Koçerîzma
     
Evdile Koçer 
 
Melûm e... Dinya bîreke kûr, birekeke tûj e...
     
   Weke dayikeke dilþewat divê destê te ser piþta civakê be: Ji elîf-bayê bigire heta elîf-nemayê bêyî ku bi xwe bihese, divê tu fêrî civakê bikî. Nexwe dê civak bi elîf-baya xwe ve te vekiþîne nav bîra xwe û dê hemû bîr û boçûnên te bide ber bireka xwe ya tûj...
     
Melûm e... Dinya keneke kin, biþirîneke xweþik e...
     
Ken, di nav êþa girînê de meyiya ye. Biþirîn, gulên êþê vedide; tîqetîq jî peqpeqokên vê êþê ne. Kena herî xweþik, êþa dayikên bêçare ne. Diyariya herî spehî, baqek ji kena vê êþê ye...
     
Melûm e... Dinya çemê xweþmêran, behra însanan e...
     
Tu di çemê xwe de nizanibî soberberî bikî, tu yê di behra însanan de hêdî hêdî bixeniqî. Ji ber ku, çem havêna behran; xweþmêr tevna însanan in...
     
Tu di çemê ziman û çanda xwe de nizanibî avjenî bikî, tu yê di behra ziman û çandên din de bixeniqî. Ji ber ku, ziman resmê rih; çand nexþeya hebûna te ye...
     
Melûm e... Dinya çîrokeke dûvedirêj, romaneke nenivîsandî ye...
     
Çîrok neynika civakan in: Civakên ku çîrokên xwe zûka nenivîsînin û navekê lê nekin, dîsa gazî êþ û trajediyên xwe dikin. Ji ber ku, nivîs êþ û trajediyan kedî dike.
     
Tu çîroka trajediya xwe bi qelema xwe nenivîsî, dê ew bi qelemên kirêkirî bêne nivîsandin...
     
Melûm e... Dinya kaxizeke spî, qelemeke keskesor e...
     
Kesên ku bi tenê navê xwe li ser kaxizî reþ dikin û digindirînin meydanê, hê jî ava felsefeya nivîsê danequrtandine. Heger ewan, kesên ku xepara biriqandina gotinan dikin, bidîtana, dê xwe dîsa bigindirana wê meydanê û bi têra dilê xwe ji xwe re bigîriyana...
     
Melûm e... Dinya aþê huneran, bostanê çandan e...
     
Aþê huneran li her derî di destê hunermendan de ye. Lê dema ku hunermend ne li ser kar bin, çeqçeqoka hunerê dikeve destê zarok û mindalan...
     
Tu çanda xwe di tenûra xwe de nepehtînî û nanê wê yî germ pêþkêþî dinyayê nekî, dê ew çand berê xwe bide tenûrên xelkê...
     
Melûm e... Dinya labîranta qehremanan, gerîneka xayînan e...
     
Xayîn û qehreman, cêwiyên hev ên evdalî û korezaniya me ne. Dêbavê wan civak e. Ma ez ê çi bibêjim: Herî spehî, ew her du hevûdu nas dikin.
     
 
Evdile Koçer
     evdilekocer@yahoo.com
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org