|
|
- Koçerîzma
-
-
-
- Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
-
-
- Melûm
e... Dinya bîreke kûr, birekeke tûj e...
-
- Weke
dayikeke dilþewat divê destê te li ser piþta civakê be: Ji elîf-bayê
bigire heta elîf-nemayê bêyî ku bi xwe bihese, divê tu fêrî
civakê bikî. Nexwe dê civak bi elîf-baya xwe ve te vekiþîne nav
bîra xwe û dê hemû bîr û boçûnên te bide ber bireka xwe ya tûj...
-
- Melûm
e... Dinya keneke kin, biþirîneke xweþik e...
-
- Ken,
di nav êþa girînê de meyiya ye. Biþirîn, gulên êþê vedide; tîqetîq
jî peqpeqokên vê êþê ne.
-
- Kenê
herî xweþik, êþa dayikên bêçare ne. Diyariya herî spehî,
baqek ji kenê vê êþê ye...
-
- Melûm
e... Dinya çemê xweþmêran, behra însanan e...
-
- Tu
di çemê xwe de nizanibî soberberî bikî, tu yê di behra însanan
de hêdî hêdî bixeniqî. Ji ber ku, çem havêna behran; xweþmêr
tevna însanan in...
-
- Tu
di çemê ziman û çanda xwe de nizanibî avjenî bikî, tu yê di
behra ziman û çandên din de bixeniqî. Ji ber ku, ziman resmê rih;
çand nexþeya hebûna te ye...
-
- Melûm
e... Dinya çîrokeke dûvedirêj, romaneke nenivîsandî ye...
-
- Çîrok
neynika civakan in: Civakên ku çîrokên xwe zûka nenivîsînin û
navekî lê nekin, dîsa gazî êþ û trajediyên xwe dikin. Ji ber
ku, nivîs êþ û trajediyan kedî dike.
-
- Tu
çîroka trajediya xwe bi qelema xwe nenivîsî, dê ew bi qelemên
kirêkirî bêne nivîsandin...
-
- Melûm
e... Dinya kaxizeke spî, qelemeke keskesor e...
-
- Kesên
ku bi tenê navê xwe li ser kaxizê reþ dikin û digindirînin
meydanê, hê jî ava felsefeya nivîsê danequrtandine. Heger ewan,
kesên ku xepara biriqandina gotinan dikin, bidîtana, dê xwe dîsa
bigindirana wê meydanê û bi têra dilê xwe ji xwe re bigîriyana...
-
- Melûm
e... Dinya aþê huneran, bostanê çandan e...
-
- Aþê
huneran li her derî di destê hunermendan de ye. Lê dema ku
hunermend ne li ser kar bin, çeqçeqoka hunerê dikeve destê zarok
û mindalan...
-
- Tu
çanda xwe di tenûra xwe de nepehtînî û nanê wê yî germ pêþkêþî
dinyayê nekî, dê ew çand berê xwe bide tenûrên xelkê...
-
-
- Melûm
e... Dinya labîrenta qehremanan, gerîneka xayînan e...
-
- Xayîn
û qehreman, cêwiyên hev ên evdalî û korezaniya me ne. Dêbavê
wan civak e. Ma ez ê çi bibêjim: Herî spehî, ew her du hevûdu
nas dikin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|