“Jixwe Ez Dizanim!”

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

Gotina zêde emrê koçerê wekî min mixabin kurt dike.
 
Loma ez ê îro serê we nehêþînim û ji we re qala tiþtekî nekim, ji ber ku hûn her tiþtî DIZANIN!
 
Min dil hebû ku ji we re bigota, herin binêrin li ser hemû cendekên me kurdan dinivîsîne ku ‘Ergenekon, dewlet bixwe ye!’, lê min dev jê berda!
 
Jixwe hûn her tiþtî DIZANIN!
 
Ku ez rêyeke wisa nîþanî we qurbanên ergenekonê bikim; dibe ku hûn henekên xwe bi min bikin û destên xwe yên þkestî nîþanî min bikin!
 
Ev ‘Jixwe ez DIZANIM!’a me kurdan wekî Dewleta Ergenekonê mixabin mala kurdan xira kiriye. Di devê me de wekî kefenê tiralan hazir û nazir disekine.
 
Ev ‘hertiþtzanîn’ nahêle ku ez ji xwe re nivîseke beredayî jî reþþþþ bikim heyrannnn!
 
Li ba me kurdan fikir û têgehên wekî xwejinûveavakirin, xwejiyîn, xwejinûveguherandin di qebra siyaseta me de asê mane, loma jî li hemberî her bûyerekî nû em herdem refleksên berê nîþan dikin. (Hindik maye ku ez niha li ser siyasetê doktorayekê bikim!)
 
Ji ber ku em hê jî li ser PIRA SAR asê mane, loma em nikarin xwe ji korezaniya komplo-geriyê xilas bikin. (PIRA SAR: Aqilê ku nikare xwe ji komplogeriya þerê sar biþû!)
 
Apê Mûsa heke niha ji qebra xwe rabe û bixwaze li ser Ergenekonê pêkenokekê vebêje, ez bawer dikim ku hûn ê devê wî bigirin, xwe ji wê þêwaza wî bêpar bihêlin û bibêjin ‘Jixwe ez dizanim, ji min re qala horiyan bike!’.
 
Heke niha Leonard Cohen li ser zindana Amedê qirika xwe biqetîne û ji we re bixe straneke navneteweyî, belkî hûn ê du henekên gundiyane li navê camêr bikin û bibêjin, ‘Jixwe ez dizanim!’
 
Steven Spielberg heke ku xwe þaþ bike û li þûna ‘Indiana Jones’ li ser Egîtên Newala Qeseban fîlmekî çêke, belkî hûn ê pozê xwe xwar bikin û bibêjin, ‘Jixwe ez dizanim û li Newala Qesaban hatime dinyayê!’
 
Heke Pavarottî vê carê li Cizîra Botanê were ser dinyayê û dengê xwe ji xweþikahiya Kurdistanê re bixe çem û robar, bi serê xwe kim hûn ê gohê xwe nedinê, sedîsed hûn ê du yarî û tinazên tirkmancan lê bikin û bibêjin, ‘Jixwe ez dizanim dê çi bistre, xalê min jî dengbêj e!’
 
Heke ku Xwedê ji jor de Kurdistaneke gulgulî li ser serê we bireþîne, ez ditirsim ku hûn ê jê re qala sîstemeke tevlihev ya cinetê bikin û bibêjin, ‘Jixwe ez dizanim bê dewlet çi ye, ne lazim e!’
 
Ez sed salan van tiþtan li vir reþ bikim, ez dizanim ku dê hinek ji we qet nexwînin û dê bibêjin, ‘Jixwe ez dizanim çi dinivîse, koçer hevalê min e!’
 
Ji ber vê yekê, ne lazim e ku ez îro serê xwe û we bihêþînim û ji we re behsa tiþtekê bikim.
 
Jixwe we dizanibû bê min ê çi binivîsanda.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org