|
|
'KUNDIR'ÊN
NEWROZÊ!!!
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Ne hewce ye ku ez ji we re behsa kundiran bikim;
kundir kundir e ezbenî.
-
- Heke kundirek ji kundirtiya xwe jî tiþtek fêm
neke, heke kundirekî kurdîzan lê pûç û vala be, wê ileh bileh
li ser wan sehneyên Newrozê bi tirkî behsa kundirtiya xwe bike.
Nexwe sebra wî nayê ezbenî.
-
- Heke kundirek nizanibe bê ka maneya kundiran di
civakê de çi ye, wê ileh bileh Newroza mîlyonan kesî bi tirkiya
xwe biherimîne...
-
- Heke xwîna tirkî û tirkîtiyê ketibe rihê
kundirekî/ê, mixabin wê tecrûbe û þîretên hemû dinyayê jî pênc
pere nekin; wê di dawiyê de guhê sedhezaran dayîkên tirkî-nezan
bi tirkiya xwe kerr bike.
-
- Heke kundirek tu tiþtî ji felsefeya têkoþîn
û berxwedanê fêm nekiribe, wê sed felsefeyên pûç ên kundiran fêr
bibe, lê wê sed salên din jî zimanê civaka xwe fêr nebe...
-
- Heke kundirek ji xîret û îmanê ketibe, hingê
wê dest bi bahaneyên fis-îman bike heta ku emrê xwe yê mayî jî
di nava kundir-tirkiyê de derbas bike...
-
- Heke kundirek îdîa bike ku ew ne kundir e, divê
hingê meriv jê bitirse; ji ber ku hingê dikare kumê xwe yê tirkî
li serê hemû civakê jî bike...
-
- Heke kundirek kundirtiya xwe li ser xewn û
teoriyên pûç û vala ava kiribe, qet mereq nekin wê bi qasî serê
derziyê jî ji gotinên Mamoste Medya fêm neke…
-
- Heke kundirek, 'kundirekî kurdî' be, lê
bixwaze îleh bileh bi tirkî rêbertiya civaka me bike, nexwe
kundirekî rizî û beredayî ye...
-
- Heke kundirek kedeke mezin jî dabe, li serê çiyan
û binê çiyan jî mabe, li heps û zindanan jî porê xwe spî
kiribe, ku rabe li ser sehneyan bi tirkî Newroza me pîroz bike,
nexwe hingê dixwaze behsa kundirtiya xwe bike.
-
- Ne min got; ne hewce ye ku ez ji we re behsa
kundiran bikim; kundir kundir e ezbenî.
-
- Koçernotek:
-
- Ma êdî civaka kurd wê çi bike? Li her derî
bi sedhezaran kesî dîsa alaya berxwedan û têkoþînê bilind
kirin; dîsa bi yek deng û rengî boçeke mezin li siyaseta Enqere û
tirkîtiyê xistin.
-
- Êdî dor dora rêvebir û siyasetmedarên kurd e
ku hunera siyaseta xwe nîþanî hemû dinyayê bikin!
-
- Di serî de Mamoste Medya, ez dîsa Newroza hemû
Kurdistaniyan jidil pîroz dikim!
-
-
-
|
|
|