Kurdên di guhê gê de!
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
  
 
 
 
Heke rojek ji rojên Xwedê zoolog û antropolog lêkolîneke biçûk li ser gayên Kurdistanê bikin, dê bi çavê serên xwe bibînin ku piraniya kurdan hê jî di guhê gê de dijîn.
 
Lêkolîneke wisa ji bo xwenaskirin û ga-parêziya me kurdan dê bibe þoreþeke mezin.

Piþtî hingê belkî hemû krîterên me yên welatparêziyê ji nû ve biguherin û belkî em xwe bihesin ku me bêriya Erturk Yondem û Guntaç Aktan jî kiriye, kî Xwedê dizane!
 
Na na þaþ fêm nekin, ez bi xwe tu gilî û gazincan ji van kurdên di guhê ga/gê/gayî de dijîn nakim; heke rast bibêjim ez ji vê yekê pir kêfxweþ im û her sê saetan dilê min dibije jiyana wan jî.
 
Erê rast e, belkî ji derve li ber guhê gayê reþþþþ Kurdistanek jî ava bibe û ew nebînin; lê tu çi dizanî belkî ew jî di guhê gê de deh "Kurdistan"an ava bikin, an na?
 
Temam rast e, kurd zû bi zû –her sed salan!- ji guhê gê dernakevin û li derdora xwe nanêrin bê ka çi diqewime; lê qet nebe ev biwêja xweþik û narîn ji destê wan afiriye, ji guhê gê derketiye derve û bûye "Filankesê/a di guhê gê de!".
 
Vêca ez bi xwe nizanim ev biwêj di çend saetan de afiriye, bi têne Xwedê dizane!
 
Divê ez rast bibêjim ku heke ne bi xêra van kurdan û vê biwêja gulgulokî bûya dê ev nivîs jî nehata nivîsandin; erê bi serê we kim!
 
Bi saya serê van kurdên me yên ku di guhê gê de pal didin, tizbiyên guherîn û veguherînê dikiþînin û dinyayên qeraseeeee û bêsînor ji min û te re ava dikin, ez bêtir dikarim li ber siya vê dinyayê bimeþim. Heke ne ji wan bûya, niha belkî min ji koçertiya xwe jî fedî þerm û fihêt bikira.
 
Êdî baweriya min jî wekî penîrê koçeran ji vê yekê tê ku dê deriyê cinetê serê pêþîn bo van kurdên me yên ku heta hetayê di guhê gê de dimînin vebe. Lê tiþta ku ez jê ditirsim ev e ku belkî horiyên li cinetê hemû fantazî û xeyalên xwe di serê van kurdên me de bikin û biceribînin.
 
Na na ez henekan nakim, belkî ji bo vê yekê kurdên mayî jî li bizina xwe ya reþ –bê mane!- siwar bibin û vegerin guhê gê! Ez wekî navê xwe dizanim ku heta horiyek hat dê di wî guhî de mexel bidin.
 
Helbet ne bi horiyan, lê kêfa min bêtir bi wê jiyana di guhê gê de tê. Ez bi xwe jî di guhê gê de pir mame; dema ku canê min ji min aciz dibe radihêjim konê xwe û dîsa berê xwe didim wir.
 
Heke rojekê koçerên wekî Woody Allen û Behmen Qubadî kamerayeka xwe di wî guhî re bikin û çend dîmenan deynin ber hizûra we; a hingê hûn ê fêm bikin bê ka çima ez di vê nivîsê de behsa fantaziyên horiyan ên dilkoçer dikim.
 
Heke hûn ji min bipirsin, ez ê bibêjim ku jiyana kurdan a di guhê gê de li ber tovê pêkenokên Apê Mûsa û Ezîz Nesîn þîn bûye; yanî ew çend xweþik û rindik e ezbenî.
 
Tu dibêjî qey her kurdê ku hemû ilim û irfana dinyayê daqurtandibe û xistibe qurequr, çawa ku ji jiyana derve aciz bibe berê xwe dide guhê gê û jê dernakeve.
 
Edî ji bo van kurdan tu dibêjî qey her tiþta "postmodern" jî mir û dawiya dinyayê hat mîrê min.
 
Ma tu fikir û îdeolojiyên wan ên ku di guhê gê de dikin teqereq nabînî delala min?
 
Ma tu emrê gotinok û teoriyên wan ên dirêj nabînî ezbenî? Ma tu wekî gayê me yê belek kor î?
 
Heke di salên pêþ de wekî "Ekola Mekteba Frankfurtê" bi xêra xebatên wan ên rewþenbîrî naveke "Ekola Mekteba Guhê Gê" li pey wan bikeve dûre nebêjin koçero tiþtek nedizanî.
 
Gerçî wê rojê camêrekî ji þekala we ne çêtir, çend gotinên pismamê min Umberto Eco di guhê gê de ji xwe re qulibandibû badabû pîne kiribû û xistibû hewdelok. Bêyî ku çavkanî bide, bêyî ku silaveke berhewa bide Seydayê me Eco, ji xwe re xistibû nivîsekokekê.
 
Min xwest ku jê re bibêjim "Tu çima çavkaniya xwe aþkere nakî mîratê? Ma tu di guhê gayê ku di guhê gê de mexel daye dijî gidîîî?".
 
Lê min wekî navê xwe dizanibû ku ji bîr kiriye ku çavkaniya xwe binivîse; jixwe her dem ji bîr dike, belkî jî ev jibîrkirin ji ber hewaya ji guhê gê be!?..
 
Gelo we got çi?
 
An hûn jî di guhê gê de dijîn?
 
Not: Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weþandin.
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org