Kurdên di sandoqên hilbijartinan de mayîn!
 
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
Rih û hebûna bakuriyên me ev 80 sal e di sandoqeke wekî sandoqên hilbijatinê de hatiye qufilkirin û avêtine newala goristaneke tarî.
 
Ji bo ku kurd xwe di vê goristanê de vejînin û ber bi azadiya rihê xwe ve bimeþin helbet hilbijartin jî rêyek ji van rêyên mezin e; da ku bikaribin bi awayeke legal xwe bêtir organîze bikin û xwe wekî ‘kurd’ birêve bibin.
 
Dewleta Roma Reþ ji bo ku kurd di van sandoqên hilbijartinê de dernekevin hemû dek û dolabên xwe seferber dike. Helbet hîle û pîleyên Roma Reþ ne tiþteke nû ne: Ji peymana Lozanê bigire heta meseleya Orhan Korogluyê Mersînê ev çîrok bi awayên nû ve xwe dihûne û her xwe dubare dike.
 
Bi ya min heqê tu kurdî/ê tune ku ku ji bo van dek û dolabên dubarekirî ji bo sed an jî hezar dengî gilî û gazincan bike û xwe li taq û dîwarên Enqereyê bide.
 
Ji xwe dewlet van hîle û necamêrtiya xwe eþkere dike; lê ne tenê bi kurdan. Her wiha xweþ tê bîra me ku dewleta veþartî di hilbijartina 2002 an de çi anîbû bi serê Tayyîb Erdoganê ku niha xwedî dengên ji sedî 46.6 e. Û berî çendekê çi dek û dolab bi ser serê Abdullah Gulê berendamê serokkomariyê gerandibû ji xwe hêj nû ye!
 
Lê hin kurdên me wekî wan masiyên ku her dem dikevin tora hilbijatinên dewleta xwînmij , dîsa dixwazin ji me berberojkên siyasetê re qala çîrokeke dubarekirî bikin.
 
Zikê me ji van çîrokên pûç têr e ezbenî!
 
Helbet 22 parlamenterên kurd me kêfxweþ dike; heke bi rola xwe ve rabin dikarin alaya 200 parlamenterî jî ragirin. Jixwe heke mesele þînkirina kurdî û kurdayetiyê be hejmar gelek caran ne girîng e!
 
Lê derdê min tiþtekê din e.
 
Ez dibêjim qey hin kurdên me hene ku çîroka serkeftina kurdan di derdora dinyaya xwe ya biçûçok de dihûnin; ji ber vê yekê jî gelek kurdên din di sandoqa hilbijartinê de man!
 
Ez dixwazim bi kurt û kurmancî vê yekê bibêjim ezbenî;
 
Denîz Baykalên me jî hene:
 
Ku dema pirsa siyaseteka rizî tê kirin, dikarin têkçûna xwe bi miqamên nû ve wekî serkeftinekê nîþan bikin. Em dikarin ji Denîz Baykalê tirk re bibêjin, “Biçe li Rodosê avjeniya têkçûna xwe bike…”, lê em nikarin berê Denîz Baykalên kurd bidin ser riya Gola Wanê jî.
 
Ertugrul Ozkokên me jî hene:
 
Li gorî bayê siyasetê qelema xwe dihejînin. Her roj dengê xwe didin siyasetmedarekî cihê. Qet nebe Ertugrulê tirkan, tirkî dizane û li her derî bi serbilindî tirkbûna xwe diparêze, lê Ertugrulên kurd mixabin kurdî jî nizanin û gelek caran dikevin gumana kurdbûna xwe: Ji ber vê yekê xwedêgiravî rojek dibin “dinya”yî roja din “însan”!
 
Cem Uzanên me jî hene:
 
Rojê sê danan behsa çareseriya pirsgirêka kurd dikin, lê nizanin pîvazekê jî hûr bikin. Qaþo baþûr û bakura wan yek e, lê heta tu bêjî ji þal û þapikê kurdan nefret dikin.
 
Emîn Çolaþanê kurdan jî hene:
 
Heta êvarê çêr û xeberan ji partî û kes û kûsên kurdan bikin jî, lê rojekî derziyekê di xwe re ranakin. Gepa wan her dem germ be jî, lê hema bêhemdî jî halê kurdekî feqîr naynin ber çavên xwe.
 
Helbet meriv dikare van navan zêde bike, lê ji bo ku ev nivîs dirêj nebe ez niqteyekê datînim ser navan, lê hûn dikarin ji ba xwe lê zêde bikin.
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org