|
|
Hilbijartinên
Nû!
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
- Gerçî
ji min zêde ye ku ez aqil bidim van bakuriyên me; ji ber ku hemû
mamoste, siyasetmedar, alim û zana ne. Lê hema dîsa jî îro bidin
xatirê koçeriya min.
-
- ***
-
- Birayê
mino!
-
- Madem
ku ew ji ber serkeftina hilbijartinê tola xwe hiltînin, madem ku ew
wekî barbarên dinyanedîtî ewda xwe vedikin. (Ma nexwe tu li bendê yî
ku werin serkeftina pîroz bikin!)
-
- Ê
nexwe tu jî rabe ‘hilbijartinek’e nû bike û serkeftineke nû îlan
bike ezîzê mino: Mesela zimanê wan yê ku di mejiyê me de qereqolên
nû çêdike ji çala devê xwe ji newala hiþê derxe û bi fatîhayekê
ve bavêje goristana Ergenekonê.
-
- Þerm
bike: roja ku bedena zarokên te ji faþîzma wan re dibe ‘nan û
av’, ji kerema te re ji 23 Nîsanê re nebêje, “Bayram!”, fedî
bike heyran!
-
- Heta
ku nevîyên wî ji zarokên vî welatî re zindan û goristanên nû
ava bikin, ji kerema xwe re bi qencî û xirabî be jî navê Atatûrkî
daneyne ser lêva xwe, bila piçekî pozê te biþewite ez qurban.
-
- ***
-
- Delalê
mino!
-
- Madem
ku ew koxikê muxtarekî jî lîsa belediyekê jî ji xwe re wekî
‘Qendîl’ê dihesibînin û bêminetî êrîþ dikin; madem ku ew rêveberên
vî welatî wekî mirîþkan di zindanên xwe de komî ser hev dikin.
-
- Ê
nexwe tu jî rabe hejmara belediyan bixe 196, ya parlementeran bixe 42!
Piçekî hiþyar be: dev ji silav û kulavên gerîlatiyê berde. Bibe
gerîlayê legal yê bajarê xwe û rê nede ku partiyên Ergenekonê
bibin xwediyê ‘MAL’a te.
-
- Heke
mêvanperweriya kurdan qebûl nekin, heke ew xwe li Kurdistanê wekî mêvan
nehesibînin; nexwe bila bibin kûçik û tajiyên ber devê deriyê
‘MAL’a te.
-
- ***
-
- Berxê
mino!
-
- Madem
ku ew rûpelên medyaya xwe ji hebûna me re dixin kefen, madem ku rêbazên
rojnamegeriya wan li ser serê me dibin çêr û xeber.
-
- Ê
nexwe tu jî medyaya kurdî ya xurt ava bike. Ji Roj TV bigire heta Dema
Nû, wekî bîbokên çavê xwe medyaya kurd biparêze. Dev ji gazincan
berde; wisa bike ku bila tîraja Azadiya Welat bibe 100.000, da ku
dewlet bizanibe dew birayê mast e; da ku êdî dema canê wan aciz bibe
neyên vê rojnamê negirin.
-
- ***
-
- Gerçî
ji min zêde ye ku ez aqil bidim van bakuriyên me, lê ez dibêjim qey
ji me re ‘hilbijartinên nû!’ lazim in, da ku barbarên dinyanedîtî
bizanibin ku kurd jî dizanin ‘tol’a xwe hilînin.
-
-
-
|
|
|