Kurdên Kemalîst
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
  
 
 
Ez heqê wan nexwim: Wekî min û te helbet ew jî kurd in. Xwedê dizane, ew jî wekî min û te sed Kurdistanên gulgulî jî dixwazin.
 
Belkî ji bo vê yekê qirika xwe jî diqetînin. Lê ev qirikqetandin û piþtqerimandin jî li ser piþta me kurdan dibe bareke giran û malik li me tevan wêran dibe.
 
Ji ber ku wan rihê xwe bivê nevê li ber xuþexuþa çemê Kemalîzmê meyandine. Û ti carî jî hewl nadin ku xwe ji vê toqa lanetê vebiþûn!
 
Heke em wê gotina kurdî piçekî biguherînin, belkî bi kêrî bêjn û bala wan jî were: “Kemalîst, nizane ku Kemalîst e!”
 
Ji ber ku ev ‘nezan’tiya Kemalîzmê çawa ku ji civaka tirk re deriyê goristaneke mezin vekiribe, bi xêra hin aqilsivikên kurdan xwe berdide nav mala kurdan jî!
 
Dema meriv behsa vê ‘Nexweþiya Kemalîzmê’ dike jî, bi dengeke kurdî(?) bi ser meriv de diqîrin û wekî dizê malê bi stûyê meriv digirin.
 
Kurdên Kemalîst;
 
Wekî dendikê dilan elîtîst in, xwedê giravî heta þîrê þêran jî bo Kurd û Kurdistanê dixwazin, lê gelek caran ji siya gundiyekî kurd jî nefretê dikin û hewl didin ku li ser ewr û asîmanên nenas bi tenê Kurdistana xwe ava bikin!
 
Qibleya BAÞÛR û BAKURa wan gelek caran diguhere û ji qibleya gepa wan re dibe deriyê taveke nû!
 
Ne hewce ye meriv binivîse, lê serê we xweþ be ku di mala wan de qîmeta ‘teþekur’ê ji ‘spas’ê bêtir e! Dengê gotineke azerikî ji yê zazakî xweþtir dikeve kerrika guhê wan.
 
Ku tu pirsekê bi kurdî ji wan bikî, dê serê xwe wekî fîlozofan bihejînin, lê çawa ku henekên xwe li kuçikan bikin dê bi tirkî bibersivînin.
 
Ne hedê min e ku ez xwe þaþ bikim û ji welatparêziya wan re tiþtekî bibêjim, lê di bexçeyên welatê me de bêhemdî xwe teoriyên kemalîzmê diçînin.
 
Ji bo ku ‘Bedena Kemalîzmê’ nerize û nekeve ser sergoyê dinyayê, bi sed awayan behsa empatiyên nû dikin û gohê me giþan dikêþînin; lê dema ku ev teoriyên kemalîzmê di milê ciwanên kurd de diþkê û dibe COP, mixabin berê empatiyên xwe naleqînin û xwe tev nadin.
 
Dema ku çav li kinc û bergên kurdî dikevin berê xwe diguherînin cehnimê û mad û mirûzê xwe tirþ dikin. Difikirin ku bi wan kincan ve ti kes nabe parlamenter û serokbelediye.
 
Analîzên ecêb li ser AKPê dikin, lê fêm nakin ku ji ber siyaseta wan ya dimaldemayî, AKP bi rihê xwe yê îslamofaþîst ve bêyî ku li derî bixe, dikeve mala wan jî.
 
Li gorî wan ‘Heke miletê kurd tunebûya, dê pirsgrêka kurd jî zûka bihata çareserkirin! Heke Ehmedê Xanî sax bûya, dê wêjeya kurdî jî bi pêþ biketa!’. Ji ber ku ew pirtûkên kurdî naxwînin, dibêjin qey wêjeya kurdî bi paþ ve diçe! (Jixwe belkî nizanibin ku bi kurdî pirtûk jî dertên!!??...)
 
Xwedê hefza meriv ji van ‘Kurdên Kemalîst!’ bike.
 
Amînnnnn!!!

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org