|
|
- Govenda
Me ÇIma Xera DIbe?!
-
-
-
-
-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
-
- Ev
dused sal e em eynî pirsê ji xwe dikin: Govenda me çima xera dibe???
-
- Ma wê
çima xera nebe, bavê mino!
-
- Di nav
me de hin ‘egît’ hene. Heftserî ne. Heftê deng ji wan seriyan
dertê…
-
- Bav û
birayê min û te ne! Dîk û roviyên hewþê,
xwelîserên malê, serkêþên ‘eþîr’a min
û te ne!
-
- Perspektîfên
xav ji wan dirijê: Tu dixî
tilîlî û firizî jî –mixabin- nameyên.
-
- Þîretên
qewlborî ji wan dibare: Ne bi kêrî masîgiran tê, ne jî kusîgir…
-
- Pêþniyarên
riziyayî ji wan dertê: Nabin niviþtî jî, hey Xwedê te hiþtî!!!
-
- Bê werîs
û bê kurtan in!
-
- Ji cirn
û afirên xelkê, ji avrêjên cîranan, ji sergo û bênderên
nezanan, perspektîf û teorîyên beravêtî top dikin û ji
‘govendgerîn’a me re dixin bela!
-
- Kumsor
û peyvsor û çavsor in!
-
- Tu dibêjî
qey ji mekteba dewleta veþartî dîploma
girtine: Cirnexweþên siyasetê, serhiþkên civakê û belafiroþên
nas û dostan in!
-
- Ew
bibêjin, ‘Elîf!’, meriv ‘Bê’yê ji ber wan direvîne! Ew bibêjin,
‘Baþûr’, mirov divê xwe bigihîne hawara ‘Bakur!’…
-
- Yekîtî
û mekîtiya kurdan, serkeftin û selametiya civakê ji devê xwe yî þêrîn
kêm nakin, lê tu dev ji her sê telaqê xwe jî berdî (Her sê telaq:
Govendgirtin; Govendgirtin; û Govendgirtin!?..), ew ji ya xwe nayên
xwarê.
-
- Gundî-man
û man û man in!
-
- Ew
di þkeftan de jî bijîn, ew simbêlên xwe yî boq di qesrên zêrîn
de jî babidin, ew di înternetê de navê xwe jî biguherînin, ew dev
ji partiyên xwe jî berdin, refleks û kurmê mêjiyê wan yek e:
-
- “Pîrika
min ji ya te delaltir e! Pêlava min ji ya bavê te xweþiktir e!”
-
- Ev
demek dirêj e, li ser piþta min û te ne.
-
- Xweliya
nezanîna xwe, direþînin ser serê me. Teprepa wan e! Li ser serê me,
‘govend’ê digirin. Bi taybetî sergovendê nadin ti (tu) kesî. Ji
bo çend dîmen ji Kurdistanê, heta bê milê wan xwe dihejînin jî.
Destmala wan jî kesk û sor zer e!
-
- Heta
vira, her tiþt normal e! Hûn dikarin bibêjin, kesk û sor û zera wan
jî zêde ye… Lê mesele ji vir pê de, dest pê dike: Nizanin destmalê
jî bigirin!
-
- Tu dikî
û nakî dengê te seh nakin: “Kuroooo, sê gav bavêje, hinekî xwe
bitewîne û paþê destmalê bihejîne!”
-
- Nexêr!
Nexêr! Nexêr!!!
-
- Qet
nebe, dengê te jî seh nakin. Qet nebe, xwe nadin aliyekî û fêrî
‘govengirtin’ê jî nabin: Here were, miaþê
te govendxerakirin e!
-
- Niyeta
wan çi
be jî, qiblenameya wan belî ye: “Yek du sê, min ji ‘kurd’ên
din re navê!”
-
- ‘Govendgerîn’a
welatê xwe, wekî polîsên Sêrtê jî fêm nakin.
-
- Na
na, derdê min ne ew e ku, ez jî ‘govend’a vê nivîsê xera bikim.
Min di serî de got: Bav û birayê min û te ne! Yanî, ez im, tu yî,
ew e!!!
-
- Helbet,
wekî min û te, ew jî 40 Kurdistanan dixwazin. Helbet, dilê wan jî
li Baþûr lê dixe… Lê encama refleks û awirên wan, ahenga
‘Govenda Kurdan’ xera dike…
-
- Qaþo,
ew melayê berjewendiyên kurdan in!
-
- Xwedêgiravî,
ew siltanê stratejiyan in!
-
- Dilxweve,
ew doxtorên civaka me ne!
-
- Lê,
gundî-mayîn û nefsmeziniya wan dibe sedem ku, partî û dezgehên
kurdan ber bi hev ve neyên û
‘GOVEND’ê negirin!
-
- Hê
jî hesabê kartol û pîvazan dikin…
-
- Hê
jî behsa tirþik û þorba rijî dikin!
-
- Ji
kerema xwe re, ‘GOVEND’a me xera nekin!
-
|
|
|