Hewlêr:
Mirina Azad
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
Heyla li min jaro
Heyla li te jaro
Me rezikik cando
Hemû þiv û gûz û hinaro
Hey jaro ezo, talano ezo...
(Ji folklora Kurdî)
Erê jaro...
Mirinê, wekî pirpirokên
biharê dîsa xwe noqî newala jiyana me kir. Em û mirin, ev dused sal in
em li ser siya hev dimeþin.
Mirin, êdî ji me re baqek
qaxizên reþeþîn ên serpêhatiyan e!
Erê jaro...
Mirin û azadî çiqas nêzî
hev in. Hêsirên ku di hêlekanên mirinê de distewin, vêga çiqas azad
in...
Erê jaro...
Belkî qederek e, an jî tiþteke
din; lê em Kurd çavên xwe di nav þibakên êþ û cangoriyên xwe de li
çirûskên azadiyê vedikin...
Hewlêr êdî azadtir e...
Hewlêr êdî ji bo kurdan
þibaka azadiyê ye...
***
Kurdên Bakur, divê qetlîyama
Hewlêrê çawa bixwînin?
Neyarên Kurdan, êdî qetlîyam
û dijminatiya xwe bi awayeke henekane dimeþînin. Ji bo ku em ‘xwe’
ava nekin, ji bo ku em ji hêsirên xwe ji xwe re starekê ava nekin, bi hemû
rê û rêbazên xwe ve têne ser me.
Berî her tiþtî em di nav
fikrên xirikandî de, em di nav niqaþên kopîkirî de mey û havêna
qedera xwe dihêlin ji zirbavên xwe re. Ji bo ku em tovê ken û giriyên
xwe nereþînin, em bi her awayî têne manûpilekirin. Êdî li ser heyvê
jî koxikeke kurdan çêbe, dê neyarên kurdan çi bikin her kes dizane!!!
Lê gelo emê çi bikin?
Min navê ez çîrokên
“xwirînî, taþtê, firavîn, þîv...” ên ermeniyan bînim bîra
we... Min navê ez zilamê ku li ber sêdarê gotî, ‘Bila ev jî ji min
re bibe ders!’ bînim bîra we...
Divê em wekî du serî pîvazan
nefikirin û paþê destê xwe li kaboka xwe nexin. Her tiþt eþkere û
vekirî ye: Heger em çareseriya pirsgirêka kurdan, wekî lîstina
“pazil”ê ya leyîstoka zarokan jî bifikirin, fotografê vê leyîstikê
BAÞÛR e... De vêca kerem bikin...
***
Min berê jî nivîsandibû
lê ez xwe mecbûr dibînim, ku dîsa bi kurt û kurmancî dubare bikim: Divê
mirov zêde qelebalixiyê neke û hiþê xwe di nav hin teorî û kitêban
de nekuje. Ji hin tiþtên berbiçav re tu gotinên qerase û qelew ne lazim
in!
An emê fêm bikin, ku
bombeyên Hewlêrê di saziyên me yî Amed, Sêrt û Batmanê de teqîyane;
an jî emê kefenê teoriyan li xwe bikin û xwe berdin newalên
binkeftinan...
An emê rih û beden û
siyaseta xwe ji Baþûr re bikin sinc û mertal; an jî emê pala xwe bidin
simbêlê hev û ji hev re çîrokên xwe yî berê vebêjin...
An emê ava awir û hiþê
xwe berdin ser þitlên Baþûr; an jî emê di nav perspektîvên çilmisî
de bimînin li benda bextê felekeke din...
An emê bi berçavka BAÞÛR
li pêþeroja xwe binêrin; an jî... an jî...