Gundî û Bajarî

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

 

Gundî, bi þîrê þêran ve sê emrên xwe jî di qesrên bajaran de pîr bikin dîsa di newaleke teng de jiyanê li xwe diherimînin; lê bajarî, di koxika gundekî kavil de jî bijîn dûmana jiyaneke keskesor di kuleka xwe re derdixînin…
 
Bajarî, hebûna xwe di nav çavikên þaristaniya dinyayê de diçirûsînin û dixin taca zêrîn; lê gundî, di nav qelebalixa dinyayê de hebûna xwe winda dikin û ji bo ku xwe bi ‘hebûn’eke din ve pîne bikin dikevin pey xwexapandinên nû…
 
Gundî, wekî nîvkarîkatûreke piþtkurmî li hemû meydanên pesn û zirtan lotikan davêjin û li wir zîl didin; lê bajarî, ji bo ku karîkatûra hiþê xwe temam bikin li hemû qad û newalan doxîna ked û xuhdanê diqetînin…
 
Bajarî, ji bo xeyalên xwe li ber siya çand û zimanê civaka xwe bajarekî nû ava dikin; lê gundî du rojan dikarin dev ji ‘xeyal’ên xwe berdin û bidin dû siya reþahiyeke din…
 
Gundî, li ser navê ‘Kurdistan, partî û heval’ fikir û tîqetîqên dilê xwe oto-sansûr dikin; lê bajarî hemû heyîn û tunehiya ‘Kurdistan, partî û heval’tiyê ji civaka xwe re dikin fikir û tîqetîqên biriqî…
 
Gundî, pir hez dikin ku ji qaþil û toþalên xwe ji pûçatî û sergoyên xwe bi darê zorê ‘îzm’eke qûndiriyayî ava bikin; lê bajarî dema ku ji sergoyê wan ‘îzm’ek jî li pey wan bikeve þerm dikin ku behs bikin û dikevin taya zanînê…
 
Bajarî, her dilopeke rexneyê jî weke qurtek þeraba kevin dadiqurtinin hinavên xwe; lê gundî hemû zibla di hinavên xwe de vedireþînin ser dilopeke rexneyê…
 
Gundî, ji bo ku ‘Prof.’ û ‘Dr.’ li ber navê xwe binivîsin û di sûka nezanan de bejna xwe bilind bikin, meseleyekê diherimînin û bi þerefeke mezin ve naveke wisa bi xwe ve bizmar dikin; lê bajarî ji nav û bernavên wisa ditirsin, ji tirsa wê bargiraniyê bi xwe ve mîz dikin, sed ‘dîplom’ên wan ên wisa hebin jî rojekê xwe bernadin sûka nezan û korezanan da ku ti kes ji wan re nebêje, ‘Prof.’ an jî ‘Dr.’…
 
Gundî, bi keleþên zingargirtî ve xwe noqî birbira garanê dikin û bi gotinên qelew ve çepikan li vê garanê zêde dikin; lê bajarî, bi qelemþûriya serwext û bi gotinên sivik ve dixwazin birbira garanê roj bi roj terbiye bikin û rengê hunerekê bidin þeqþeqa çepikan…
 
Gundî, dema ku bêhemdî jî bibin ‘edîtor’ bi tenê li serê þekala xwe û li firehiya kuleka mala xwe dinêrin; lê bajarî dema ku di xew de jî bibin ‘edîtor’ xewa wan diþeriqe, bavitî û serkêþiya nifþên nû tê dikeve ber xewn û xeyalên wan û ziravê wan diqete…
 
Gundî, dema ku behsa siyasetê tê kirin karê betalan tê bîra wan û wekî gamêþên zikmezin xwe davêjin erdê; lê bajarî ji hebûna siyasetê zewq digirin û rihê xwe bi toza siyasetê hine dikin…
 
Gundî, gotineke mîzahî û henekeke gulgulî jî ji derdora xwe ya biçûçok re dixin hêlekanên gotegot û fesadiyê û bi BEKOtiyeke ecêb ve ser û binê dinyayê li bin guhê hev dixin; lê bajarî, awireke qerfî espriyeke biçûçok jî ji behra jiyana xwe re dikin rihê nefesstandinê û bi vegotineke nû ve datînin ser sofreya nas û dostan…
 
Gundî, bi ‘gundî’yên din re dikevin pêþbaziya mîzkirin û simbêlbadayînê û ji bo ku îktîdara sergo û serkaniyekê bi dest bixin çavê xwe sor dikin û xwe fêrî hemû dek û dolabên nûjen dikin; lê bajarî ji serkaniyên hemû îktîdaran wekî revreva xwedê direvin û dixwazin ku rihê xwe li ber xuþexuþa kaniya gundekî ji hemû dek û dolaban vebiþûn...
 
