Koçerek Li Zozanên Facebookê

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 

 
 
Nebêjin ev mîrata Facebook jî çi ye, nexwe em ê rezîl bibin heyran. Ji ber ku kesê herî dawî di înternetê de vê malperê kifþ kiriye jixwe ez koçerê xwedê me.
 
Heta niha hemû dawetên ku ji hevalên ji we ne çêtir ji min re dihatin, min piþtguh dikir û serdana vê mîrata Facebookê nedikir...
 
Weke kesê ku ji dewra þerê sar mabe, min di kozika xwe de ‘berxwedan’ dikir û digot bila Facebook were serdana min bike, ma ew kî ye, li ser çi dînî ye, kemala wî çi ye, pêlava wî çend nimre ye, ji kîjan êl û eþîrî ye û filan û fîstan…
 
Di ber re jî min digot, ev Facebook malpereke CIA, KGB, MOSSAD, MÎT û TÎTê ye û dixwazin yekîtiya kurdan ji hev bixin. Lê dema ku min serdana Facebookê kir, min fêm kir ku jixwe di wir de yekîtiya kurdan ji ber xwe de çêbûye, belkî pêdiviya wan bi koçerekî wekî min nemabe jî ezbenî.
 
Divê ez xwe ji Xwedê nekim ku camêran di Facebookê de gelekî qedrê min girtin. Hindik mabû ku serê min biþûþtana û min tê de bikirana zava jî heyran.
 
Zekî Ozmen bi qerf û henekên xwe yên botanî ve, civata kurdî di Facebookê de li me germ kir. Dilgeþ Dilsoz parçeyek ji romana xwe ya dawî “Goþtê bê hestî” ji min re xwend û pirqînî bi ser min xist. Rizo Xerzî hemû þîfre û kodên nepenî bi vegotina xwe ya Qamiþlokî ve deþîfre kir û nanê CIA û MOSSADê di Facebookê de birî  alahwekîl.
 
Bêrîvan Doskî bi çend gotinên xwe yên helbestyane ve koçeriya xwe nîþanî min da û ez birim Zozanên Þerefdînê. Lê tiþta herî xweþ Dezayê min Kenan ez bi zazakî pêþwazî kirim û fatîhayekî jî li ser kurmancên tirkî-nexweþ xwend. (Amîn Deza!)
 
Wafî ji Cizîra delal ji me re dermanên kurdî þand. Alî Gurdilî xwe neþeqand û ji Îzmîrê merþika felsefeya kurdî li ber nigê me raxist û ji me re behsa felsefeya Zerdeþt kir.
 
Elî Fîkrî Iþik bi sebreke mezin ve taktîk û stratajiyên spora kurd niþanî me da. Sîdar Bengîn ji min re behsa pîvanên nifþa nû kir.
 
Ez dibêjim qey min siya Samî Tan û Þêx û mûrîdên wî û Îkram Balekaniyê me jî li wir dît. Ji siya wan xuya dikir ku bi tiþtên gelek ‘girîng’ ve mijûl bûn.
 
Helbet nexweþiya me kurdan ya bi tirkî di wir de jî xwe diwelidîne. Bilbilên kurd xwe di Facebookê de berdidin nav zindana zimanê tirkî û rihê sohbeta xwe bi destê xwe ko dikin, diçilmisînin û serê we xweþ be dikujin.
 
(Yawww, eva hûn dibînin ev nexweþiya tirkî nahêle ku em di vê nivîsê de jî du gotinên koçerkî biþkênin! Lê mala Þengul Ogur ava be ku me tê de piçekî birînên xwe bi hev re kewandin! Jixwe wekî helbestvanê frensî gotî, divê em birîna xwe nîþanî hev bikin, nexwe nakewe ezbenî.)
 
Yaw ma hindik e ev tiþtên ku ez dibêjim. Heta me tê de fesadiya Ehmed Huseynî jî kir, ma hûn êdî çi dixwazin. (Min behsa ‘fesadiyê’ kir, sedîsed wê niha bi mîlyonan kurd xwe noqî Facebookê bikin û wê hemû xanî û malikan bi serê hev de hilweþînin. Ya starrrr, bê lome!)
 
Çavê min tê de li siyasî abê û ablayan jî geriya lê heft car heram be. Jixwe roja ku ew deh deqeyan serdana Facebookê bikin, wê siyaseta wan jî piçekî biguhere, ji ber ku komeke kurd tê de jî Facebooka kurdî dixwazin. (Di vir de ez mesajekî didim rêveberên kurd, bila di navbera me de bimîne! Lê ev koma ku bi kurdî Facebookê dixwaze, hemû xêrên min ji xwe re nivîsandin. Helal be ji we re Rêzan û Rizo û yên din!)
 
Hindik mabû ku Þivan Perwer jî bihata û tê de konserek zindî bida, lê ez niha jê derketim. Hûn jî dizanin: Nexwe ez mecbûr bûm ku min mesajên Þivan ên siyasî li vir binivîsanda! Hingê hemû rûpelên rojnamê jî têrê nedikirin heyran.

 

 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org