Goristan û Zindana Kurdî!
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
Bifikirin ku; dê meriv li derve di hizûra ferxikên ergenekonê de ji bo zimanê kurdî bi dehan çalakiyan bike, dê meriv bi darê zorê be jî bi hezaran re qala rihê zimanê kurdî bike, ji ber vê sedemê jî dê meriv bête girtin û berê meriv bidin zindanekê…
 
Lêêê… Jixwe ‘lêlê’ya me jî ji vir û pê ve dest pê dike: Di wê zindanê de, ji bilî du sê kezebþewitiyan dê meriv nikaribe ji ‘girtî’yên din re qala peyv û meyveke kurdî jî bike, dê meriv nikaribe ji filozofên mezin çend gotinan deyn bike û ji wan re qala zindana di hiþ de bike…
 
Ji ber vê yekê, keko Hemîd (Dilbahar) ji bo vejîna civakekê serê min bi te bilind e, lê ji vê xwelîseriya belaþ re ji vê zindana di hiþê me re jî stûyê min xwar e!
 
&&&
 
Bifikirin ku; dê meriv li derve di hizûra sîxur û sergolikan de ji bo çand û hunera kurd bi dehan xebatan bike, dê meriv çîrok û zargotina kurdî bi darê zorê be jî li ber nifþên nû þîn bike, ji ber vê sedemê jî dê bi stûyê meriv bigirin û riya zindanekê nîþan bikin…
 
Lêêêê… Jixwe ‘lêlê’ya me jî ji vir û pê ve dest pê dike: Di wê zindanê de, ji xeynî du sê cegerperitiyan dê meriv nikaribe ji ‘girtî’yên din re behsa çîroka man û nemanê bike, dê meriv nikaribe gotine bibe ser ‘Þûrê Xelef’ jî.
 
Ji ber vê yekê, keko Evdile (Gurgen) ji bo xwejinûveavakirina welatekî dilê min bi te þa ye, lê ji vê malkambaxiya erzan re ji vê zindana di mejiyê me re jî qelema min þikestî ye!
 
&&&
 
Bifikirin ku; ji bo man û nemana Kurdistanê dê meriv bimire û serê xwe bide haziran, lê çend kesên qiblenenas dê berê kêla te bidin Enqereyê û dê li ser te helbesteke bi tirkî(?) bixwînin.
 
De vêca were safî bike!
 
Ahaaa meriv hingê careke din jî dimire!
 
Loma heta ku em Zimanê Kurdî ji wê zindana me ya navxweyî rizgar nekin, em ê nikaribin hebûna Kurdistanê jî ji goristana ferxikên ergenekonê azad bikin!
 
Koçer-zane: Kî Nizane?
 
Bernameya Murat Batgî ya bi navê “Kî Zane?” di Gûn TV de dest pê dike. Li gor agahiyan dê xelatan bidin kesên pirr-zane. Lê ez dibêjim qey heke xelatan bidin kesên ‘nezan’ baþtir e. Ji ber ku ti kes jixwe gotinê nabe ser nezantiya xwe û jixwe maþilleh her kes her tiþtî jî dizane. Loma karê Batgî jî zor e bi þerefff! Henek ne li aliyekî, lê pêdiviya civaka me wekî nan û avê bi bernameyên wisa hene. Spas ji bo amadekaran û pîroz be Murat!

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org