“Her ZImanek Insanek E!”
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
Dema ku kurdekî me yê dilþêrînok pozê xwe piçekî hildide û wekî fîlozofekî rojhilatî dibêje, “Her zimanek insanek e!” kêfa min tê û ez ji xwe re dibêjim qey camêr li ber koxikê zimanzanan kon vedaye: li milekî ve fêrî sê çar zimanan dibe, li aliyê din ve jî hemû zimanên dinyayê mîna bîbokên xwe diparêze!
 
Lê gava ku ez dibînim wê gotinê bi xwe jî nikare bi zimanê xwe vebêje, ew çîroka kewê tê ber çavê min ku jê re dibêjin, “me te li jor jî dîtiye û li jêr jî!”
 
Ez vê gotinê ne bi tenê ji kesên ‘gundî’ her wiha gelek caran bi wê teorî-badana xwe ve ji devê kesên ‘xwende’ jî seh dikim.
 
Vêca ez ji xwe re dimînim heyîrî: Heke meriv dev ji zimanê xwe berde û xwedêgiravî bixwaze zimanekî din biparêze(!), gelo meriv dibe insanek baþtir?!
 
An jî heke ‘her zimanek insanek’ be, gelo yên ku dibin Ezraîlê zimanê xwe haþayî ji birakên min heywanan nexwe dibin ‘heywan’?!
 
***
 
Bi xêra hin fikrên jakoben û pînekirî yên ku wekî bayê payîzê di kulekê re dikevin hindur, gelek gotin û têgehên gilover û qelew ketine devê civaka me; serê her danê mîna sloganeke germ tê dikevin ser sofreya me.
 
Civak bêyî ku li ser kûrahiya wan gotinan bifikire, bêyî ku sloganên ser wan gotinan biteriþîne wekî benîþtên biharê serê her kêliyê di devê xwe re dipeqîne.
 
Ew gotinên qelew ên ku serdestan qibleya wan a rast di hiþê me de guherandine dihêle ku em hem ji ‘dêr û mizgeft’a xwe bibin û hem jî terka dîwana gotinên xwe yên dilbijok bikin.
 
Di civakekê de dema ku her kes behsa ‘çeqçeqok’ê bike; helbet gelek zor e ku meriv jî bikaribe qala aþê gotin û têgehên xweþik bike.
 
***
 
Çaxê ku meriv dêna xwe bidiyê, dê bête dîtin kesên ku dibêjin, “Her zimanek insanek e!” yan zimanê xwe di devê xwe de mirandine yan jî zimanekî din li ber wê kêliya kêfa xwe qedexe kirine; -dibe ku ev ziman tirkî û tirkmenî jî be, an jî wekî zaravayekî zazakî û soranî be!- ev ‘demokrasî’ya xwebixwe hema bêje li ber hewþa gelek rojhilatiyan bûye fenomenek!
 
Min bixwe bi gelek zimanzan û kesên ku du sê zimanan dizanin re sohbet kirine, me bi hev re aþê zimanên dilciwan gerandine; min nedîtiye ku hema bi henekî jî gotine, “Her zimanek insanek e!” Her çiqas ku felsefeya vê gotinê gelekî kûr be jî, lê bêyî ku ji xwe re bixin sloganeke pûç pê re dijîn.
 
Lê ev gotin li ba me kurdan dibe pêkenokeke pir ecêb: Tu dibêjî qey her kurdê/a ku asîmile dibe bi xêra gotineke wisa xwe li dereweke bêreng dipêçe; tu dibêjî qey hema her kesê/a ku zimanê xwe ji bîr dike, weke kareke insanî diçe vê gotinê ji ber dike, “Her zimanek insanek e!”
 
Ya rebî bêlome!!!
 
Gotinên wisa dema ku wekî þeht û lalan bikeve devê civakekê, hingê dibe “elametê qiyamet”a çand û hunera wê jî.
 
Ji ber ku civaka me ji ‘ta û derzî’ya xwe bigire heta ‘henek û genek’ên xwe ji her tiþtê xwe bûye; rih û hebûna wê mîna miriyên þilftazî di þiveriyên serdestan re li qedera xwe digere.
 
Heke em vegerin ser kaniya serdestên xwe, dê bête dîtin ku her tiþtê me –heta gotinên ku dikevin devê me jî!- bi destê wan tê þêlokirin.
 
Þêlokirina serdestan di devê me de dibe ‘çeqçeqok’ û em ji bîr dikin ku behsa ‘aþ’ê bikin; ji ber vê yekê ye ku ‘þam û miþar’a kurdî jî nayê bîra me!
 
Loma, “Her zimanek insanek e!” ji rihê civaka me re dibe nanekî germ.
 
 
 
 
 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org