Heke ez bûma tirk?!
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
Jixwe min gotibû ku “ez xwe bi ava zemzemê jî biþom, fotokopiyeke tirkbûnekê jî nadin min…!” û min xwe ji vê xeyalê(?) veþûþtibû.
 
Lê hin dost û xwendevan dixwazin min proveke bikin û berê min didin ser tenûra tirkan; kêm zêde wiha dipirsin: “Gelo heke tu bûyî tirk, tu yê çi bikî?”
 
Ma min ê çi nekira gidî?
 
Bi serê xwe û we kim belkî hingê min hejikek jî bi serê dûvê(terî) xwe ve bikira.
 
Ez dizanim ku tu carî belik hêþîn nabin, lê dîsa jî heke ez bûma tirk:
 
Min ê bi sed teoriyên tevlihev ve nehiþta ku BAKURÎ li saziyên Amed û Sêrtê koneke þînê bo qatlîama Kurdên Êzîdî vegirtana. Kesên ku bixwestana behsa kurd û kurdistanîbûna êzidiyan bikiran, min ê bigota zilamên Îsraîl û Emerikayê ne û hiþê her kesî þêlo bikira!
 
Min ê lêkolîneke koçerî bikira ka gelo tercûmanên kurdî ên 20 mebûsên kurd hene an na? Heke hebûna minê komployeke elî-osmanî bihaniya serê wan rebenan û nehiþta ku ji parlamentoyê gezek nan bixwarana û ji nivîseke wisa haydar bûna.
 
Ji bo ku nekarîne tîr û kevanekê jî çêkin min ê cezayê hûcreyê bida hemû êl û eþîr û gundiyên Omer Dilsoz! Ji bo xizmeta hemwelatiyan min ê rê û rêbazên çêkirina mayîn û bombeyan bi wêne-vegotinê ve bixista qanûna bingehîn a nû de!
 
Kesên ku nûçeyên Cemîl Oguz bêçavkanî bi kar tînin, min ê bi delîl û belgeyan ve eþkere bikiran ku hevalên ‘Tûrkmen Cephesî’ ne û dixwazin ku Kerkûkê bi Enqerêyê ve grê bidin.
 
Li ser navê þêwaza mîzahê min ê bi heft îþkan ve xwe biguviþta û çi çêr û xeber –bê mane!- ji min derketana min ê bibaranda ser cîran, milet û kes û kûsên din! Roja þemî û yekþemê dê bûya roja çêrkirin û xwerihetkirinê!
 
Dema ku hin klîbên kurdî bihatana ser televîzyonên kurdî min ê çavê xwe bigirta heta ku min pancikeke reþ bavêta ser qutîka TVyê. Û dû re jî min ê hawara xwe bigihanda xwedê bo ku vî koçerî efû bikira: “Sibhanallah, estexfirullah….”
 
Min ê sed û bîst û pênc malper bo ‘çand, ziman û huner’ê ava bikiran, lê min ê bi þev û roj bi tenê behsa þeqreq û teqreqa gund û ‘gundî’tiya xwe bikira!
 
Min ê xwe ferî kurdî bikira, nivîsên dûvedirêj bêserûber bêmane û belawela binivîsanda û bihiþta ku îmana xwendevanên kurdî di cih de derketa û berê xwe bidan ser tirkî erebî û farisî.
 
Navê xwe yê cîdî min ê bikira Samî Tan. Dema ku ez ji saziyê derketama, canê min aciz bûya û min bixwesta ku kulavê xwe yê cîdî biguherta min ê navê xwe bikira –bêmane!- Beranê Enîbeþ. Mehên Adar û Gulanê jî min ê bi biryarekê bixista yek meh û navê wê jî bikira –bêmane!- Berbang!
 
Min ê bi tirkî kitêbên wekî zilaman binivîsanda. Heke di nav civaka tirk de pîvazek nekiran, min ê bi pistepisteke bilind bigota “Kurdê xas û resen ez im!”. Bi vî awayî min ê bikira ku xwe di nav civaka kurd de meþhûr bikira.
 
Helbet gelek tiþtên din jî hene ku ez ê bikim.
 
Lê bi izna we be bila ew jî bimînin piþtî ku ez bûm tirk!
 
***
 
Koçer-agahiyek: Her çiqas ku hejmara wan kêm be jî lê ez dizanim ku hinek tirk hene ji min jî baþtir û qenctir in. Bila ev nivîs nebe qurbana hin kesên korezan ên ku ji hîs û hestên mîzahî bêpar in!
 
 
 
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org