Kinc û Qumaþê Mîzahê

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 
 
 
Xulamê we yê malê be William Shakespearê me yê delal rojek ji rojên Xwedê…
 
Berî ku çîrok, helbest û þanoyên xwe yên mîzahî bi wî hiþê xwe yê þareza ve bibiriqîne û bi hostahiyeke mezin ve bavêje nava bîr û deviyên aqilsivikan…
 
Berî ku ji ber “Komediyeya Þaþitiyan” aqilê xwe yê mayî jî bixwe…
 
Hêj ku rihê wî nebûbû þahid ku dê kurdên me ji zimanê xwe stewr bibin…
 
Hêj ku nikaribû texmîn bikira ku dê ev kurmancên REÞ bi zimanekî din avis bibin…
 
Hêj ku mixabin bi çavê serê xwe nedît ku bê ka çawa Kovara PÎNE serê xwe da hazir û nazir û sersarên ku xwedêgiravî zimanparêziyê dikin…
 
Hêj ku li vê rûpela me ya mîzahê ya ku niha bû qurbana ‘guherîn’ê û mîna hemû serhildêran bi sereserkî sirgûnê taxa ‘zarok’an bû nehesiyabû…
 
Hêj ku haya feqîrê me ji soza meþhûr ya hevseroka me ya delal Emînê Aynayê ya ‘Ez soz didim we ku di salvegera bê ya Azadiya Welat de, ez ê bi kurdî bipeyîvim…!’ çênebûbû ku pirqînî pê biketa û belkî vê gotina xwe ‘Hebûn an tunebûn, eva hemû mesele ev e!’ ya navdar di Hamleta xwe de bi miqamekî din binivîsanda û pêþkêþî hemû sozdar û welatparêzên me yên wisa bikira…
 
Hêj ku nebûbû nesîbê wî ku bikaribe li ser rewþenbîrên civaka me bifikire ku ji feqîriya aqilê xwe çand û zimanê xwe yê ku pê NAJÎN pîroz û þîroz dibînin…
 
Hêj ku nikaribû li ser biramiya ku ‘Welatparêziya Silav û Kulavan’ bike þanoyeke mezin û belkî pêþkêþî þanogerên me bikira…
 
Hêj ku hêdî hêdî pê hesiyabû ku hiþ û hêza mîzahê dikare kirasê zimanekî ji nû ve biguherîne û biwedilîne…
 
Hêj ku dê qet û qet nebûbûya qismetê wî ku ji edîtorên Azadiya Welat re nameyeke dirêj binivîsîne û tê de behsa ‘Kincê Mîzahê û Qumaþê Civakekê!’ bike…
 
Hêj ku helbestvanê me hino hino ta bi derziya berhemên xwe yên ku dê dû re bûbûna ‘Behr’ dikir, gotibû ku:
 
“Mîzah, kincekî herî xweþik e ku meriv bikaribe di civakekê de li xwe bike…”

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org