|
|
- Kurdên
nû lazim in!
-
-
- Evdile
Koçer, Evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
- Kurdên nû lazim in;
-
-
-
- Ku bikaribin di nava qelbê civaka xwe ya ku wekî
garaneke bê ser û ber herdem bêhna rîx û gotegotên ji zibilê
belav dike de, dîwarên fikr û niqaþê ava bikin û dûxana kar û
xebatê li ser xwe bixînin...
-
- Kurdên hiþyar lazim in;
-
- Ku bikaribin ava gotinên biriqî yên ku mîna
tabletên þevan her dem diçirisin wekî dermankirina nexweþekî, bêyî
ku bi xwe bihese berdin ser çemê bedena hevalên xwe yên ku di malikên
mejiyên xwe de bêndera çêr û xeberan ava kirine...
-
- Kurdên dînemêr lazim in;
-
- Ku bikaribin li ber devê deriyê panel konferans
û semînerên ku di nava çavikê bajarên wan de bi tirkî têne kirin
de top bibin û bi hirehireke mezin ve ji bo halê zimanê xwe bigirîn
û bikin ku tirkiya ku li ser textên kurdî ji kurdan re kemînekê
vedide ji xwe de bipeliþe...
-
- Kurdên fîqspî lazim in;
-
- Ku dema bêhsa meselokeke “radîkal” bête
kirin bêyî ku du sê sloganên klîþe û qundirayayî bête bîra
wan, bikaribin mesela þev nîvê þevê kefeneke kesk û sor û zer
bixin stûyê Enqereya devbixwîn û fatîhayeke kurmancî li ser bixwînin...
-
- Kurdên babegît lazim in;
-
- Ku bikaribin bêyî ku qala zengîniya zimanê xwe
bikin tovên peyvên kurdî bi metodeke sofîstikane li ber serê civaka
xwe bireþînin û wisa bikin ku eþqa zimanê wan bikeve dilê neyarên
wan jî...
-
- Kurdên gulgulî lazim in;
-
- Ku bikaribin bêyî ku wê gotina meþhûr ya
“Her zimanek însanek e!” bixin çala devê xwe û civaka me ya xwelîser
jî pê bixapînin, wekî însanan hem rabin ji tirkekî baþtir bi tirkî
bizanibin û hem jî dû re bi qewlê Celadet Bedirxan dema ku ketin
hundurê mala xwe zimanên din nola çakêtekê bi derî ve daliqînin
û bi zarokên xwe re bi kurdî bikenin...
-
- Kurdên welatparêz lazim in;
-
- Ku bikaribin bêyî ku wekî hin tirkên dinyanedîtî
behsa welatparêziya xwe bikin, bêyî ku gumanê bibin ser welatparêziya
hin kurdên din mîna qehremanên xweveþartî bi çar destan avdanî û
çandiniya welatê xwe bikin...
-
- Kurdên mêrê berê lazim in;
-
- Ku dema rexneyeke neyar jî ber guhê wan ket bêyî
ku komployeke marjînal jî bînin bîra xwe pozê wan ji ber xwe ve biþewite
û wan rexneyan wekî mêrê berê ji xwe re bixin guharên xalxalokî...
-
- Not: Ev nivîs di kovora Tîroj de jî hatiye weþandin.
-
-
-
-
-
-
|
|
|