Heyfa Mamoste Denîz Baykal!
 
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
Berî çend rojan mamosteyê mamosteyan serokê lawê serokan birêzê super-rêz Denîz Baykal xwe þeqand û hat Carbekira me ya xopan û serdana cendekên welatê me kir.
 
Bi rûgeþî û nûrgeþiya xwe ve em giþ sermest kirin! Lê di axaftineke xwe ya pîroz de ez dibêjim qey bêhemdî be jî piçekî neheqî û heqeretê li me gelek ‘kurd’an kir.
 
Mamoste Baykal piþtî kuxekuxa xwe ya meþhûr wisa kerem kir: “Kurd wekî arnawut, çerkez, laz û ereban xwe tirk his nakin û wekî tirkan najîn…!” (Keçê porkurê, yê ku nizanibe dê bêje qey 40 mîlyon kurd, her þeveq bi ‘Ey Reqîb’ ve þiyar dibin û ji bo 5-6 zarokên xwe -yên ku ji ber ‘Ey Reqîb’ têne darizandin!- bedena xwe li ber dadgeha Amedê kirin merþik û xalîçe! Tewww mala minêêê!)
 
Haþayî ji hizûra we, mamosteyê min Baykal bi qasî qama xwe derew û neweyiyan dike. Ya rastî ez nabim kefîlê kurdên din, lê ez bi xwe heta vê deqê jî ji bo ku ez piçekî din bibim tirk –bêmane- min xwe çirand û dirand gidîîî..
 
Erê rast e, diya min jî wekî diya Sezgîn Tanrikulu dema ku di televîzyonekê de Seyda Baykal dibîne îmana wê diçe û em di cih de radikin nexweþxaneya Amedê; lê belê qet nebe ji bo vê meselê nivê malbata min bûne doxtor û hemþîre û heta niha jî þikir diya min sax û silamet e!
 
Lê min got ez nabim kefîlê ti kesî; helbet kefîlê diya xwe jî… Vêca mamoste Baykal vê neheqiyê çima li min dike bi rastî ez fêm nakim.
 
Ma ez ê çima derewan bikim: Ez bi xwe bi çîrokên komployî û bi dek û dolabên meþhûr yên mamoste Baykal ve mezin bûm; loma hema ez çav li þal û þapikên kurdan jî bikevim, li rastî ala û nîþaneke wan jî werim, dilê min li hev dikeve. Ji bo ku ez bêhemdî jî li stran, heyranok û payîzokên wan gohdarî nekim min ji Amerîkayê cîhazeke taybet bo kerika gohê xwe kirî.
 
Da ku ez tirkî baþ fêr bibim, min xwe hînî devoka Gagavûz û Tirkmancan jî kir; ev jî nebû, ji bo ku gotinên tirkî wekî stranên Zekî Mûren ji devê min derkevin ez rabûm min ‘ziman’ û pidûyê xwe jî emeliyat kirin.
 
Lê bi serê mamosteyê xwe Baykal kim, ez niha di tirkî de bi tenê hez ji du gotinan nakim ew jî: GÛNEY KÛRDÎSTAN e!...
 
Ji bo ku ez van her du gotinan jî ji ferhengan derxînim, min bi tena serê xwe li Hewlêr û Kerkûkê çend bombe jî teqandin; lê dîsa jî pere nekir.
 
Gelek tirkên dinyanedîtî ji bo ku xwe nîþanî qûna medyaya xwefiroþ bidin, diçin serdana Atatûrk, lê ez her þev bi dizîka di tûneleke veþartî de diçim ba qebra rêberê xwe Atatûrk û diayan ji bo xwe û mamostê xwe Baykal dixwînim.
 
De vêca hûn bêjin ezgorî! Ev Baykal çima vê neheqiyê li min dike û dibêje, “Kurd xwe wekî tirkan his nakin…!”, ez fêm nakim heyran!
 
Ji bo ku ez xwe wekî tirkekî his bikim, ma qey divê ez xwe li meydana Taksîmê tazî bikim mîratêêêê, ma qey divê ez li ber Seydayê mezin Yalçik Kûçûk bireqisim û bikevim dîlana ‘Çîftetellî’yê babê min??
 
Li ser ‘Hest û Fikrên Kemalîzma Nû!’, min dil hebû ku nivîseke nû bo ‘Radîkal 2’yê jî binivîsim, lê ya rastî ev gotinên mamosta Baykal jî ti þewq û zewq bi min ve nehiþtin heyran.
 
Ez nizanim kî aqilê Birêz Denîz Baykal diçelqîne û wekî nexweþên þîzofrenîk þêlo dike!
 
Ez nizanim bi xwedê; heyfa mamoste Baykal û heyfa mêrên berê…

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org