Gelo tu dizanî bi kurdî bixwînî? 
 
 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com  

 

 
Berî çendekê min û siyasetmedarekî qerase li Brûkselê di civateke nas û dostan de me sohbeteke germ digerand.
 
Ev sohbet ew çend germ bû ku te digot qey ji vê sohbeta me to û nivîþk dirêjiya ser sikakên Brûkselê…
 
Di wê hingavê de min dil dikir ku pirtûkeke xwe ya “Mirin” diyariyê siyasetmedarê me yê tirtire bikim.
 
Lê ji wê mereqa koçeriya xwe min çend gotinên bêguneh guvaþtin û bi dengekî nizim û narîn nîvpirsek jê kir: “Gelo cenabê te dizane bi kurdî bixwîne?”
 
(Waa weylêêêê! Keçê te keziya xwe bi ser delalîkên xwe de ji binî de kur bikira û vê pirsê nexista devê xwe!!??..)
 
Jixwe piþtî wê nîvpirsê hema bêje hemû jiyana min jî guherî û îmana min derket. Erê ez ne keç bûm ku min keziya xwe kur bikira; lê ev pora min ya spî piþtî wê nîvpirsê bû pembû û niha hazir e ku ji we re bibe lihêf ezgorî!
 
Heke ez careke din bêhemdî jî werim vê mîrata dinyayê, ez ji niha ve sonda mêrê berê dixwim ku ez ê qet riya xwe bi xopana Brûkselê jî nexim, heke ez li dinyayeke din jî li rastî camêrekî wekî wî siyasetmedarê me bêm ez ê hemû pirsên di serê xwe de bi sabûna kizwanan biþom û ez ê wî wekî Celadetê duyem îlan bikim.
 
Piþtî wê nîvpirsa min rengê siyasetmedarê me zer û spî bû. Bi þêwaz û retorîkeke ecêb gotinê zivirand ser meseleyên din. Ji niþka ve serê çend hevokan –bêmane!- girt û anî ser pirsgirêka zarava, devok û alfabeyên kurdî!
 
Ez jî nizanim bê çer çawa çilo, lê yekîtiya alfabeyê bi sînorê çar parçeyên Kurdistanê ve zeliqand û wekî tevna ku pîrika min dihûnand girêda.
 
Wekî teþîrêsekî jîr Peymana Sevr û Lozanê jî bi van sînoran ve danî. Bêyî ku nefes bistîne berê gotinan zivirand ser planên CIA, MOSSAD, KGB, MUXABERAT û MÎTê û nola qehremanekî dawî bala min kiþand ser 172 dewletên komplo-ker!
 
Ez hê jî li benda bersiva xwe bûm. Heke hingê bersiveke “ERÊ” an jî “NA” bida min, min ê bawer bikira ku heta çend salan dê Kurdistan jî ava bûya.
 
Heke ku bersiveke biçûçok jî bida vî koçerê xwe û bigota a niha xwe tazî bike û heta Amedê bibeze, bi serê xwe û we kim, min nedigot, “NA!!!”.
 
Jixwe min jî wekî mîrêkî botiyan her sebra xwedê dikiþand û her digot, “Belê ezbenî!”
 
 
Belê min devê xwe beþ kiribû û wekî parsekekî mabûm li benda bersivekê.
 
Dû re bi cegereke peritî behsa dinyaya global kir û got ku mixabin kurd di nav vê çerxa dinyayê de zû winda dibin.
 
Piþtî çend analîzên qewlborî ên li ser karekterên partiyên Kurdistanê, ji min re behsa pêlavên parlamenterên AKPê kir û dû re lê zede kir ku divê kurd bi her awayî li her qul û deverên dinyayê li ber xwe bidin û li dijî xayînên derve û navxweyî hiþyar bin.
 
(Rehmetî bavê min ez dibêjim qey ji ber vê yekê ye ku navê kekê min berî 35 salan xistiye HIÞYAR!)
 
Du saetan jî bi gotinên pir nazik behsa gundê xwe û bedelên ku malbata wî dane kir. Di wê navberê de bêyî ku ez bi xwe bihesim berê sohbeta me quliband ser çapemeniya azad!
 
Hindik mabû ku behsa sînyalên ROJ TV jî bike, xwedê dizane heke ku min rê bida belkî qala bernameyên ku tevli bûne jî bikira.
 
Lê min gotinê bi cesareteke mezin bi hingivê Berwarî di nivî de birî û lê vegerand, “Belê ezbenî! Tiþtên ku tu dibêjî mimkun e ku hemû rast bin û wekî mast jî bin; belkî tu ji dilnizmiya xwe pir hindik jî behs dikî… Lê cenabê te bersiva pirsa min neda..”
 
Bi rengekî pir cîdî got ku, “Pirsa te çi bû gelo…?” (Heke min hingê kêrek peyda bikira, min ê vî zimanê xwe yê ku carina xwe þaþ dike û çend gotinan dixe pirs jê bikira û ji camêrê me re bixista goþtê bistê, lê mixabin min peyda nekir!)
 
Min þerm nekir û bi vî zimanê xwe yê dirêj ve pirsa xwe dubare kir: “Gelo cenabê te dizane bi kurdî bixwîne?”
 
Dîsa rengê xwe sor û zer kir: “Tu ji bo çi dipirsî? Derdê te çi ye?” (Camêr pir nazik tevgeriya û ji min re negot ‘Xayîn!’)
 
Min lê vegerand: “Na na ti derdê min tune, min hez dikir ku pirtûkeke xwe yanî kitêbeke xwe diyariyê cenabê te bikim…”
 
Siyasetmedarê me wiha berdewam kir, “Ya rastî kitêb pir mûhîm in, lê mixabin hê jî kitêbxaneyeke kurdan tune… bi taybetî kitêbên bo zarokan pir pêwîst in… Lê zilm û zordariya dewletên dagirker rê nade ku….”
 
Ji bo ku ev nivîs dirêj nebe –jixwe bi têra xwe dirêj jî bû gerçî û bû hevsarê 99 gundan!!!- û îmana we xwendevanan jî dernekeve, ez mecbûr im ku wê sohbetê li vir di nivî de bibirim.
 
Heta îro jî min bersiva pirsa xwe ji wî siyasetmedarê me yê tirtire wernegirtiye, belkî jî bersiveke ku bide min tune, lê heke rojekî got “ERÊ” an jî “NA” ji bo xatirê çavên we ez ê binivîsim!
 
Sozzzzzzz!
 
Erê me got ‘SOZZZ’, wîîîîî!
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org