Gelo stranbêjî, an pîvazbêjî?!...
 
 
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
 
 
Dema ez dibînim ku hin canik û camêr li ser televîzyonê stranan dibêjin, hema yekser bêhna pîvazan tê dikeve pozê min.
 
            Ya rebî þikir ji te re!
 
Tu dibêjî qey stranan nabêjin, dixwazin pîvazan bifroþin. Lê bi serê wan kim pîvaz jî bi vî awayî nayêne firotin. Ji ber ku ji firotina pîvazan re jî hunerek lazim e...
 
            Yanî ezbenî hemû mesele ev e: Camêrê ku hema telîsê pîvazan bida piþta xwe nikaribû li sûka bajêr di pênc deqeyan de bifrota...
 
            Divê kêm zêde bizaniba li ser pîvazan sê çar henek menekan bikira.
 
Divê bi zimaneke edebî û dîplomatîk eþkere bikira ku pîvaz di meseleya Yekîtiya Çîkkirinê de çi feydeyê dide?
 
Divê bêyî ku îmana meriv bibe helakê, bi çar pênc gotinên kurt û kurmancî behsa xal û xarzîtiya pîvaz û welatparêziyê bikira.
           
Divê pîvazolojiyê qet nebe wekî navê partiya xwe bizaniya...
           
Û divê bizaniya û bizaniya...
 
            Baþ tê bîra min, berê dema ku pîvazfiroþ dihatin gundê me, roja herî xweþ bû ji bo me zarokan.
 
            Canik û camêrên ku nedikarîn pîvazên xwe bifroþin, dikiran xirecir û belasebep dest bi stranekê dikiran.
 
            Lê ez îro fêm dikim ku ewan nedizanîbûn stranan jî bistrên! Dengekî hiþk î nerazî ez nizanim ji ku dera wan derdiket ya rebî!
 
Roja me reþ, serê me gêj dikiran.
 
            Me hingê ji wan re digot stran-gêj!
 
            Lê belê yên ku bi cireke xweþ pîvazên xwe difrotin, berê xwe didan oxirê, hêdî hêdî dest bi stranekê dikiran: “Ez xelef im xelef im hawar e mîr hawar e...”
 
Ya rastî mirov her dixwest bi wî dengî re bimeþiya.
 
            Lê gelo îro???
 
            Îro jî mirov dimeþe... dimeþe û diçe Qudûsê li ber Dîwarê Girînê ji halê van stranbêjên me re pênc þeþ saetan ji xwe re digirî û bêhna dilê xwe rihet dike.
 
Di ber re jî meriv hawara xwe digihîne Mihemed Þêxo: “Ey felek bo te dinalim, bo çi nêrgiz çilmisî...”
 
            Ma nexwe dê meriv çi bike ezbenî?
 
            Eva ez li vir li ber destê we sond dixwim ku, heke min rojek ji rojên xwedê di destê van stranbêjên me yên ezîz û delal de kitêbekê dît ku diþibe kurdî –kitêbên bi japonî û çînî jî çêdibin, ji ber ku ew jî li gorî van stranbêjên me piçekî diþibin kurdî!- ez ê dev ji vê mîrata nîvîsê berdim û biçim wekî berê gund bi gund bigerim û ji xwe re pîvazan bifroþim.
 
            Heke min rojekê dît ku stranbêjekî me ji dil û can got, “Temaþevanên hêja, li min negirin mixabin ez pir bi kurdî nizanim, lê piþtî ku Amerîka boçekê li Tirkiyeyê bixe û tif bike rûyê Enqereyê, ez hingê dixwazim fêrî kurdî bibim...!”, ez ê jî hingê bi sirûda “Ey þoreþgerê Kurdistan, leþkerê roja giran...” ve bibezim û biçim destê wî stranbêjî mirç mirç maçî bikim û deynim ser eniya xwe. Dû re ez ê xelata “Gotina Rastiyê! Rastiya Gotinê!” bidimê.
 
Heke min rojekê dît van camêrên me di stûdyoyê de henekeke bi kurdî kirin, na na hema sed mêtro jî di ber neqeba henekeke kurdî re derbas bûn, na na an jî hema niyet û teþebûsa xwe anîn ku dest bi henekekê bikin, ez soza Botiyan didim we ku ez ê ji dil û kezeb û gurçika xwe bikenim û ezê kenê xwe bikim Cd-yekê û ji wan re wekî diyariyekê biþînim.
 
            Heke min rojekê ji wan seh kir ku hema bi þaþî û xeletî jî behsa dengê mozabeþê jî dikin, bi her sê telaqê bêfito ez ê bi van gotinan derkevim himberî we: “Xwendevanên hêja! Stranbêjê me yî herî navdar berî du deqeyan behsa dengê mozabeþê kir, lê ew wekî her car dîsa mutewazitiyê dike, ya rastî ew dixwaze behsa dengê Mozart bike haaa, bila xebera we jê hebe...”
 
            Ma nexwe dê meriv çi qewl û sozan bide ezbenî?
           
            An jî, tiþta herî baþ ez dev ji vê mîrata nivîsê berdim û biçim bi ava pîvazan piþta van stranbêjên me mizzzzzzzzz bidim.
           
            Jixwe tiþta herî popûler û xweþ jî ev e ku em heta êvarê bi ava pîvazan piþta hev mizzzzzz bidin!
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org