Gundî, li ser kerê xwe yê kurtanqetiyayî ve bi wê siyaseta xwe ya erzan û belaþ bi gotinên sifto û genî ve aqil didin SER-GUNDÎyên din û bi vî awayî dixwazin di nav hêlîna þekalên wan de ji xwe re koxikeke piçûk peyda bikin; lê bajarî serê her kêliyê kurtanên rihê xwe nû dikin, gotinên dilê xwe jinûve diteriþînin û hewl didin ku ji hemû gundiyan tiþtên nû fêr bibin…
 
Gundî, di hewþa xwe de wekî bereketa nefelê ‘giyayê tehl’ diçînin, pehînekê li rojname û televîzyonên xwe didin û dixwazên bi zimanê serdestên xwe di þevûrojekê de di televîzyonên gundiyên din de meþhûr bibin; lê bajarî pala xwe didin hewþa xwe û dixwazin hemû giyayên xwe di hemû televîzyonên dinyayê de meþhûr bikin…
 
Gundî, dixwazin wekî stranbêjên dagirkerên xwe turkû(!)yan bistrên û dengê xwe bi buhayeke giran bifroþin gundiyên din; lê bajarî hez dikin ku ji dengê karik û berxikên kal û pîrên xwe straneke nû çêkin û bi nifþên nû re gohê xwe bidinê…
 
Gundî, awirên ‘eþîr’a xwe îdeolojiya partiya xwe ji zikreþiya xwe re dikin berkiraseke dinyanedîtî û bi tîr û kevanên ko ve dikin tehdît û mîna xwelîseran direþînin ser serê ‘gundî’yên din; lê bajarî bi îde-olojî û fikrên xwe yên nû ve hewl didin ku hemû ‘tehdît’ û rengên xwelîseriyê ji ferhengên Kurdan derxînin û rûyê partiyên xwe spî bikin… 
 
Gundî, ji korezaniya xwe grêkeke nû li pêþketin û guherandina gundê xwe grê didin; lê bajarî, ji bo ku grêkeka li pêþiya guherandinê vekin ronahiya çavê xwe dirijînin…
 
Gundî, ji bo ku bibin serokbelediye û parlamenter dûvê çil roviyan bi hev ve grê didin û siyasetê wekî prezevatîvekê bi kar tînin; lê bajarî bi cotkarî û paletiya siyasetê ve hez dikin ku hejmara dil-rovî û prezevatîv-keran roj bi roj kêmtir bibe…
 
Gundî, her tiþtê ku bêhna kurd û Kurdistanê jê bê bi metodeke bêserûber ve ji gepa çala xwe re dikin projeyeke zêrîn; lê bajarî, gepa zarokên xwe ji veguherandina Kurdistanê re dikin projeyeke zêrîn…
 
Gundî, ji ber tirsa rihê xwe qedera civakekê davêjin bîra dêleguran; lê bajarî qedera civakekê dixin tirsa rihê xwe û ji bo dêleguran bîrên xef dikolin…
 
Gundî, rihê xwe bi gotegot û fesadiyên bin-filitî yên cîranên xwe dineqiþînin; lê bajarî rihê cîranên xwe bi gotinên xwe yên dil-filitî ve dineqiþînin…
 
Gundî, dema ku canê wan aciz bibe lêva xwe gez dikin û bi kuftekuftê ve agirê tenûra xwe ji bo fikrên cihêreng xweþ dikin; lê bajarî bi fikrên cihêreng ve agirê hiþê xwe xweþ dikin…
 
Gundî, bêhna pêlav û xuhdana xwe tevlî planên saziya xwe dikin û tevgerên oto-asîmîlasyonê weke orf û adetekê di nav çalakiyên saziya xwe de bi cih dikin; lê bajarî sazî û dezgehên civaka xwe wekî kelheyên xwevejandinê dihesibînin û bi xêra van saziyan diranê asîmîlasyona bêbav diþkênin…

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org