Hejika Ertugrul Ozkok û Kopalên Koçeran!
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
Belê em vê psîkolojiya têkçûyî ya sergovendê garanê Ertugrul Ozkok baþ nas dikin!
 
Ji vê yekê re teoriyên Foucault û Adorno ne lazim in.
 
Rebeno jixwe nediçû qula xwe vêca rabû hejikek jî bi serê dûvê xwe ve kir.
 
Niha li ber wê melodiya “arabesk” ya Mûslûm Gursesî ve berê xwe dide newaleke tarî ya bê ser û ber!
 
Niha dixwaze bi wê “Hurriyet”a xwe ve, bi aqilê xwe yê sosyolojiya þerxwaziyê ve bibe waliyê Kerkûk û Musulê!
 
Helbet heqê kurdan e jî ku li gorî sosyolojiya xwe ya nû û ji bo “Azadî”ya zarokên xwe pêþwaziya wî û vê garana heftserî bikin.
 
Bi qewlê wan çîrokên kurdan, dema ku berê xwe bide deþt û çiyayên baþûr dê çi toz û dûman bi ser bikeve bi tenê xwedê û þervanên kurdan dizanin.
 
Ertugrulê tirkan vê çavsortî û dînemêrtiya xwe bêminetî dike; lê vêga li bendê ye ku kurd ji her milî ve kopal û þûrên xwe tûj bikin, pêloxên agir bi hejika wî ve deynin û dîsa berê wî –bêmane!- bidin qula wî!
 
***
 
Belê Ertugrulê tirkan bi hejika xwe ve sergovendiya garana þer nade destê ti kesî!
 
Lê gelo heke di rojeke wisa teng de Ertugrul Ozkokê me kurdan jî hebûya dê çawa bûya???
 
Ya rastî di rojeke wisa mij û dûman de min nedixwest ku ez qet bûbûma Ertugrul Ozkokê kurdan.
 
Na naa þaþ fêm nekin, ne ji ber ku zirara mihan tê de heye!!!
 
Nexwe ez ê jî mecbûr bûma ku hejikekê bi serê dûvê xwe ve bikira; belkî di ser de min kopaleke koçerî jî bi wê hejikê ve grê bida ezbenî.
 
De vêca bifikirin piþtî wî kopalê koçerî dê ‘film’ê me jî dest pê bikira.
 
Wekî orf û adeteke kurdan bi xêra serê vê mîrata înternetê helbet min ê jî wekî serokekî dawî zend û bendên xwe vemala û bangeke gulgulî li PKKê bikira.
 
Bi ser navê “Yenî sûreç ve gorevlerimiz!-pêvajoya nû û peywîrên me!- ” de min ê bi zimanekî dîplomatîk ji hevalan rica û lava bikira ku piþtî çayvexwarina qaçax heta hûn kurmancî, soranî, zazakî û koçeriya akademîk(?) fêrî wan 8 eskerên reben nekin, nebî nebî hûn wan berdin haaa!  
 
Ji ber dereceya welatparêziya xwe dê gohê xwe bidana min an na ez nizanim, lê bi rastî ez ji niha ve ji vê ditirsim ku di nav wan eskeran de yek du eskerên kurd jî hebin.
 
Nebêjin çima?
 
Heke yekî ji wan eskerên kurd ji ber tiraliya xwe got “Ez naxwazim zimanê kurdî ogrenmîþ bibim, ez dixwazim heta hetayê burda kalmîþ bibim…” a hingê em ê ji binî ve rezîl bibin û dê rûyê me wekî qîra Ezraîl reþ bibe.
 
Gerçî ev demek e gelek bakuriyên me fêrî rezîltiya tiraliyeke wisa bûne, lê neyse heval…!
 
Lêbelê tiþta xirabtir, heke eskerên tirk jî bêhemdî xwe, çav bidin van kurdên xwelîser û di ber xwe de bikin pistepist, “Yahu bunlar dillerini ogrenemiyeceklerse, bizler niye kendimizi yirtalim anacigim! -Yaw heke ev zimanê xwe fêr nebin, ma em ê çima xwe biçirînin diya min!-” a hingê dê qiyameta me jî rabe bi serê we kim!
 
Ji ber van sedeman bi rastî jî ez naxwazim bibim Ertugrulê kurdan û ez naxwazim xwe jî û we jî bihetikînim û bi awayeke zindî bixim binê vê erda sar!   
 
Niha belkî hûn dibêjin, Ertugrulê me jî aqilê xwe bi penîrê koçeran xwariye!
 
Nexêr ezbenî!
 
Heke ew esker zimanê me piçekî nas bikin, belkî rojekê tesîra xwe li nas û dost û civaka wan jî bike. Belik heþîn nabin lê bi vî awayî bi xêra ziman belkî civaka tirk hebûna me û kurd û Kurdistanîbûna me jî qebûl bikin.
 
Nexwe tiþtên din çeqçeqok in!
 
Nexwe derdê min ne ew e ku ez serê we bihêþînim ezbenî!
 
 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org