|
|
- Kî ne Em?!...
-
-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
- Ji
bo Cegerxwîn…
-
- Kî ne em?
-
- Navê me “Qelebalix”, paþnavê me “Nezan” e…
-
- Em neviyê Kurdzanê
Zêdezana ne.
-
- Hûn jî dizanin
heyran: Ji qewmê “Ebu-Nezanê ku nizane nezan e”
-
- Welatê me Mij û
Moristan, paytexta me Axlodilo-istan e…
-
- Wekî çivîkên bêserî,
em di nav garana dinyayê de diçin û tên. Çawa ku rehmetî jî pê
dizane, yek li ber deriyê Roma Reþ serê xwe datîne; ê din jî li
ber Þkeftên Nezana Reþ...
-
- Em di nav gotinên
jiberkirî, þtexaliyên pînekirî û þîroveyên ûtîkirî de,
nezanî û çavnebariya xwe mezin dikin...
-
- Li Carbekir û Berlînê
jî, -sibhanallahhhh- em wekî xwe ne: Em di nivê rê de disekinin,
xwe li nav gohê hev dixin û benikê pêlava xwe bi nigê hevalên
xwe ve grê didin. Yanî delala min, nebêjê ez çi dibêjim; em wekî
îmana xwe hez ji vê leyistikê dikin!!??...
-
- Çerxa xezeba xwe, tûrikê
têkçûnên xwe, em dadiçikînin ber rêya jenerasyona (yanî berxikên
malê!) nû...
-
- Em naxwazin, an jî
nayê hesabê me ku em piþtperdeya Cegerxwîn û Xeyam bibînin:
-
- “Veþartiyên pêþiyê ne tu dizanî û ne ez
Ev tîpa kewsele ne tu dixwînî û ne ez
Gotina min û te di paþ perdayê de ne
Ko perde ket ne tu dimînî û ne ez”
-
- Helbesta dilê xwe,
çîroka jiyana xwe, romana trajediya xwe, me di wê lîstika qumara
hev de winda kiriye...
-
- Axxx ji derdê vê vîrûsê!!..
-
- Vîrûsa malxirabiyê
ketiye hard-dîska mêjiyê me...
-
- Di klavyeya hiþê me
de tîpên kurdî tune ne...
-
- Miþkê me ‘Fermana
Man û Nemanê’ ditikîne...
-
- Em ketine belayê rihê
xwe. Ne em dikarin derdê man û nemana xwe vebêjin, ne jî em gohê
xwe didin derd-bêjan...
-
- Lê wê gelek klam li
ser me bêne gotin. Ji ber ku, em BAÞÛR-NEPARÊZ û BAKUR-NENAS
in...
-
- Em ‘Kundirê Pêvajoyan’,
projefiroþên ber taq û dîwaran in...
-
- Yanî, ez serê xwe
û ‘Qehremanên Me’ neêþînim:
-
- Em qehremanek nîvco,
neyarek nelê ne...
-
- Li rex Spartacûs
keleþek zingargirtî û vala ne...
-
- Li pey Robîn Hood
sloganek pivdayî ne...
-
- Qayiþkêþek bêpîvan,
qelûnek heftserî ne...
-
- Li kolanên heval û
dostan, mayînek ber teqînê ne...
-
- Kîne em?
-
- Ev in em!!!
-
-
|
|
|