“Kurdên bi þeref û namûs...!”
 
Evdile Koçer
 
           
Camêrê me îro dîsa li ser xeta telefonê ye. Tu dibêjî qey daweta bavê wî ye. Þîva þevê di koxika wî de tune, rabûye bo kurd û kurdayetiyê telefoneke 18 salî kiriye.
 
Qûtê zarokên xwe bi dilekî welatparêzane bar kiriye ser telefonê û dixwaze bi wî wextê xwe yê buha ve dîsa dengê xwe yî pîroz û bimbarek bi xêra televizyona kurdî bi ser her çar perçeyên Kurdistanê bixe.
 
            Na na ji min zêde ye, ti gotina min jê re tune ye. Heqê wî heye, an jî ez çi bibêjim demokrasiya lîberal heye birê minooo!.
 
            Em bi çar gohan lê gohdarî dikin. Dest pê dike, bi fedekariyeke mezin dixwaze du gotinan ber bi hev bîne, lê xuyaye piçekî ‘heyecanlî’ ye.
 
Ê ku nizanibe dê bibêje qey dixwaze ji me re behsa “Xewn û prensîbên Wîlson” bike. Bi serê Gula xwe kim, min jî digot qey dê ji me re qala “Xetên Sor ên Kurdistanê” bike.
 
Lê na, piþtî çend heyranok û payîzok û berberojkên jiberkirî, bi wî dengê xwe yê asimîlebûyî ve silavên xwe yên herî germ ên gelekî miqedes bi tenê ji “Kurdên bi þeref û namûs!” re diþîne.
 
            Em temaþevanên heja, gelekî bi silavên wî kêfxweþ dibin. Yanî ji me kurdên temaþevan ên bi þeref û namûs re silavên herî germ diþîne, ma em ê çawa kêfxweþ nebin gidî.
 
Lê ez di vê gotina wî de asê dimînim, “Kurdên bi þeref û namûs...” Yanî çi???
 
Ez ji niþka ve li xwe li derdora xwe dinêrim, li xwe werdiqilim, gotina þeref û namûsê 123 caran li hev dixim, dipîvim û ji xwe re dibêjim ti þik û guman di me de nîne.
Yanî em jî kurdên bi þeref û namûs in looooo...
 
Lê ez bi vê yekê qane nabim, radibim li hemû ansîklobedî û kitêban dinêrim, ji kal û pîr û keftarên cîranên me dipirsim, li google û yahooyê ditikînim, li maneya þeref û namûsê dinêrim û li me dinêrim. Dîsa ji xwe re dibêjim ti þik û guman di me de nîne. Ji ber ku em fêm dikin ku em jî kurdên bi þeref û namûs in, em dikin ku bifirin.
 
Em hin sloganên ‘Kurd û Kurdistanê’ diqîrin, lê hemû niha nayên bîra min.
 
Ya rebî þikir ji te re ku te em anîn vê rojê jî. Ya rebî tu vî camêrê me jî bibî quncika cineta xwe...
 
Hevalên li gel min bi eþq û can wekî zarokan xwe hildavêjin û dibêjin, ji îro û pê de emê fitreya seriyên xwe bidin vî camêrî, da ku bikaribe dengê xwe yî bimbarek bigihîne heta kurdên Afrîkayê jî.
 
Helbet em jî haþayî ji we ne ker in loo! Em jî ji niþka ve fahm dikin ku ew camêrê me jî Kurdekî bi þeref û namûs e. Bi serê wî kim ti gumanê me tê de tuneye.
 
Yanî heke hûn fikra min ya medenî û þexsî bipirsin, ezê bibêjim ew camêr ji me giþan jî bi þeref û namûstir e. Ma ezê çi derewan bikim, ji ber ku ez ji xuþexuþa dengê wî fahm dikim ku namûs û þeref mîna Çemê Botanê jê diherike.
 
Ji ber ku ez dizanim ew deng dengekî ese, xurt, cîdî, jixwebawer, têgihiþtî û ilmî ye. 
 
Wekî min û te, helbet spîkerê televîzyona me jî bi wan silavan ve ji niþka ve bi xwe dihise ku ew jî kurdekî bi þeref û namûs e... Spîkerê me ji ber vê yekê pir ‘heyecanlî’ dibe, hindik ma ye ku ew jî wekî min û te bifire û di xeta telefonê re biçe ba camêrê me.
 
Lê spîkerê me bi xwe dihise ku di programa zindî de ye, hema ji camêrê me re hin çepik mepikan lê dixe.
 
Camêrê me bi van çepikan ve dibiriqe, dicoþe; hindik dimîne ku bi riya telefonê serokatiyeke xwe îlan bike.
 
Dixwaze tiþteke din jî bibêje lê -mala min biþewite!- qûtê zarokên wî diqede telefona wî di nîvî de qut dibe. Fedekariya wî ya mezin mixabin heta vê derê dewam dike.
 
Lê bi rastî jî ez gelekî li ber ketim. Axxxx, ez bimrim ez nemînim bo qutkirina telefona wî. Mala telecomê bi ser hikumetê de xira bibe! Xwezî hema du gotinên din jî bipeyiviya.
 
Na na, xwezî hema nîvgotineke din jî bikira, belkî hema min ji xwe re nivîseke din jî pê binivîsanda.
 
Lê hûn mereq nekin, ez hê jî li ber televîzyonê li benda dengê camêrê me me. Belkî hema dîsa vegere, belkî hema Xwedê vê carê jî li min hate rehmê û ez dîsa dengê camêrê me seh bikim.
 
Heke ez çarîkgotinekê jî jê seh bikim, bi soz ez ê binivîsim.
 
 
Evdile Koçer
Evdilekocer@yahoo.com
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org