Kurdên ‘Spî’

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 

   
 
 
 
Dema ku ‘pisîk’ ne li mal bû, li ser navê feqîra kurd û Kurdistanê di du rojan de meþhûr bûne û patika xwe stûr kirine, lê niha dûvikê xwe bi rengekî din badidin û dixwazin ku wekî kesên ‘înternasyonal’ bêne binavkirin…
 
Ji þeveqê heta êvarê li ba tirkan di nav hewldanê de ne û dixwazin îspat bikin ku ‘rengê çerm’ê wan ji kurdên din cihêtir e… 
 
Taþtê li ba partiyên kurdan dixwin û behsa Mamê Demokrasî dikin, lê þîvê jî di afira partiyên ergenekonê de dikerifin…
 
Weke etarên îflaskirî çavê xwe digirin û qût û pûtê me bindestan yê 20 salan, bi du sîr û pîvazan difroþin serdestan…
 
Bi kurdî berheman bidin jî lê sedîsed dixwazin ku bi ser riya zimanê tirkî re rihê xwe yê vala meþhûr bikin…
 
Li þevbêrk û civînên kurdan bi dilekî xweþ ‘çîrokên welatparêziyê’ vedibêjin, lê li ba tirkan jî bi zimanekî fis ve behsa “terorîst”iya hin kurdên din dikin…
 
Di nivîsên xwe de li ser bejn û bala Amed û Sêrtê gulî û keziyên xwe kur dikin, lê di tatîlan de jî sedîsed li Antalyayê piþta xwe didin tavê…
 
Ne tenê pala xwe didin TRT6’ê, lê mixabin di Roj TV de jî siya wan xuya dike…
 
Xwedêgiravî xwe li zimanê kurdî germ dikin, lê çi tesadûf be her dem bi tirkî berhemên xwe diafrînin…
 
Li ser civaka kurd qaþo þano û fîlman çêdikin, lê çawa ku dê û jinê me bibêjin pereyan dibexþînin saziyên dewletê yên wekî Mehmetçîk Vakfi…
 
Tirkî, farisî an jî erebî; asîmilasyon an jî xweasîmilasyon; ji wan re wekî Deþta Mûþê ye, yanî qet ferq nake ezbenî, li gorî kêfa xwe ‘nan’ê xwe distrên û li tenûra cîranan didin…
 
Dema ku lazim be xwe wekî gurên kevin nîþan didin, lê ji me re zelal e ku ewan berê jî ji bilî tir û fisan tiþtek nekirine…
 
Zimanê kurdî ji min û te çêtir bizanibin jî, lê li ba tirkên spî, bi tirkiya Stenbolê ve behsa ‘arîstokrat’iya malbata xwe dikin…
 
Li ser navê kurdan her dem xwedêgiravî fikrên xwe yên nipûnû pêþkêþî civaka tirk dikin, lê nizanin bê ka dew ji mast çêdibe, an mast ji dew çêdibe…
 
Qaþo her tiþtê me yê veþartî û nepenî ji medya tirk re îtîraf dikin, lê hê jî nikarin rûyê xwe li ba wan spî bikin…
 
Dema têr xew nakin bi ser serê me de birbiriyê dikin û me hemûyan wekî ‘mîlîyetçî’ bi nav dikin…
 
Gava xewa wan biþehite bi çar çavên zoq ve li kevirên di destê zarokên kurd de dinêrin û teoriyên xwe yên li ser xewê vedigerînin ser ‘terorîst’iya zarokan…
 
Çaxê nikaribin razên, bi ser çil milyonî de fesadiyê dikin û yekser sazî û partiyên kurd neheq dikin…
 
Mesela, em bêjin dixwazin behsa Parîsê bikin, lê ne ku wê ji me re dîmenekî Parîsê vebêjin, lêbelê serê pêþîn dixwazin ku xwe û Parîsê deynin ber bejna hev û ji bo pênc deqeyan nefsa xwe ya vala dagirin…
 
  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org