|
|
- Koletiya
Nû!
-
-
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
- Dema ku di koxikekê de jî çend
gotinên kurdî ber guhê wan dikeve di cih de ‘mîllîyetçîlik’ tê
bîra wan, lê ew bi xwe her roj di qesr û qonaxan de bi tirkî
neteweperweriya xwe(tirk an jî kurd, ferq nake!) av didin û jinûve
cot dikin.
-
- Rojê pênc danan bi terbiyeke
mezin ve ji Erdogan re dibêjin ‘Ker’, lê nikarin ‘ker’ên
Kurdistanê ji siyaseta Erdogan ya islamo-pompalî biparêzin.
-
- Wekî wezîfeyeke welatparêziyê
rojeva medyaya Tirk ‘kopî’ dikin û bi mineteke mezin ve datînin
ser tenûra medyaya Kurd.
-
- Li ser navê bejn û bala Kurdistanê
têne hilbijartin, lê ji korezaniya siyaseta xwe mixabin sol û þekalên
Dewleta Ergenekonê diparêzin û ji koletiyeke nû re zend û bendên
xwe vedimalin .
-
- Bi kurdî xwe li romannûsiyê
diqelibînin, lê wekî ‘DÛ RE DÎTÎ DI XWE DE RÎTÎ’yan dixwazin
ku bi tirkî bikevin gewriya xwendevanên kurd.
-
- Li her derî bi gotinên pirpirokî
ve qaþo behsa girîngiya qerf û henekan dikin, lê bi nav û bernavên
‘îlegal’ ve destnimêja qerf û henekan diþkênin; giraniya mîzahê
brîndar dikin û dixin qurbana egoyên xwe.
-
- Bi roj, li ber çavê her kesî bi
dek û dolabên nû ve bi AKPê re ‘flort’ dikin, lê þev nîvê þevê
wekî pozneþewitiyan serê xwe dikin bin lihêfa DTPê û ji me re
meselokên qewlborî vedibêjin.
-
- Xwedêgiravî li her derî bi têgehên
lîberal ve behsa siyaseteka nû dikin, lê ji bilî liv û tevgerên
‘kontrast’(dijbertî) kiraseke nû li siyaseta xwe nakin.
-
- Amed, Qamîþlo, Hewlêr û Mahabad
wekî bismilahekê dikevin ser gotinên wan lê serê we xweþ be bêhna
xwe jî li Enqere û Stenbolê vedidin.
-
- Serê her kêliyê dibêjin, “Ê
heval rewþa me kurdan cihê ye!”, lê ew bi xwe jî wekî kurdan najîn.
-
- Li ser navê bindestan sazî û
dezgehên gulgulî ava dikin, lê wekî mêrên diya me pozê xwe bi ser
me de xwar dikin; bi reqreqa siyaseta xwe ve hevalbendiya serdestên nû
dikin.
-
-
-
- Koçernot:
-
- Dema ku þûrê xîretê serê xwe
rake meriv dikare pêlî gelek bahaneyên beredayî bike û meriv dikare
qedera civakekê jî biguherîne.
-
- Mesela mirov dikare;
-
- 1-
Kurdî bike qibleya siyaseta xwe
- 2-
Kurdî bike alaya hilbijartinê
- 3-
Kurdî bike zimanê fermî yê hemû sazî û dezgehan
- 4-
Kurdî ji zimanê siyasetê yê hiþk û req rizgar bike
- 5-
Kurdî wekî rojnameya Azadiya Welat bixe hemû malên kurdan
- 6-
Kurdî li ser ‘bira’yên xwe yên tirk jî ferz bike.
-
-
-
|
|
|