Heke ku Tirkiye qezenc bikira…
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
   
 
Xwedê vê carê da xatirê koçeriya min û bi saya serê lîstîkvanê elman Lamp boçekî li tîma Tirkiyeyê xist û piçekî pozê wan ferikand.
 
Heke ku Tirkiye qezenc bikira:
 
Min ê êdî mixabin dev ji koçertiya xwe berda û bi îhtîmaleke mezin li ber hizûra dêmaniyên wekî Samî Tan û Cemîl Oguz ez ê rûniþtama ser dûvê xwe. Belkî min ê êdî nekaribiya ku ti carî ji wan re qala ‘mast’ jî bikira.
 
Li ber komeleyeke kurdan bi Alî Fikrî Iþik ve me yê nobet bigirta û bi hev re bimana li benda faþîstên tirk ên dinyanedîtî. Lê mimkûn bû ku hingê ji ber tirkîaxaftina endam û rêveberên komeleyê, me yê hêdî hêdî hez(?!) ji ‘welatparêz’iya Fatih Terîm jî bikira. (Ya rebî bê lome!)
 
Bi þêwaza Selamo, min ê helbesteke ultra-nasyonalîst li ser Fatîh Terîm binivîsanda û li gorî etîka koçeran êdî jê re bigota, “Birêz!”. Lê ez ji vê jî ditirsiyam ku hingê siyasetmedarekî kurd bi ser min de biqîriya û bigota, “Tu nivîskarekî çawa yî kuroo, ma tu çima du rêzikan li ser simbêlên min jî reþþþ nakî heyran…”
 
Helbet dê kezeba min reþþþ bûya, lê min ê êdî li ser Kemalîstên Kurd ti henek û genekan nekira. Heke xwendevanekî/ê jî bigota, ‘Tu çima henekên xwe yên beredayî oto-sansûr dikî koçeroo…!’, dê hingê rûyê min jî biketa binê erdê.  
 
 
Bi tenê ji bo ku ez bikevim nav antolojiya romannûsên kurd û li derdor qûna xwe bihejînim, min ê dest bi nivîsandina romaneke qalind ya li ser têkçûna Elmanyayê bikira. Lê bi rastî hingê dê ‘ego’ya min çiqas bilind bûya helbet ez nizanim.
 
Min ê malpereke nû ava bikira û li gorî nezanîna xwe tê de behsa “Riknê Rojnamegeriyê” bikira. Dema ku min tê de behsa “Rojnamegeriya malbatê” û “Rojnamegeriya Kurdistanê” bikira, ez nizanim gelo dê çend ‘dost û neyar’ên min zêde bûna.
 
Heta ku tîma Kurdistan bi Elmanyayê re nelîsta min ê êdî li ser siyaseta futbolê teoriyên nû nerêsta. Lê þikir ji xwedê re ez niha dîsa dikarim mû bi zimanê xwe ve bînim û heta ku zimanê min qerimî behsa heft bavê siyaseta futbolê bikim.  
 
Ez dizanim dê rihê min yê komplo-ger piçekî aciz bûya, lê min ê êdî li derdor negota, “Lîstîkvanên Amerîkî û Îsraîlî di nav tîma Tirkiyeyê de hene, ji ber vê yekê qezenc kir…”. Bi serê we belkî ez hingê dîn jî bûma.
 
Li ser navê DTPê min ê pîroznameyekê ji Fatîh Terîm re biþanda û min ê wî dawetî Festîvala Amedê bikira. Lê heke ku Fatîh Terîm ji ‘mîr’îtiya xwe ji niþka ve Ey Reqîb bigota, gelo hingê min ê kîjan xwelîyê bi ser kurdan de bikira.
 
Parlamenterên Kurd ên ku di meclîsê de hez dikin bi ingilîzî bipeyîvin lê wekî turistan li kurdiya xwe dinêrin, min ê li vir navê wan aþkere bikiran û min ê belayên nû bixista stûyê xwe. Lê va ye hûn jî dibînin, Xwedê teala hez ji koçerên xwe jî dike.
 
Li kolanên Amedê bi Zeynelabidîn Zinar re ez ê biketama pey kurdîfiroþên tirkînûs û min ê ji nimreyên pêlavên wan antolojiyeke nû amade bikira. Lê þikir ji van ‘beraz’ên almanan re ez ji vê îþkencê jî xilas bûm.
 
Bi xêra Umberto Eco min ê pirsgirêkên nivîs û nivîskariyê bi gog-ne-nasiyê ve grê bida û min ê nivîseke ‘qerase’ daniya ser þibakên diyarnameyê. Lê þikir ez ji vê jî filitîm.
 
Xwedê teorî-badaneka wisa nexist nesîbê min, nexwe min ê bi gotinên felsefîk ve têkçûna tîma Elmanyayê bi siyaseta AKPê ve grê bida. Ma ez çi bikim heyran!?
 
Nivîskarên wekî min ên ku bi nivîsên wisa re serê we xwendevanan dihêþînin û îmana we diçikînin, min ê navê wan li vir binivîsanda û kartên sor nîþanî wan bikira. Lê va ye hûn dibînin ez hê jî serê we dihêþînim.
 
Welhasil kelam, Xwedê vê carê bi koçeriya min hate rehmê, nexwe ez vêga çûbûm çem û çemmm…
 
   
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org