Kurdên Dinya-ne-dîtî!

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

Behsa lobî û mobiyên gulgulî dikin, Kurdistaneke têr-gulî dixwazin, lê nizanin koleksiyonên çilmên xwe paqiþ bikin.
 
Li ser ‘Kurd û Kurdistan’îbûnê bîbokên xwe dirijînin û bêmane qûna xwe diçirînin, lê ‘Îstîklal Marþî’ ji ‘Ey Reqîb’ê çêtir dizanin û dikarin ji te re navê xwesûya Mehmet Akîf Ersoy jî jiber bibêjin.
 
Heta êvarê li ser girîngiya medyayê þîretên nû li ber hev rêz dikin, lê rûpelên medyayê jî wekî keleþeke zingargirtî bi kar tînin.
 
Li piþt perde û deriyan bêyî ku peþkek av vexwin þeþ caran dewleta Tirkiyê xira dikin û li gorî dilê xwe heft caran jî Kurdistanên dildilî ava dikin, lê li ba tirkeke qûnneþûþtî jî ‘kurdbûn’a xwe vediþêrin û serê xwe dixin binê erdê.
 
Tu bêhemdî xwe behsa çêleka mala Þêx jî bikî, dê vê çêleka reben sedîsed polîtîze bikin û dê sedîsed komployeke nû li ser Mala Þêx bifikirin.
 
Dema ku qala pirsgirêka Kurd bikin, di dawiyê de dê miheqeq çêr û xeberên nû ji Tirk, Ereb û Farisan bikin û dê vê çanda çêrkirin ya genî jî wekî siyaseteke nû ya kurdan deynin ser sofreya me.
 
Çaxê ku gotin tê ser zimanê kurdî, weke ku hemûyan soz dabe hev gotina ku her dem di devê wan yê tirkîbêj de dertê ev e: Kûrtçe ji Tirkî zengîntir e heval.
 
Li ser fikra demokrasî, azadî û pêþketinê her yek dikare bi têra hezar konferansan guhê me kerr bike, lê dema ku peyva ‘MUXALÎF’ jî seh dikin dîn û har dibin û weke dîkê sibehê çavê wan sor dibin û tiþta ku tê bîra wan bi tenê ev e: ‘Sîxur, ajan, xayîn…’
 
Dema ku berê wan bikeve saziyeke dewletê dilê wan dixwaze ku her derî paqiþ bikin û belkî erdê jî bialêsin, lê saziyên xwe jî wekî xwelîdankekê bi kar tînin.
 
Li ser bîr û hiþê dîroka Kurdistanê qirika xwe diqetînin, lê dema ku dor tê ser pîvazeka wan ya riziyayî jî ‘Dîroka Pîvazan’ ji xwe didin dest pê kirin û ‘bîr’a me giþan jinûve(?) av didin.
 
Li ber radyoyên TRTê deng û xewnên xwe hûnandibin jî lê dema ku dertên ser medyaya kurdî behsa zarokatiya xwe ya li gel radyoya Êrîwan û Bexdayê dikin.
 
Li ser azadiya jinan dixwazin hino hino hezar tabûyan kevin biþkênin, lê di ber re jî hêdî hêdî ji xwe re tabûyên post-modern ava dikin û ji feqîriya hiþê xwe li pêxemberên nû digerin. 
 
Çawa ku sazî û qehwexaneyan tevlihev dikin, her wisa partiyên kurdan û AKPê jî binguhê hev dixin û dikin qurbana ronesansa welatekî. 
 
Weke ku li ewropayê sed Kurdistan ava kiribin, tên li sûka siyaseta Amedê rihê xwe yî pûç bi buhayeke giran ve difroþin û simbêlê xwe badidin.
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org