|
|
Gulfiroþa
TRT 6’ê!
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Bi
heftiyan e ez xwe davêjim ber sebra xwedê û dibêjim, sed car
tobe ez ê di derbarê bernameya TRT 6 Gulfiroþ de tiþtekî nebêjim
û nenivîsim.
-
- Ez
nefesên kûr dikþînim, rojê deh caran Hezretê Muhamed, Îsa
û Musa û sed û bîst û çar hezar pêxemberên din tînim bîra
xwe û ji xwe re dibêjim, “Dê niha kurdekî me yî Swêdê xwe
bigihîne hawara min û dê ji tirkmanciya Niþtî Stêrk re du
gotinên mamostayane bibêje û dê dilê me giþan rehet
bike…”
-
- Min
ji xwe re got, “Koçero, tu ji pêvajoya nû tiþtekî fêm nakî,
piçekî din sebrê bikiþîne, dê niha zana û alimên kurdan du
ayet û sureyan di derbarê rezaletiya bernama Niþtiya ku kurdî
diherimîne û di bin tirkî û swêdiya xwe de binax dike, ji min
koçerê xwedê re vebêje…”
-
- Ya
rastî berî ku ez dest bavêjim van gotinan jî, min hêviya xwe
ji çend nivîskarên ku bi xêra ‘projeyên kurdî yên swêdê’
bûn zilam, nebirî.
-
- Min
got, wê niha yek ji wan di guhê Niþtiyê de bi kurdî biqîre
û dê bibêje, eyb e keça min, þerm e, fihêt e, bi vê
tirkmanciya xwe te em kurdên swêdê rezîl kirin…
-
- Lê
ji bo xwedê, ez li vir, li ber vê bernamê behicîm û teqiyam,
lê tu kes dengê xwe nake.
-
- Piþtî
temaþekirina vê bernamê ez her roj bi hevala xwe ya Alman re bi
bahaneyekê ve þer dikim, lê tu kes ji van rewþenbîrên
‘Roja Teng’ destê xwe danayne ser bîrana min.
-
- Gerçî
hevala min li ser pevçûna me analîzeke psîkolojîk kir û
destnîþan kir ku piþtî temaþekirina tirkmanciya Niþtî Stêrkê
bi wê re bi baheneyekê ve pev diçim û vê bernamê li min
qedexe kir, lê wekî mazoþîstekî kurdî li ber vê bernamê îþkencê
didim xwe ya rebî.
-
- (Pornekurê
nahêle ku ez êdî li ser soza kurdî ya Emîne Aynayê jî binivîsim,
de vêca were û nemre.)
-
- Ez
dizanim, wê niha hinek ji van welatparêzên me bibêjin, ‘Ê
hevalê koçer, jixwe TRT 6
e, ma tu yê çi hêvî ji wan bikî’ (Eyb e meriv bibêje, lê
ji xwe ew jî hemû meseleyên kurdî maþilehhh bi vî rengî çareser
dikin û xwe ji her tiþtî diþûn! )
-
- Hinek
kurdên me yên pêþketî(?) jî wekî meseleya ‘KAR’ li
bernameyên TRT 6 dinêrin. (Li gorî wan, meriv di MÎTê de jî
kar bike, meriv dikare xwedêgiravî xizmetê ji welatê xwe re
bike! Tew mala minê!)
-
- Lê
heke ev kurdiya Niþtî Stêrkê di ROJ TV’yê de derketa, dê
hinek ji van zimandirêjên ku niha xwe kerr û lal dikin ji vê
yekê re bigotana, “Hewlo hawar, welat difroþin! Hewlo hawar,
kurdî herimandin! Hewlo hawar, kurdî asîmîle dikin!”
-
- Welhasil
kelam, bi nivîsandina vê nivîsê re min dîsa li bernama
Gulfiroþ nihêrî, (di vê kêliya bernameyê de peyva ‘tarî’
xist ‘torî’, erê bi serê we!) min ji xwe re got, ‘Heke Niþtî
bikaribe di vê bernamê de, nîvhevokeke kurdî jî saz bike,
heke ez carekê bê hemdî jî biþirîm an jî keniyam, ez ê jê
re bêjim aferîm ji te re prensesa kurd û ez ê vê nivîsê
neweþînim…’
-
- Lê
niha terbiya min a botanî rê nade ku ez ji tirkmanciya wê ya
beredayî re, ji wê bernama wê ya bêlome re tiþtekî bibêjim.
(Ji xwe ez behsa mêvanên tirkîaxêv, stranbêjên tirkîbêj,
henekên tirkî nakim, da ku hûn zêde aciz nebin û wekî min bi
hevala xwe re þer nekin!)
-
- Li
þûna Niþtiyê, min dixwest ji wan ‘egît’ên ku niha xwe
kerr û lal dikin û li bendê ne ku tevlê ‘Gulfiroþ’ê
bibin, bi kurt û kurmancî du gotinan bigota, lê ez ditirsim ku
pozê wan jî neþewitiya.
-
- Axir,
hema serê we bixwe, bernama we jî û pêþketina(?) we jî!
-
|
|
|