêtî li ser bivejînin..
 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org