Kurdên di afira Ergenekonê de
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com  
 
 
 
 
Kurdên di afira ergenekonê de:
 
Xulamê we bin ew jî wekî min û te kurd in, lê bi metodên nû ve di afira ergenekonê de mexel didin û xulamtiya xwe eþkere dikin.
 
Li ser Kurd û Kurdistanê ew jî hin slogonan diqîrin, lê mîna hiþê ergenekonê welatê me jî bi aqilê wan misqalek najî, lêbelê piçekî jiyan dike(?).
 
Bi destmalên keskesor ên kurdî ve dixwazin ku bi hunereka nû ve 24 saetan çilmê dewleta ergenekonê paqiþ bikin.
 
Bi têkçûnên xwe yên þexsî ve dikarin ku civaka kurd ya pepûk bixin gepek û deynin ser sofreya ergenekonê.
 
Xwe wekî Yilmaz Gûneyê dawî îlan dikin, lê hemû hunera xwe ji bo kêfxweþiya civaka ergenekonê pêþkêþ dikin.
 
Dixwazin ku li ser medyaya kurd jî deng bidin, lê bêtir hez dikin ku di afirên medyaya ergenekonê de meþhûr bibin.
 
Wekî sado-mazoþîstên cirnexweþ rihê xwe li ser teoriyên komployî av didin û berê civakê didin ser newaleke reþ û tarî.
 
Di proje-firoþiyê de nola rêveberên ergenekonê ne, lê mîna ferxikên ergenekonê ji nifþên nû re qebrên nû dikolin.  
 
Ji bilî xwe her kesê din reþþþ dikin, ‘Xayîn, sîxur, îþbîrlîkçî…’ wekî benîþtên biharê dicûn û di rûyê gelek kesên feqîr de dipeqînin.
 
Ji keçeliya xwe re dermanekî peyda nakin, lê bi teoriyên xwe yên qewlborî ve xwedêgiravî aqil didin dewleta ergenekonê ya ku emrê wê digihîje 600 sal.
 
Ne bi siyaseteke rewþenbîrî û ne jî bi sebr û xepara çand û hunerê, lê dixwazin ku bi siyaseta bombe û keleþan ve civakê tevlihev bikin.
 
Dema ku behsa welatparêziyê bê gotin, bi tenê dixwazin ku her kes behsa navê wan bike û rehmetê li dê û bavê wan bîne.
 
Rexneyên tûj li siyaseta Denîz Baykal digirin, lê ew jî bêhemdî xwe nigê xwe dixin pêlava Baykalî.
 
Hêj ku koxikeka wan çênebûya, wekî aqilê Ergenekonê hemû dewletên dinyayê xayîn û neyar îlan dikin û simbêlê xwe badidin.
 
Nola Ertugrul Ozkok meseleya ergenekon û AKPê bi qestî þêlo dikin û li gorî kêfa siyaseta xwe mîz dikin ser kaniya demokrasiyê.
 
Her çiqas ku tiþtek ji laîsîzm û guherînê fêm nekiribin jî, mixabin wekî siyaseta CHPê xwe nola garantiya pêþketîn û demokrasiyê nîþan dikin.
   
 
 
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org