|
|
- Hilbijartina
Serdest û Bindistan
-
-
-
-
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Serdestên ku îro navê wan
‘AKP’ û ‘Erdogan’ e, di dora heftî û heft çîrokên xwe yên
îslamo-tirkperest de dûvê xwe dihejînin, çawa ku henekên xwe yên
sûrreal bi me bikin qala fetihkirin û bidestxistina Amed û Dêrsimê
dikin.
-
- Lê bindestên me yên feqîr jî
çawa ku bi kelheya Ameda xwe razî bin, ji me re behsa hin sloganên
xwedubarekirî dikin.
-
- Helbet divê kelheya Amedê û
delaliya Dêrsimê di berîka me kurdan de bimîne; ji xwe eyb e meriv vê
yekê binivisîne jî.
-
- Lê siyaseta ku bi deng û hiþeke
bilind çav bernede bajarên wekî Edene, Mersîn û Îskenderunê bivênevê
di wê newala bindestiya xwe de dixwaze ku emrê xwe yê mayî kurtir
bike.
-
- Ji ber ku di hilbijartina dawî ya
herêmî de, ne ku AKPê li bajarên wekî Sêrt û Wanê bi ser ket; lê
ez dibêjim qey siyaseta kurdan ya ‘erzan’ bi ser neket.
-
- Yanî heke ku sibe kurd li Sêrt û
Wanê bi ser kevin jî –ji bîr nekin: jixwe ev der yê me bûn! Ne
wisa gelo???- dê ev bi xwe re serkeftineke mezin neyne, lê heke kurd
bikaribin alaya serkeftina xwe deynin li ser çend bajarokên tirkan jî
dê bikaribin di sûka siyasetê ya tirkan de jî serê xwe bilind
bikin.
-
- Ligel hemû hîle û pîleyên
dewleta Tirk, heke ku kurd hesab û kitêbeke xurt bi ser hin bajarên
tirkan (ligel ku hejmara kurdan li van bajaran gelek e!) de nekin,
mixabin dê li BAKUR bindestiya wan her dewam bike; mixabin dê Erdoganên
nû wekî tehdîdeke dewletê ji ser serê me kêm nebin.
-
- Ji ber ku dewlet îro bi xêra feqe
û melayên AKPê li Bakurê welatê me dixwaze ku serdestiya xwe jinûve
þîn bike. Ne ku aqilê dewletê bi hiþê AKPê re li hev dike, lê
dewlet ji bêçaretî wekî hespê trûvayî AKPê li dijî kurdan bi
kar tîne.
-
- Di hilbijartina pêþ de dewlet
dixwaze ku li Bakur bi rihê serkeftina AKPê, cendekê serdestiya xwe
ya riziyayî hinekî bivejîne.
-
- Loma siyaseta xweparastinê ya
kurdan tu dibêjî qey bindestiya heyî bi rengekî diçespîne.
Siyaseta xweparastinê rê nade ku kurd kelheyên nû qezenc bikin.
-
- Siyaseta xweparastinê rê nade ku
kelheya Amedê li dijî barbariya kelheyên Enqereyê bibe alternatîfeke
xurt.
-
- Divê kurd li ser bêndera heyî li
ser biserkeftinên van deh salên dawî amûrên siyaseta xwe ko nekin;
gerek bikaribin sing û berên nû li ser bênderên tirkan jî bikutin.
-
- Nexwe dê bindestên me yên feqîr
fêrî tir û fisên serdestên xwe bibin.
-
-
-
- Koçernot:
-
- Dewleta rûreþ, bi girtina Azadiya
Welat re dixwaze ku deriya siyaseta kurdan ya ‘Kurdî’ jî bigire;
dixwaze ku nefesa peyvên kurdî di hêlînên wan de bifetisîne. Divê
tu kurd ji vê barbariyê re bêdeng nemîne!!!
-
-
|
|
|